İstilaha “edaletê” ji koka “edl” tê û di ferhengê de tê maneya biînsafê, rastbunê, tevgêra rast, nekirina zulmê, wekhevîyê, wekhev girtinê, heqê hertiştî dayîn, serrastkirin, mutedilbun, hertiştî di cî de kirin, îstîqamet û haqanîyetê.
İstilaha "edl" û "edâletê" di nava îfrat û tefrîtê de şopandina rêyek navîn, li ser rêya heqîyê rastî û dirustbunê, terikandina tiştê ku dîn heram kiriye, kirinan ferzan, gotinên wî û kirinên wî hevudin girtin, dayîna heqê xwedîheqan û dayîna cezayê neheqan e.
Tê maneya şîrkê, kufrê û nîfaqê jî.
İstilaha edaletê di Qur’anê de tê van maneyan;
Fidye (beranberê tiştekî)
Xwe biparêzin, ji wê roja ku kes di şuna kesî da nikare tiştekî bide û şefaeta tu kesi nayê qebulkirin û ji kesî fîdye nayê girtin û li kesî alîkarî nayê kirin. (Beqere, 2/48),
Qîmet, hemta û wekhevîyê
Gelî ewên bawerî anîne! Dema hûn di îhremê de bin, nêçîrê nekujin. Ji we kî wî bi qesdî bikuje heywaneka wek ya kuştîye cezayê wî heye. Ev jî qurbaneka ku digîhîje Kabbê ye û di nava we de du kesê adil hukum dide. Yan jî kefareteka ku têrkirina xizana ye yan jî bi qasî wî rojî girtine. Ev ji bo ku webalê karê xwe team bikin loma ye. Xweda, tiştê derbas buye effu kiriye. Kî dijminantîyê bike Xweda heyfê jê distîne. Xweda, Ezîz û heyfgirt e. (Mâide, 5/95),
Şîrk, (ji Xweda re şirîk peydakirin)
Hemd, ji bo wî Xwedaye ku erd û esman xuluqandîye û ronahî û tarîtî çêkirî ye. Ewên înkar kirine dîsa jî, jê re (hinek tiştên din) dikin şirîk. (En'âm, 6/1),
Ji heq zivirandin
(Gelo ew bixêrin) yan ewê erd û esman xuluqandiye û ji bo we ji esman av daxistî ye (bixêr e)? Me bi wê avê bexçeyên rind hêşîn kir. Lê hûn nikarin dareka wê jî, hêşîn bikin. Ma bi Xweda re îlahekî din heye? Na, ew qewmekî ji rê derketine.
(Neml, 27/60),
Rastkirin û li gor pîvanekê lihev anîn
Ey însan! Ma çi tiştî tu li hemberê Rebbê te yê kerîm xapandî?
Ewê tu xuluqandî û sûret daye te û tu lihev anî Ew e. (İnfitâr, 82/6-7),
Tewhîd
Xweda emrê edeletê, qencîyê û dayînê ji bo merivên nêz dike. Ji fihuşê, neqencîyê û zordarîyê jî, men dike. Ji bo ku hûn şîretan bigrin, şîretan li we dike. (Nahl, 16/90),
Di Qur’anê De Edalet
Gelî ewên bawerî anîne! Gava we heta wextekî deyn da hevûdin, wî binivisînin. Bira nivîskarek di nava we da bi edaletî binivisîne. Bira nivîskar xwe ji pare nede ku Xweda çawa pê daye zanîn binivisîne. Bira deyndar jî bide nivisandin. Bira ji wî Xweda yê ku Rebbê wi ye bitirse, tu tiştekî ji deynê xwe kêm nenivisîne. Eger deyndar nezan be, zeîf be yajî nikaribe bide nivîsandin, bira xwedî (welî) yê wî bi edaletî binivisîne. Ji mêrên xwe du şahidan bigrin, eger du mêr tunebe, mêrê ku hûn jê razîne û du pîrek bira (şahidîyê bike) gava pîrekan yekê ji bîr kir â din têxe bîra wê. Gava şahid bêne gazîkirin bira xwe para nedin. Pirr dibe hindik dibe qelsîyê nekin, wî hetta wexta wî binivisînin. Ev li cem Xweda hê bi edalete, ji bo şahidîyê hê zexme û ji bo ku hûn nekevin gumanê nêzîktire. Lê eger di nava xwe da hûn danistandinê pêşin bikin û vêya nenivisînin ji we ra guneh tune. Gava we tîcaret kire, ji xwe ra şahid bigrin. Bira li şahid û nivîskar neheqî neyê kirin. Eger hûn zirarê bidin wan ew ji bo we (zûlm û) fisqe. Ji Xweda bitirsin, Xweda nîşanê we dide. Xweda bi hemu tiştî dizane.
283- Û eger hûn rêwî bin û nivîskarekî nebînin, (di şunê da) gerew (rehîn) besî we ye. Eger pişta we bi hev qewîn be, ê ku pişt pê hatiye qewîn kirin, bira ji wî Xweda yê ku Rebbê wî ye bitirse û emanetê xwe bide. Şahidîyê veneşêrin, kî wê veşêre, dilê wî gunehkare. Xweda bi kar û kirinên we dizane. (Beqere-182)
Xweda û melaîketan û ewên xwedî îlîm bi edaletî şahidî kirin ku ji xêynî Xweda îlah tune. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Alî-Îmran-18)
Ewên ayetên Xweda înkar dikin û bi neheqî pêxemberan dikujin û merivên ku emrê edaletê dikin dikujin hene; tu xebera ezabekî bi êş û jan bide wan. (Alî-Îmran-21)
Tiştê ku kirine, li dinya û axretê betal buye û ji wan ra, alîkar jî tune. (Alî-Îmran-22)
Malê sêwîyan bidinê, tiştê mirdar bi tiştê paqij neguherînin. Malê wan li nav malê xwe nexin û nexwin. Lewra ev gunehekî mezin e. (Nîsa-2)
Eger di xususa (keç) ên sêwî da hûn bitirsin ku nikarin edaletê bînin cî, wêgavê (bi wan ra na) jinê ji we ra helale du heb, sê heb, çar heb li xwe ra mar bikin. Lê hûn bitirsin ku nikarin edaletê bînin cî bi yekê tenê yajî bi carîyeyên bin destê xwe qîma xwe bînin. Ev ji xerifandina we çêtire. . (Nîsa-3)
Xweda, bi qasî misqalê zerre neheqîyê nake. (Di vê giranîyê de) qencîyek hebe, wî qat bi qat zêde dike û ji bal xwe ve ecîrekî mezin dide wî. . (Nîsa-40)
Xweda, emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û gava we di nava mirovan da hukim kir bi edaletê hukim bikin. Xweda, bi vêya şîretên rind dide we. Bêşik Xweda, bihîstkar û dîdar e . (Nîsa-58)
Ji bo ku tu di nava mirovan de, wekî ku Xweda nîşanê te daye, hukum bikî me kitêb ji te ra bi heqqî daxist. Ji xayînan ra nebe mudafîî. . (Nîsa-105)
Ji Xweda, mexfîretê buxwaze. Bêşik Xweda, Xefur û Rehîm e. . (Nîsa-106)
Ewên li nefsa xwe îxanet kirine hene, tu wan neparêze. Bêşik Xweda, ji ewên di îxanetê de pêş da çune hiz nake. . (Nîsa-107)
Ew ji mirovan vedişêrin û ji Xweda venaşêrin. Lê gava wan di şevê de peyvê Xweda jê ne razî bu digotin (hîle û pîlan dadixistin) ew bi wan ra bu. Xweda, tiştê ku wan kirine hewîrdor zeft kiriye. . (Nîsa-108)
Han hûn awa nin. We di heyata dinê de ew diparastin. Lê wê roja qiyametê li hemberî Xweda kî wan biparêze? Yajî kî yê ji wan ra wekîlîyê bike? . (Nîsa-109)
Kî qusurekî yajî gunehekî bike û paşê wî bavêje ser masumekî, bi sond êdî wî (derew û) boxtaneka mezin û gunehekî eşkera hilgirtîye. . (Nîsa-112)
Eger fezl û rehmeta Xweda li ser te nebuya, ji wan komekî xwestibun te bixerifînin. Lê ew bi tenê dikarin xwe bixerifînin û qe nikarin zîyanekî bidin te. Lewra Xweda ji te ra kitêb û hîkmet daxist û tiştê te pê nizanibu nîşanê te da. Fezl û rehmeta xweda li ser te pirr zêdeye. . (Nîsa-113)
Ew di heqqê jinan de ji te fetwa duxwazin. Bibêje: “Xweda, ji we ra di heqqê wan de hukmê xwe îzah dike.” Di heqqê tiştê ji wan keçê sêwî ra hatiye nivîsandin ku we nedaye wan û hûn bi wan ra nazewûcin jî û di heqqê zarokên aciz û sêwî de, ji bo ku hûn edaletê li wan bikin di kitêba ku ji we ra tê xwendin de ayet hene. Hûn çi xêrî bikin Xweda pê dizane. . (Nîsa-127)
Hûn çiqas buxwazin jî, di nava pîrekan de nikarin edaletê bînin cî. Wusane berê xwe bi yekê tenê de nekin û ya din tenê bi darda (bê mêr) nehêlin Eger hûn nava wan çêbikin û xwe biparêzin Xweda, Xefur û Rehîm e. . (Nîsa-129)
Gelî ewên bawerî anîne! Di aleyha we û dê û bavê we û merivên we de be jî, edaletê bi kêmasî bînin cî û ji bo Xweda şahidîyê bikin. (Ewê hûn ji bo wan şahidîyê dikin) zengîn dibe xizan dibe jî (ji edaletê neqetin). Lewra Xweda ji herdukan ra nêzîktir e. Wusane nedin pêy hewa û hewesa xwe û ji edaletê nezivirin. Eger hûn zimanê xwe xwaro maro bikin (û gotinê di devê xwe de bibin bînin) û rû bizivirînin, bêşik Xweda bi tiştê ku hûn dikin dizane. (Nîsa-135)
Gelî ewên bawerî anîne! Ji bo Xwedê bi şahidîyek adil heqqîyê li pê (pîya) bigrin. Li hemberî qewmekî dijminantîya we, bira we ji edaletê nezivirîne. Adil bin, lewra ev ji teqwayê ra nêzîktir e. Ji Xweda bitirsin. Bêşik Xweda, ji kar û kirinên we haydar e. (Maîde-8)
Ew guh didin derewan û malê heram duxwin. Eger werin bal te, tu duxwazî di nava wan da hukim bike û duxwazî ji wan rû bizivirîne. Eger tu rû ji wan bizivirînî qe nikarin zîyanekî bidin te. Gava te di nava wan da hukim kir, bi edaletî hukim bike. Lewra Xweda ji adilan hiz dike. (Maîde-42)
(Ji wan ra ) bibêje: “Ma hûn ji Xweda pêve ji tiştê ku kar û zirara wan nagîhîje we ra îbadet dikin? Lê Xweda , bihîstkar û zana ye. (Maîde-76)
Gelî ewên bawerî anîne! Gava hûn di îhramê da bin, nêçîrê nekujin. Ji we kî wî bi qesdî bikuje heywaneka wekî ya kuştîye cezayê wî heye. Ev jî qurbaneka ku digîhîje Kabbê ye û di nava we da du kesê adil hukum dide. Yajî kefareteka ku têrkirina xizana ye yajî bi qasî wî rojî girtine. Ji bo ku webalê karê xwe tam bikin loma ye. Xweda, tiştê derbas buye effu kiriye. Kî dijminantîyê bike Xweda heyfê jê distîne. Xweda, Ezîz û heyfgirt e. (Maîde-95)
Gelî ewên bawerî anîne! Dema ji we yek kete ber barê mirinê, wexta wesyetê wî tê hazir kirin, bira ji nava we du kesê adil şahidîyê bike. Yajî gava hûn li ser erdê rêwîtîyê dikin û musîbeta mirinê bi we girtibe, bira du kesê ku ne ji we ye şahidîyê bikin. Eger hûn di heqê wan da bikevin gumanê, wan piştî nimêjê bihêlin û bira bi Xwedê sond bixwin û bibêjin: “Mervê me bin ji em qe sondên xwe bi tiştekî naguherînin û şahidîya Xweda venaşêrin. Yana emê bibin ji gunehkaran. (Maîde-106)
Hemd ji wî Xwedayê ku erd û esman xuluqandîye û ronahî û tarîtî çêkirîye ra ye. Ewên înkar kirine dîsa jî, jê ra (hinek tiştên din) yek digrin. (En’am-1)
Tu dev ji ewên ku dînê xwe kirine lêystik û şahî û heyata dinyayê ew xapandine berde. Tu bi Qur’anê li wan şîreta bike ku, bira tu kes ji ber gunehên ku kiriye helaq nebe. Ji xêynî Xweda, ji wî ra ne dost û ne şefaevan heye. Ew hemu hebuna xwe bike fîdye jî, ew ji wî nayê qebul kirin. Han evanan ji ber kar û kirinên xwe ve ketine helaqê. Ji bo ku ketine kufrê, ji wan ra ji ava kelandî vexwarinek û ezabekî bi êş û jan heye.(En’am-70)
Peyva Rebbê te bi rastî û edaletî temam buye. Ewê ku peyva wî biguherîne tune. Ew bihîstkar û zana ye. .(En’am-115)
Tu bibêje: “De ka şahidê xwe yên ku wê şehadet bike ku Xweda evanan heram kiriye bînin.” Eger şahidîyê bikin, tu bi wan ra şahidîyê neke. Nede pêy hewa û hewesa ewên ayetên me tekzîb dikin û bi axretê bawer nakin. Ew (putan) bi Rebbê xwe ra yek digrin û şirîkatîyê dikin.
.(En’am-150)
Heta ku aqil û balîx dibin-ji rewşeka rind pêvtir-nêzî malê sêwîyan nebin. Wezin û pîvanê rast bikin. Em ji tu kesî ra, ji taqeta wî zêdetir teklîf nakin. Gava ku hûn dibêjin, nêzîkên we be jî adil bin û sozê ku we daye Xweda bigrin. Ji bo ku hûn bifikirin û şîretan bigrin Xweda evanan li we emir kir. .(En’am-152)
Kî bi qencîyekî were, ji wî ra deh qatê wî heye. Kî jî bi xerabîyekî were, ew bi mislê wî tenê tê cezakirin û neheqî jî li wan nayê kirin. (En’am-160)
Bibêje: “Xweda emrê edaletê li min kiriye. Di her mizgeftê da berê xwe bidin Wî û bi muxlîsî ji wî tenê ra lavayî bikin. Wekî ku cara pêşîn hûn xuluqandibun hûnê dîsa vegerin cem wî.”
(A’raf- 29)
Me ji qewmê Medyen ra jî, birayên wan Şuayb şandibu. (Şuayb ji wan ra) gotibu: “Gelî qewmê min! Ji Xweda ra evdîtîyê bikin, ji we ra ji wî pêvtir îlah tune. Ji we ra ji Rebbê we, mucîzeyek vekirî hatiye. Wezin û pîvanê kêmasî bigrin û eşyayên mirovan kêm nedinê. Piştî islahê li ser rûyê erdê fesadîyê dernexînin. Eger hûn bawer bikin ji we ra ev, bixêrtire.” (A’raf-85)
Ji qewmê Musa, civateka digîhîjîne hîdayetê û edaletê dikin heye. A’raf-159)
ji wan kesê ku me xuluqandîne, ummetek heye ku ji heqqîyê ra rêberîyê dikin û edaletê tînin cî. (A’raf-181)
Eger tu ji îxaneta qewmekî bitirsî, tu jî wek wan (peymana wan) bavêje ser wan. Lewra Xweda ji xayînan hiz nake. (Enfal-58)
Vegera we giştan bi bal wî ve ye. Wada Xwedê Teala heq e. Ew dest bi xuluqandinê dike, paşê ji bo ku ewên bawerî anîne û karên qenc kirine bi edaletî xelata wan bidê, (piştî mirinê) wan dîsa dixuliqîne. Ewên kafir jî, ji bo ku bune kafir, ji wan ra ji ava kelandî vexwarinek û ezabekî bi êş û jan heye. (Yûnis-4)
Ji her ummetekê ra pêxemberek heye. Gava ku pêxemberên wan ji wan ra were, di nava wan da bi edaletê tê hukum kirin û ew tu neheqî jî nabînin. (Yûnis-47)
Eger ewên li xwe zûlim kirine, xwedîyê hemu tiştê li ser erdê buna ( ji bo ku ji ezab xelas bibin) wê hemu bi fîdyetî bidana. Gava ew ezab dibînin, poşmanîya xwe vedişêrin. Lê wê dîsa jî, di nava wan da bi edaletê bê hukum kirin û zûlim jî li wan nayê kirin. (Yûnis-54)
Me ji ehlê Medyenê ra jî birayê wan Şuayb şandibu. (Şuayb ji qewmê xwe ra) gotibu: “Gelî qewmê min! Ji Xweda ra evdîtîyê bikin, ji wî pêve îlahê we tune. wezin û pîvanê kêm negrin. Bi rastî ez we di nava firehî û refahê da dibînim û ez ji bo we ji ezabê roja ku hewîrdor zeft dike ditirsim. (Hud-84)
Gelî qewmê min! Wezin û pîvanê bi edaletî bikin. Eşyayê mirovan kêm nekin û bi fesadî li ser erdê tevdanê dernexînin. (Hud-85)
Xweda ev herdu zilam jî kiriye mîsal. Ji wan yek lale, qe hêzê wî nagîhîje tiştekî bi hemu tiştê xwe li ser efendîyê xwe barekî girane û ew wî di kîjan alî da bişîne tu xêr jê nayê. Aniha ev û ewê emrî edaletê dike û li ser rêya raste wek hev dibin? (Nehl-76)
Xweda emrê edaletê û qencîyê û dayînê ji bo merivên nêz dike. Ji fihuşê û neqencîyê û zordarîyê jî, men dike. Ji bo ku hûn şîreta bigrin, şîreta li we dike. (Nehl-90)
Bêşik Rebbê te ji kî ra bixwaze, rizqê wî fireh dike û teng dike. Lewra ew bi evdên xwe dizane û dîdar e. (Îsra-30)
Û hûn ji tirsa xizanîyê zarokên xwe nekujin. Rizqê we û wan em didin. Bi rastî kuştina wan gunehekî mezin e. (Îsra-31)
Canê ku Xweda heram kiriye bi neheqî nekujin. Kî bi neheqî bikuje, êdî me reyek daye ber warisê wî. Bira ew jî di kuştinê da pirr pêş da neçe. Lewra wî alîkarî dîtî ye. (Îsra-33)
Gava hûn dipîvin pîvanê rast pêk bînin û bi mêzîneka rast biwezinînin. Ev bi xêrtir e û bi aqûbeta xwe jî rindtir e. (Îsra-35)
Rastî eve ku; ewên înkar dikin û ji rêya Xweda men dikin û ên binkî û ji derva tên re
Mescîdî Heram ku me ew ji mirovan re wek hev kiriye wan jê men dikin û ewên bi zûlimkarî ji heq dizivirînin hene; ji wan ra ezabekî bi êş û jan heye. (Hecc-25)
Pîvanê dûrûst bipîvin û hûn nebin ji ewên kêm didin. (Şûera-181)
Û hûn bi mêzînek rast bikşînin. (Şûera-182)
Bihayê tiştê mirovan kêm nekin û li ser rûyê erdê fesadîyê dernexînin. (Şûera-183)
Binêre; Eger em bi salan wan di nava xweşî û nîmetan de bidin jîyandin Jî, (Şûera-205)
Paşê ew ezabê ku ji wan ra hatiye wadkirin wê bi ser wan da bêt, (Şûera-206)
Dîsa tiştê pê bi xweşî dijiyan bi kêrî wan nedihat. (Şûera-207)
(Ji wan re) bibêje: “Wê (roja qiyametê) Rebbê me, me hemuya li bal hev bicivîne û paşê wê di nava me da bi heq hukmê xwe bide. Ew bi edalet hukum dide û zana ye.” (Sebe’26)
“Ey Dawud! Bi rastî me tu li ser rûyê erdê kirî xelîfe. Di nava mirovan de bi edaletê hukum bide. Nede pêy hewa û hewesa xwe; paşê wê ev te ji rêya Xweda bizivirîne. Bêşik ên ji rêya Xweda bizivirin ji bo ku ji bîr kirine roja qiyametê ji wan re ezabekî bi êş û jan heye. (Sad-26)
Xweda bi heqîyê hukum dide. Lê ew tiştên, ji xêynî Xweda ji wan re îbadet tê kirin jî, qe nikarin bi tu tiştekî hukum bidin. Bêşik Xweda hemu tiştî dibihîse û dibîne. (Mu’mîn-20)
Ji ber vê yekê tu nesekine, dawet bike û wekî ku li te hatiye emirkirin, bi rêyek rast bigre. Nede pêy hewa û hewesa wan û bibêje: “Min bi her kitêba Xweda daxistîye bawer kir. Xweda Rebbê me ye jî, Rebbê we ye jî. Kar û kirinên me ji me raye û kar û kirinên we ji we ra ye. Di nava me û we da tiştê em li ser munaqeşê bikin tune. Wê Xweda me hemuyan li bal hev bicivîne. Veger, bal bi wî da ye. (Şûra-15)
Eger du civatên mu’mînan şer kirin; hûn nava wan çêbikin. Eger ji wan yek neheqîyê li yê din bike, heta ku vedigere ser emrê Xweda, bi ên neheq ra şer bikin. Eger vegere ser emrê Xweda, nava wan bi edaletê çêbikin û tim adil bin. Lewra Xweda ji merivên adil hiz dike.(Hucurat-9)
Wî esman bilind kiriye û mîzan danî ye. Di wezin û kişandinê da neheqîyê nekin. Mizanê rast bigrin û kêm nekşînin. (Rehman-7-9)
Bi sond me Pêxemberê xwe bi delîlên eşkera-vekirî şand. Ji bo ku mirov edaletê bîne cî me bi wan ra kitêb û mîzan daxist. Me hesin jî daxist ku di tê de quwwetek mezin û ji bo mirovan gelek feyde heye. Evanan ji bo ku ewên bi xiyabî alîkarîya dînê Xweda û pêxemberê wî kirine derxînin meydanê loma ye. Xweda, pirr bi quwwet e û Ezîz e. (Hedîd-25)
Hûn li ewên ji bo dîn bi we ra şer nekirine û hûn ji welatê we dernexistine qencî û edaletê bikin, Xweda nehya we jê nake. Xweda ji mirovên adil hiz dike. (Mumtehîne-8)
Gava dema îddetê xwe xelas kirin, yan wan bi xweşî li cem xwe bigrin, ya jî bi qencî wan berdin. Ji xwe du şahidên adil jî bînin û bira ji bo Xwedê şahidîyê bikin. Ev ji kesê bawerî bi Xweda û roja axretê tîne ra şîret e. Kî ji Xweda bitirse, wê ew rêyekî li ber wî veke. (Telaq-2)
FİKRÎ AMEDİ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder