Pêxember (s.a.v) di hedîsek Xwe de wuha
gotî ye:
“Ji ummeta min kî çil hedîsî jiber
bike; bila Xwedê wî di nava alim û faqihan de bivejîne.” me jî çil hedîsê şerîf
danhev û em wan pêşkêşî we dikin. “
1- Kî bi Xweda û roja axretê bawerî tîne,
bila ezîyetê li cîranê xwe neke. Kî bawerî bi Xweda û roja axretê tîne, bila ji
mêvanê xwe re îkram bike. Kî bawerî bi Xweda û roja axretê tîne, yan bila xêrê
bibêje yan jî bila hiş bike. (Bûxarî, Kîtabu’l-Edeb, 10/373)
2- Xwedê, ji bo ku, tobe bikin, destê ên bi roj gunehan bike, bi şev vedike û ji bo ku tobe bikin, destê ên bi şev gunehan dikin bi roj vedike. Ev (rewş) heta ku roj ji rojava hil bê dewam dike. (Muslîm, Kîtabu’t –Tewbe, 2760)
3- Minaka min û we, wek mînaka wî mirovê
agir pêxistî ye ku hema perwane û perperok dikevin nava wî agirî û ew wan
diqewurîne. Ez jî ji bo ku we ji agir biparêzim bi dawa we digrim. Lê hûn ji
destê min direvin. (Bûxarî, Rîqaq, 26)
4- Karê mu’mînan çi ecêb e! Her karê wî bi
xêr e. Ev jî ji mûmînan pêve ji kesî re nabe nisîb. Eger nîmetek bigîhîje wî
şikir dike û ev ji bo wî dibe xêr. Eger tengîyek were serê wî sebir dike ev jî
ji bo wî dibe xer. (Muslîm, Kitabu’z-Zuhd, 2999)
5- Misilmanek ji tiştekî bibetile, ber
tiştekî bikeve, xem û keder pê bigre û heta dirikek bi cîyekî wî re here jî
miheqeq Xwedê Teala ji ber wî ve gunehekî wî efu dike. (Bûxarî, el-Marda,
10/91)
6- Ji we tu kes, ji ber tengîyek hate serê
wî bila mirinê nexwaze. Eger miheqeq ku wê mirinê bixwaze; bila wuha bixwaze:
“Xwedayê min! Eger jîyan ji bo min bi xêr e min bide jîyandin. Eger mirin ji bo
min bixêr e canê min bistîne.” (Bûxarî, Marda,10/107; Muslîm, Zikir,2680)
7- Di pêy min de heta em li ser hewza
Kewserê bi hev re dicivin wê îltîmas hebe; sebir bikin. (Bûxarî,
Fîten, 7/89)
8- Mirovê biaqil ew kese ku, hesab ji
nefsa xwe dipirse û ji bo piştî mirinê emel dike. Mirovê bêkêr jî dibe peyrewê
daxwaza nefsa xwe û temenîyên ku nayê hesab ji Xweda
dixwaze. (Tirmizî, Sifatu’l-Qiyamet, 2461)
9- Cehennem bi şehwetan, cennet
jî bi tiştên ku xweşa mirovan naçe hewîrdor hatiye zeftkirin.
(Bûxarî, Rîqaq, 11/274)
10- Her evd li ser halê ku mirî ye zînde
dibe. (Muslîm, Cennet, 2878)
11- Bi rûyekî biken be jî, tu qencîyê ji
birayê xwe yê dîn re kêm nebîne. (Muslîm, 2626)
12- Misilman birayê misilman e. Xiyanetê
li wî nake. Derewan nake û alîkarîyê naterikîne. Ji her misilmanî re erz, xwîn
û malê misilmanê din heram e. Teqwa li vir e. Ji bo keseki xerabî,
birayê xwe yê misilman kêm û nizim bibîne bes e.” (Tirmizî, Birr 18)
13- Mu’min ji bo hev di
hezkirinê, dilovanî û şefqetê de wek laşekî ne. Uzuvekî wî biêşe, hemu laşê wî
jî bi bêxewî û agir hevaltîya wî dikin. (Bûxarî, Edeb, 10/367)
14- Kî delaletî xêrekê bike, bi
qasî yê kirîye xêrekê qezenc dike. ( Muslîm, İmare, 1893)
15- Her qencî sedeqe ye. ( Bûxarî, Edeb,
10/374)
16- Xwedê ji evdê xwe yê ku xwarinê bixwe
û paşê jê re hemd bike, avê vexwe û paşê jê re hemd bike razî
dibe. ( Muslîm, Zikr, 2734)
17- Cihada herî bi fezîlet li hemberî
hukumdarê zalim gotina rast gotin e. ( Tirmizî, Fiten, 2175)
18-Elametê munafiqan sisê ne: Gava diaxive
derew diaxive, gava soz dide di sozê xwe de nasekin e û tişekî emanetê wî bikî
lê xiyanetê dike. (Bûxarî, Îman, 1.83, 84)
19- “Mu’mînê bikeve nava mirovan û ji
ezîyetê wan re sebir bike; ji mû’mînê nakeve nava mirovan û ji ezîyetê wan re
sebir nake bi xêrtir e.” (Buxarî, Edebu’l Mufred 388)
20- Kesê ku (di nava mirovan de) gotinê
dibe û tîne, (fesadîyê dike) nakeve cennetê. (Bûxarî, Edeb, 10/394; Muslîm,
Kitabu’l Îman, 105)
21- Kî bi neheqî û bi bawerkirin heqê
Mislimanekî bixwe, Xwedê cehennemê jê re wacib dike û cennetê jî heram dike .
(Muslîm, Îman, 137)
22-Dewlemendî bi piranîya mal nîne, bi
têrbuna dil e. (Bûxarî, Kitabu’r-Rîqaq, 11/231, 232)
23- Destê bide ji destê digre bixêrtir e.
Berê ji malbata xwe destpêbike. Sedeqeya bixêr ji tiştê ne hewceye dayîn
e. Kêsê ku bi îfetî tiştekî ji kesê nexwaze Xwedê îfetê dide wî.
Kesê dewlemendîyê bike Xwedê dewlemend dike. (Bûxarî, Zekât, 3/234,
235)
24- Li ser Xwedê heq e ku
tiştekî xwe mezin dibîne rezî û riswa bike. (Bûxarî, Rîqaq, 6/55)
25- Xwedê jî çavnebar e. Çavnebarîya Xwedê
cutina heraman e. (Bûxarî, Nikah, 9/281)
26- Roja qiyametê di mêzîna evdê mu’mîn de
wê ji exlaqê rind girantir tiştek tune be. Û Xwedê ji kesên gotinên
fahîş û xerab dibêje jî hez nake. (Tirmizî, el-Bîrru ve’s-Sila, 2003)
27- Nermbun di çi tiştî de peydah buye ew
xemilandî ye; ji çi tiştî jî derketî ye, ew halel kirî ye. (Muslîm,
Kitabu’l-Bîrru ve’s-Sila, 2594)
28- Kesê bi edalet li cem Xwedê li ser
mînberên ji nûrê ne. Evanan ew kesin ku edaletê li malbata xwe û kesên di bin
îdara wan de ye dikin. ( Muslîm, İmare, 1827)
29- Ji we yekê li pêşîya mirovan nimêj kir
bila kin (sivik)nimêj bike. Lewra di nav wan de ên zeîf û pîr hene.
Gava bi serê xwe tenê kir çawa dixwaze bila wusa dirêj bike. ( Bûxarî, Salatu’l
–Cemaah, 2/168)
30-Roja qiyametê heta evdek muxatabê van
pirsan nebe ji cîyê xwe nalive. “Umrê xwe li ku derê û çawa derbas kir? Bi
zanîna ku hînbuyî çikir? Malê xwe ji ku qezenc kir û çawa xerc kir? Laşê xwe li
ku rizand?" ( Tirmizî, Sıfatu’l-Qıyame, 1)
31- Kî hêza wî bigîhîjê û ji bo Xwedê
tewazu nîşan bide û kincên bi xemil biterikîne, Xwedê roja Qiyametê ber çavê
xelkê gazî wî dike û ji hulleyên îmanê kijanê bixwaze lixwekirinê de serbest
dihêle. ( Tirmizî, Sıfatu’l –Qıyame)
32- Ji we yekê gava xewnek ku bi xweşa wî
diçe dît, bila bizanibe ku ew ji Xwedê ye. Bila ji ber vêya ve ji Xwedê re hemd
bike û qala wê xewnê bike. Xewnek din bibîne bila bi zanibe ku ew ji şeytan e;
bila ji şerrê wî Xwe bavêje Xwedê û ji wê xewnê qe qal
neke. (Bûxarî, Ta’bîr, 12/327)
33- Kesê li jinebîyan û xizanan binêre;
wek wan kesên di rêya Xwedê de cîhad kirine ne. (Bûxarî, Nefeqat, 10/366)
34-Gunehê mezin evanan in: “ Ji Xwedê re
şirîkatî kirin, ji dê û bavê re asîbun, kuştina canekî û bi derewan sondxwarin
ku mirovan heta qirikê dixîne gunehan. (Bûxarî, Eyman ve’n-Nuzur, 11/483)
35-Gava hûn li cem nexweşekî yan jî
mîrîyekî bin, gotina bixêr bibêjin. Lewra melaîket ji gotinên we re dibêjin
amîn ( Muslîm, Cenaîz, 919)
36-Gava însan bimre emelê wî tê birrîn. Lê
sê tişt nê tê de: “Sedeqeya dewamî, îlmê ku bikêr tê Yan jî ewladê ku jê re dûa
dike.” (Muslîm, Kîtabu’l-Vasîyye, 1631)
37- “Buxzê li hevûdin nekin, hesûdîyê li
hevudin nekin, pişta xwe nedin hevudin geli evdên Xwedê bibin bira. Mislimanek
ji sê rojan zêdetir ji birayê xwe bixeyîde ne helal e. Bûxarî,
Edeb, 57, 58.)
38- Ji hesûdîyê dûr bisekinin. Lewra agir
çawa êzingan dişewutîne diqedîne hesed jî wusa qencîyan dişewutîne, diqedîne
(Ebu Dâwud,Edeb, 4903)
39-Sê dûa hene ku bêguman evanan qebul
dibin: dûaya mezluman, dûaya rêwîyan û dûaya bav ji ewladê xwe re dike (Îbn
Mâce, Dûa,11)
40- Ez ji we re kî Cehennemîne bibêjim?
Kesên dilpêt, çikûs, qure, û ên bi kibir ku serê xwe li hewa digerîne û dimeşe
ne. (Muslîm, Cennet 47)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder