Bi Nezanan Re Hevaltîyê Nekin: Bi îlim û îrfanê nizanin. Peyvên wan
tûj in. Wê we bişkînin. Ji wan dûr bisekinin. Naxwe hûnê xemgîn bibin.
Bi Bêrêzan Re Hevaltîyê Nekin: Bi usûl, adab û sînoran nizanin. Wê
we bişkînin û hûnê xemgîn bibin.
Bi Çavbirçîyan Re Hevaltîyê Nekin: Bi îkramê, qaîde û adabê nizanin. Têr
nabin, wê we bişkînin û hûnê xemgîn bibin.
Bêadaban Re Hevaltîyê Nekin: Bi rê û rêbazan nizanin, bê usûl in.
Wê we bişkînin û hûnê xemgîn bibin.
Bi Qureyan Re Hevaltîyê Nekin: Bi hal û ehwalan û dil û xatiran
nizanin, dil dişkînin hûnê xemgîn bibin.
Bi Zimandirêjan Re Hevaltîyê Nekin: Pir diaxivin, vala diaxivin û hevalên xwe dişkînin. Hûnê xemgîn
bibin.
Bi Namerdan Re Hevaltîyê Nekin: Bi merdîyê, bi hevaltîyê , bi
dostanîyê nizanin. Hevalê xwe zû difroşin. Ji wan dûr bisekinin yan na
hûnê xemgîn bibin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder