Mirovek hat cem Hz. ‘Elî û jê re got: “Çar pirsên min hene, ez dixwazim
tu bersiva wan ji min re bibêjî. Jê pirsî:
Wacib çi ye û berê wacibê çi wacib e?
Hz. ‘Elî berisiva wî da got: “Towbekirin wacib e; lê
terikandina gunehan ji wê wacibtir e. “
Zilam pirsî: “Nêzîk çi ye, ji
nêzîktirê nezîktir çi ye?
Hz. ‘Elî bersiva wî da got:
“Qiyamet nêzîke, lê mirin ji qiyametê nêzîktir e.”
Zilam pirsî: “Ecêb çi ye, ji
ecêbê ecêbtir çi heye?”
Hz. ‘Elî bersiva wî da got:
“Dinya tiştekî ecêb e, lê ji dinyayê hezkirin ji wê ecêbtir e.”
Zilam pirsî: “Zor çi ye, ji
zorê zortir çi heye?”
Hz. ‘Elî bersiv da got: “Qebîr
zor e, lê bê emel çûyîna qebir ji wê zortir e. “
11 Mayıs 2020 Pazartesi
ÇAR PİRS Û ÇAR BERSİV
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder