14 Mayıs 2020 Perşembe

XATEM'ÛL ENBÎYA

(Ya Muhemmed!) Me tu ji hemû aleman re bi rehmetî şandî. (Enbîya; 107)

Pêxemberê ku ji bona xelasîya mirovatîyê hatiye şandin û dûmahîkê pêxemberane û  ji pêxemberên herî mezine pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) e. Di sala 571’ de ji mehên qemerî, 12 meha Rebî-ul ewel welidîye.  Li gorî mîladî ji, rastî bîstê meha Nîsanê sala 571’ ê tê. Ji vê şeva pîroz re şeva mewludê tê gotin.

Esra ku ew tê de welidî bu li her alî cehalet, zilm û bêexlaqîyê serê xwe girtîbu çubu. Bawerîya Xwedê Teala hatibu ji bîrkirin û mirovatî ketibu nava tarîbûn û zilmekê û dinya ji bona jîyanê ji dinyabunê derketibu.

Şeva ku ew welidîye, ji bona mirovatîyê buye destpêka xêr û xelasîyê. Bi rastî jî sibeha wê şevê sibeyek bi feyz û bereket bu. Ji bona mirovatîyê rojek nû hilatibu û dewreka ronahî vebubu. Şandina pêxemberê me ku Ew fezîleta rojê û ronahîya hîdayetê ye. Ji Xwedê Teala ji mirovatîyê re nîmetek mezine. 

Di vê xisûsê de Qur’ana Kerîm wuha dibêje:

 Bi sond Xwedê, lutfeka mezin li mu’mînan kir. Lewra berê di nava xerifiyek eşkere de bûn. Ji wan re, di nava wan de pêxemberekî ku ayetên Xwedê dixwîne û wan (ji pîsiyên maddî û manevî) paqij dike û kitêb û hîkmetê nîşanî wan dide şand. (Alî Îmran;164)

Ev hezar û çarsed sale ku ev şev di nava mislimanan de bi kêf û şahîyek mezin tê pîrozkirin û pêxemberê me (s.a.s) bi hürmeteka pirr bilind tê yadkirin. Di zimanê kurdî de gelek mewludên ku buyîna wî, mezinayîya exlaq û xesletên wî tînin ziman hatine nivîsandin. Mewluda herî navdar ya Melayê Batê ye.

Di vê şevê de, ji rûhê wî yê pîroz re fatîhe, selawat û selam xwendin, ji bona wî panel, konferans tertîpkırın xêrek mezin e.

Eger em jîyana wî ya bixêr û fezîlet hînbibin û Wî ji xwe re mînak bigrin, wêçaxê emê wezîfa xwe bînin cî û wê demê emê kêfxweşîya wî bi dest xwe bixin.

Ew ji alîyê Rebbê alemê ve ji aleman re bi rehmetî hatiye şandin. Înqilabên ku di sedsalan de çênedibun, Wî di çend salan de çêkir. Bavên ku keçên xwe bi zîndîtî dixistin bin axê piştî prensîbên wî anîbu bawerî anîn û her yek ji wan bun însanên herî qenc. Ji dinyayê re bun rêberên mirovatîyê, edaletê û medenîyetê. Mirovatîyê bi yek emrê wî, dev ji xwîyên xwe yên ku rehê wan bi sedsalan xwe berdabu binê axê terikand.

Heq, hiquq, edalet, azadî û mafê mirovan ên ku bi sedsalan mirovan nikaribu têxe nava mirovatîyê Wî, di yek hilmê de dîyarîya mirovatîyê kir. Bi vî awayî esra nezanî û cehaletê bu esra zanebun û seadetê.

Pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) wek pêxemberê berê xwe, ji yek qewmekî yan jî, ji milletekê bi tenê re nehatîye şandin. Ew ji hemu mirovatîyê re hatiye şandin. Di nava wî û pêxemberên din de cudatîya herî mezin ev e. Qur’ana Kerîm di vê xisûsê de wuha dibêje:

Me tu ji hemû mirovan re, bi mizgînvanî û hişyarvanî şandî. Lê pirrên mirovan nizanin. (Sebe, 28)

Di her zeman û mekanî de însanîyet hewceyê peyam û sunneta H.z Muhammed (s.a.s) e. Wî ji xwe re mînak girtin emrê Qur’anê ye. Lewra bi îfada H.z Aîşe (r.a) exlaqê Wî Qûr’an e. (Muslîm mîsafîrîn, 139) Qur’ana Kerîm bi me dide zanîn ku pêxemberê me H.z Muhammed (s.a.s) ji bona mirovatîyê mînakek rind e. Û di vê xisûsê de wûha dibêje:

Bi sond ji bo we û ji bo yên Xwedê û roja axîretê hêvî dikin û ji bo ew ên ku Xwedê pirr zikir dikin re, di pêxemberê Xwedê de, nimuneyek gelek baş heye. (Ehzab,21)

Ji bona ku Xwedê Teala em kirine ümmeta pêxemberekî awa bi şeref û bi rûmet, em çiqasî jêre şikir bikin hindik e. Ji bona ku em ji manevîyeta vê îstîfade bikin, divê em nimêja tesbîhatê bikin, xetmê enbîya û Qur’ana Kerîm bixwînin.

Divê em ji bîr nekin ku, sistî ji mu’mînên ummeta wî re nabe.

Gava em vê şevê yad dikin û bibîr tînin bi tenê xwendina mewludan û îlahîyan û selewatan bi têr nayê. Divê em bi her awayî rêya wî bajon, peyama Wî bilind bikin û navê wî di ser hemu navan re bigrin. Qur’an wuha dibêje:

Ji wan re bibêje: “Eger hûn ji Xwedê hez dikin, êdî bidin pêy min ku bila Xwedê jî, ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.” Xwedê, Xefûr û Rehîm e.  (Alî İmran, 31)


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder