15 Mayıs 2020 Cuma

ŞERTÊN ÎSLAMÊ

Ji Enes b. Mâlîk (r.a) hatiye rîwayetkirin:

"Demekî em li mizgeftê bi pêxember (s.a.v) re runişti bun. Vê gavê kesekî li ser devê hate deva xwe li mizgeftê mexel kir/ xiya kir û paşê ew girê da. Paşê:

Pirsî, Muhammed ji we kî ye? Pêxember di nava sehaban de paldabu runişti bu. Me jê re got:

Han ewê sipî ku pal daye ye. Zilam wuha xîtab kir:

Ey kurê Ebdulmuttalîb!

Pêxember (s.a.v) got:

Ez te guhdar dikim

Zilam got:

Ezê hinek tişt ji te bipirsim. Lê tiştê ku ezê bipirsim pirr giran e. Bira dilê te ji min nemîne.

Hz. Pêxember (s.a.v) jê re got: Tiştê di hişê te de derbas dibe sewal bike?” Zilam pirsî:

Ji bona Rebbê te û ên berê te, ma Xweda tu ji hemu mirovan re ( bi pêxembertî şand î? Pêxember (s.a.v) wuha cewab da û got:

Ya Allah belê. Zilam jê pirsî:

Ji bona Xwedê ma Xweda emrê te kir ku em di rojekî û di şevekî de pênc wext nimêjê bikin?

Pêxember (s.a.v) wuha cewaba wî da:

Ya Allah Belê. Zilam jê pirsî:

Ji bona Xwedê ma Xwedê emrê te kir ku, di meha vê sala tê zanîn de em rojîyê bigrin?

Pêxember (s.a.v) wuha cewaba wî da:

Ya Allah belê. Zilam jê pirsî:

Ji bona Xwedê, vê zikata ku em ji zengînên xwe digrin û didin xizanê xwe ma Xweda emrî te kir?

Pêxember (s.a.v) wuha cewaba wî da:

Ya Allah belê. Zilam got:

Te çi anîbe min pê bawerî anî. Ez ji qewmê xwe ên şunda mayî re qa qasid im. Ez ji zarokên Sa'd b. Ebî Bekir birayê Dımâm ibn Sa'lebe me.

Di rîwayeta Muslîm de Enes b. Malîk wuha dibêje:

Resulullah (s.a.v) ji tiştekî pirskirin, yasax kiribu. [1] ji ber vê yekê gava ji ehlê çolê yekî jîr bi qewlê ku em jî guhdar bikin, bihata ji pêxember (s.a.v) pirsek bipirsîya pirr bi xweşa me diçu.  Rojekî ji xelkê çolê zilamek hat û pirsî:

Ey Muhammed! Qasidê te ji me re  hat û gotinek wuha kir. Qaşo tu îdia dikî ku Xweda tu bi pêxemberî şand î bera wusa ye?

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

(Belê) rast gotî ye.  Wî zatî pirsî:

Wusane, kî esman xuluqand? Resulullah kerem kir got:

Xwedê Teala ye. Wî zatî pirsî:

Lê kî erd xuluqand? Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Xwedê Teala ye. Zilam pirsî:

(Temam) kî ev çîyanan (bi vî awayî) çik kir û di wan de çi xuluqandibe kî xuluqand?

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Xwedê Teala ye. Zilam pirsî:

Wusane ji bona wî Xwedayê ku erd û esman xuluqandîye û ev çîyanan çik kirîye ma Xweda tu (bi pêxemberî) şand î.

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Belê.

Zilam got:

Hem qasidê te ji me re got, di roj û şevê me de pênc wext nimêj fez e.

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Rast gotî ye.

Zilam pirs kir:

Wusane ji bona wî Xwedayê ku tu şandî ma xweda ev emrî te kir?

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Belê .

Zilam got:

Qasidê te ji me re got ku ji malê xwe zikat dayîn ferz e.

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Rast gotîye.

Zilam pirs kir:

ji bona wî Xwedayê ku tu şandî ma xweda ev emrî te kir?

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Belê.

Zilam got:

Qasidê te ji me re got ku, salê carekê rojîya meha Remezanê ferz e.

 Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Rast gotîye.

Zilam pirsî:

ji bona wî Xwedayê ku tu şandî ma xweda ev emrî te kir?

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Belê.

Zilam got:

Qasidê te ji me re got ku, li ser me ên hêza wî digîhje re hecca (beyt(ullah) ê ferz e. 

Resulullah (s.a.v) kerem kir got:

Rast gotî ye.

Enes dibêje: paşê wî zilamî got:

Ez bi wî Xwedayê tu bi (dînê) heq şandî sond dixwim ku, ez ji van ferzan ne kêm dikim û ne jî zêde û zivirî û çû.

Di ser vê yekê re Resulullah s.a.v) got:

Bi sond eger vî mirovî rast gotibe, miheqeq wê bikeve cinnetê. [2]

Tirmizî rîwayetek wek rîwayeta muslîm neqil kirî ye. [3]

Nesaî jî, rîwayetek wek rîwayeta Buxarî û Muslîm neqil kirîye. [4]

Ebu Dawut jî, ji serê hedîsa ku Buxarî rîwayet kirîye, heta îfada: “ezê tiştekî ji te bipirsim” rîwayet kirîye û paşê wuha gotîye: di piştî vîya de Enes temamê hedîsê zikir kirî ye.[5]

...................................................................................................

 1- Buxârî, İlm 6; Muslîm, İmân 10 (12); Ebu Dâwud, Salât 23 (486); Tîrmîzî, Zekât 2 (619); Nesâî, Siyâm 1; İbn Mâce, İkâme 194 (1399); Ahmedb. Hanbel, 3/109

2- Muslîm, İmân 10 (12}

3- Tîrmîzî, Zekât 2 (619)

4- Nesâî, Siyâm 1

5- Ebu Dâwud,Salât23(486}

 

AMEDEKAR: FİKRÎ AMEDÎ

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder