15 Mayıs 2020 Cuma

XİLFU’L FUDUL

Ev peyman, berî ku dînê îslamê nehatibu, Ereban di nav xwe de li dijî zilmê damezrandibun û Hz. Pêxember (s) jî tevlî vê peymanê bubu.

Wek hemu civakên cahilîyê civaka Ereban ên berê Îslamê jî di bin hakimîyeta zalim û zordestan de bu û li civakê bi her awayî zilm û neheqî çêdibu. Sala bîstê buyera fîlê, piştî şerê Fîcarê ku di nav qebîleyan de qewumî bu, li Mekkê tu ewlehîya can û mal û namûsa  kesekî xerîb û bêhîmaye nema bu. Her tişt ji rê derketibu. Malê bazirganên xerîb dihate kirîn lê perê wan nedihate dayîn. Dest didan ser keç û jinên kesên ku dihatin heccê û kesî guh nedida feryad û fîxana kesî.

Di rewşek awa de zilamekî ji qebîla Zebîd a Yêmenê ji bo firotanê barekî devê mal anîbu Mekkeyê. Ji sermîyanên Mekkê As b. Waîl malê Zebîd kirîbu lê perê wî nedabuyê. Rebenê Zebîd ji bo ku perê xwe bistîne xwe avêtibu bextê serok û reîsên Mekkeyê lê tu encamek jê negirtibu. Ew kesên ku Zebît xwe avêtibu bextê wan hem alîkarîya wî nekiribun û hem jî tinazê xwe pê kiribun û ji cem xwe qewurandibun.

Zebît ji ber zilma ku dîtibu, rojekê serê sibê bi dilekî şewûtî derketibu ser çîyayê Ebu Qubeys û ji ehlê Mekkeyê yên li dora  Kabeyê civîyabun re helbestekî ku bi “ya ehlê Fîhr” destpêdikir li wan qêrîya. Di ser vê yekê re apê pêxemberê me Zubeyîr ji bo ku buyerek awa careka din neqewume dest bi xebatê kir û bi pêşengên qebîleya Heşîm, Mutalib, Zuhre, Esed, Xaris û Teym re li mala Eddullah b. Cud ku mirovekî dewlemend û bi rumet bu civîyan. Di pişti hinek mizakereyên dirêj biryar dan ku wê nehêlin li Mekkeyê tu kesekî xerîb zilmê bibînin û heya ku heqê mezluman tê girtin wê pişgirtîya wan bê kirin.

Li gor Yaqubî peyman bi vî awayî pêk hat: “Atîke yan jî Beydaya keça Ebdulmutalîb lengerîyek bêhnê anî li nav wan danî. Ên li wir yek bi yek rabun pîya û destê xwe xistin nav wê bêhnê û wuha sond xwarin û gotin: “Wellehî ji îro pêve li Mekkê ha xerîb ha binkî kî dibe bila bibe emê kesekî ku zilm dîtîye nehêlin û emê nehêlin zilm jî çêbibe, heya ku mezlum heqê xwe ji zaliman distînin emê bi mezluman re tevbigerin. Heya ku ava behrê pirçekî mû şil neke û nemîne û çîyayê Hîra û Sebîr ji cîyên xwe pak nebin û neçin û li Kabeyê îbadeta îstîlamê ji holê ranebe emê li ser ehdê xwe sebat bikin.”

Ji bo ku ev peyman dişibîya peymana zemanê berê ku ji qebîla Curhum û Ketura du kesên ku bi navê Fadil û Hîdayl çêkiribun loma bi navê wan hate îzafekirin û bi mana peymana du fadilan bi navê “xilful fudûl” hate navkirin. Peyva fudul tê mana tiştekî zêde. Ên ev peyman çêkirine ji bo ku ji zaliman malê ku girtibun zêdetir wê ji wan mal bistenda û îadeyî xwedîyê wan bikirana loma bi vî navî hatîye navkirin.

Ên beşdarî vê peymanê bubun, cara pêşîn ajotubun  ber derê As b. Waîl û heqê Zebîd ji wî sitendibun. Paşê di hemu buyerên bi vî awayî de ji bo ku zilmê ji holê rabikin gelek xebat û şuxlên baş kiribun. Ji vanan du buyerên balkêş wuha ne.  

Ji qebîla Hes’am tucarek û keça xwe ji bo heccê tên Mekkeyê. Ji mezinên Mekkeyê Nubeyh b. Heccac keçikê pirr diecibîne û bizorê ji bavê wê distîne. Di mala xwe de dest dide ser keçikê. Zilam dike nake nikare keça xwe ji Nubeyh bistîne . hinek salixan lê dikin ku here seri li Xilf’l fudûl bixîne. ew hema diçe cem Xilf’l fudûl û mesela xwe ji wan re dibêje. Xilf’l fudûl hema dor li mala Nubeyh digrin. Nubeyh bi bêçaretî mecbur dimîne û keçikê îadeyî bavê wê dike.

Ji qebîla Sumele tucarek qismekî malê xwe difroşe ji sermîyanên Mekkeyê Ubey b. Xelef. Lê Ubey perê berdêla malê ku sitendibu nade tucar. Dîsa ji tucar re dibêjin here serî li Xilf’l fudûl bixîne. zilam serî li wan dide. Ji zilam re dibêjin: “Tu here ji Ubeyd re bibêje ez ji cem Fudûlîyan têm. Eger heqê te nede te tu li benda me bisekine.” Dema ev xeber digîhîje gohê Ubeyd hema heqê tucar dide wî û xwe ji hêrsa wan xelas dike.

Resulê Ekrem (s.a.s.) jî wê gavê bîst salîbu û beşdarî peymana fadilan bubu. Li gor rîwayeta Ahmet b. Henbel Hz. Pêxember di derheqê vê peymanê de wuha gotîye: “Ez jî di sonda ku li mala Ebdullah b. Cud de çêbu de amade bum. Li gor min ew sond ji kerîyê devan ên kulk (pirç) sorin çêtir e. wê demê zaryên Heşîm, Zuhre û Teym sond xwaribun ku heya ava behrê dikare mûyekî şil bike jî wê bi Mezluman re tevbigerin. Eger di dewra Îslamê de jî gazî min bikin ezê dîsa beşdarî vê peymanê bibim. (Ahmed b. Henbel I, 190,193)

Ên beşdarî vê peymanê bubun ji bo ku paşê kes negirtibun nava xwe di piştî mirina wan de Xilf’l fudûl belav bubu. Lê fîîlen qedyabe jî behskirina Xilf’l fudûl tirs xistibu dilê zaliman. Di dewra Muavîye de walîyê Medînê Welîd b. Utbe di meselekê de zilmê li Hz. Huseyîn (R.a) dike. Hz. Huseyîn Welîd tehdît dike û dibêje::

“Wellehî yan tuyê rîayetê edaletê bikî û heqê min bidî min yan ezê şûrê xwe ji kalan derxînim û li ber derîyê mizgefta Resulullah bisekinim û xelkê dawetî Xilf’l fudûl bikim.” Gava Ebdullah b. Zubeyîr vêya dibîhîse dibêje: “Wellehî eger Huseyîn daweteka awa bike, ezê jî şûrê xwe bikşînim û heya ku bi edaletî heqê wî tê dayîn bi wî re serî hildim, yan jî emê tev bi hev re bimrin. Dema hinekî din jî hevaltîya wan dike, welîd bi bêçaretî heqê Hz. Huseyîn teslîmê wî bike.

FİKRÎ AMEDÎ

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder