15 Mayıs 2020 Cuma

Bİ XWEDÊ TEALA BAWERÎ ANÎN

Ji Ebdullah Îbn Ebbâs (r.anhumâ) hatiye rîwayetkirin:

 Pîrekekê ji Ebdullah Îbn Ebbâs şîra (nebîza) ku di kûp de dihate çêkirin pirsî. Di ser vê yekê re Ebdullah Îbn Ebbâs (r.a) wuha got:

 Heyeta qebîla Ebdulqeys, hatibu cem Hz. Pêxember (s.a.v).

 Heyeta  Ebdulqeys, di nav qebîleyan de heyeta ku ji pêxember (s.a.v) re hatiye ên pêşîn in. Ev qebîle sala fetha Mekkê de hatine. Li ser heyetê Munzîr b. Aîzê ku bi navê   Eşeccu'l-Asarî dihate naskirin hebu. Hejmara heyetê bi îxtîlaf e.

 Hz. Pêxember (s.a.v) pirsî: ev heyeta ku hatîye ji kîjan qewmî ye? (Ên li balê) gotin:

Rabîayî ne. Hz. Pêxember (s.a.v) kerem kir:

Ey heyeta (yajî qewmê) ku hatine! Hûn bi xêr hatin (înşallah)- ji ber vê zîyaretê ve memnun /şanaz dibe- hûnê poşman nebin. 

(Ên hatibun) gotin:

Ey Resulê Xwedê, bi rastî em ji cîyekî dûr tên. Di nava me û we de ev qebîla kafir, Mudarî hene. Ji ber vê yekê em ancax dikarin di mehên heram de werin. Ji ber vê yekê emelekî (mutlaq û) vekirî emrî me bike ku; hem em vî emelî nîşanî ên şunda maye bidin û hem jî em bi vî emelî bikevin cinnetê. 

Di ser vê yekê re, H.z pêxember (s.a.v) çar xisus emrî wan kir. Çar xisus jî yasax kir. (Xisusên ku emir kirî ye evanan in:)

Berê bawerî li wî Xwedayê tenê anîn emir kir û (paşê ji wan) pirsî:

Hûn zanin îman çi ye?

Wan jî gotin:

Xweda û resulê wî çêtir zane!

Di ser vê yekê re Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Bawerî, ji xêynî Xweda îlah tune anîn, şehadet anîn ku Muhammed qasidê wî û evdê wî ye, nimêj kirin, zikat dayîn, rojîya Remezanê girtin û ji xenîmetên ku di herbê de dest xwe xistîye ji pêncan yekî dayîn e. 

Resulullah (s.a.v) ji wan ra (evan firaqên ku şira pê dihate çêkirin) yasax kir:Dubbâ (kûzên ku ji kundirê avê hatiye çêkirin), Hantem  (kûpên ji axê hatiye çêkirin), Muzeffet (firaqê ku nava wî bi ziftê yajî qetranê hatiye seqilandin), Nakîr (qafê ku ji koka xurmê hatiye çêkirin).

 Rawîyê hedîsê Şu'be got: 'Herhal got ji Mukayyerê jî.

 Resûlullah (s.a.v) kerem kir got: Evanan baş fahm bikin û xeberê bidin ên şunda mayî jî. [1]

 Di rîwayetek wek wê de ev îfade jî heye:

 Ez di Dubbâ, Nakîr, Hantem, Muzeffet'ê de çêkirina şırayê ji we ra yasax dikim. [2] di rîwayetekî de jî, ev îlave heye:

 Resulullah (s.a.v), ji Eşecc b. Abdulkays ra wuha kerem kir got;

 Di te da du xeslet heye ku, Xweda ji van her du xesletê te hiz dike. Evanan: xuyê nerm û ne lezkirin e. [3]

 Di rîwayetek din de jî ev îlave heye:

 (Kerem kirîye gotî ye:) ji Xweda pêve îlah tune û bêçîya xwe girtî ye. [4]

 Tirmizî ise, hadisin bir kısmını rivayet etmiş olup rivayet ettiği hadisin laf­zı şu şekildedir:

 Gava heyeta Ebdulqeys, hat cem  Resulullah (s.a.v) gotin:

 Em ji milê vê qebîla Rebia nin. Lê em ancax dikarin di mehê heram de werin cem te. Tiştekî wusa emrî me bike ku, em wî ji te bigrin û en di pêy xwe de jî dawetî wî bikin.

Di ser vê yekê re Resulullah (s.a.v) ji wan re got: ez çar xisusî emrê we dikim: Bawerî bi Xweda anîn, paşê ev ji wan ra wuha îzah kir: Bawerî, ji xêynî Xweda îlah tune anîn, şehadet anîn ku ez qasidê wî me, nimêj kirin, zikat dayîn, rojîya Remezanê girtin û ji xenîmetên ku di herbê de dest xwe xistîye ji pêncan yekî dayîn e. [5]

 

Nesâî ve Ebu Dâwud, ev hedîs dirê dirêj rîwayet kirine. Serê hedîsê bi vî awayî ye  Heyeta Ebdulqeysi, hatin cem Resulullah (s.a.v)' û gotin:

 

Em ji milê vê qebîla Rebia nin. Lê em ancax dikarin di mehê heram de werin cem te. Tiştekî wusa emrî me bike ku, em wî ji te bigrin û en di pêy xwe de jî dawetî wî bikin.     [6]

 Ev hedîs dirûvê rîwayeta Buxârî ve Muslim pê dikeve.

 Di rîwayetek Ebu Dawud ya din de îfadeya: (kelîmeyên) Naldr ve Mukayyer (rîwayet kir lê kelîma)  Muzeffet rîwayet nekir cî digre. [7]

 Dîsa rîwayetek Ebu Dawud ya din jî, bi muxtesarî dirûvê rîwayeta Tîrmîzî pê dikeve. Lê serê vê hedîsê bi vî awayî ye:

 Gava Heyeta Ebdulqeys hat cem, Resulullah (s.a.v)', berê (Hz. Pêxember) emrê bi Xweda emrî wan kir û kerem kir got:

 Hûn zanin Bi Xweda bawerî anîn çi ye? Wan jî gotin:

 Xweda û Resulê wî çêtir zane.  Hz. Pêxember (s.a.v) kerem kir got:

 

Bawerî anîn ku ji xêynî Xweda îlah tune (û di dawîya hedîsê de jî,) ji malê xenîmetê pêncan yek dayîn e. [8]

 

...........................................................................................................................

 1- Bûxarî, İmân 40, İlm 25; Muslîm, İmân 23, 24, 25 (17); Ebu Dâwud, Eşrîbe 7 (3692); Tîr­mîzî, İmân 5 (2611); Nesâî, İmân 25; İbn Mâce, Zuhd 18 (4187); Ahmed b. Hanbel, 1/228

2- Muslîm, İmân 23 (17)

3 -İbn Mâce, Zuhd 18 (4186)

4- Muslîm, İmân 23 (17); Ebu Dâwud, Eşrîbe 7 (3692)

5- Tîrmîzî, îmân 5 (2741)

6- Nesâî, İmân 25; Ebu Dâwud, Eşrîbe 7 (3692)

7-  Ebu Dâwud, Eşrîbe 7 (3692)

8- Ebu Dâwud, Sunnet 14 (4677)

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder