14 Mayıs 2020 Perşembe

DEREW Lİ RESULULLAH KİRİN GUNEHEKÎ PİRR GİRAN E.

1- Hedîsa Hz. ‘Elî(r.a.): Wuha got::
Resûlullah (s.a.v.) kerem kir got: Li ser navê (ji devê) min derewan çênekin. Kî li ser navê min derewekî çêke, bira bikeve cehennemê.

 2- Hedîsa Enes (r.a.): Wuha got:Ji we re, pirr hedîs neqilkirina min re muheqeq ev hedîsa Nebî (s.a.v.) dibe manî. Got:” Kî bi qestî ji devê min hedîsek derew bibêje; bira cîyê xwe yê cehennemê hazir bike.”


3- Hedîsa Ebu Hureyre (r.a.): Wuha got:Nebî (s.a.v.) kerem kir got: “Kî bi qestî ji devê ( yajî li ser navê) min derewekî bibêje; bira cîyê xwe yê agir hazir bike.

4- Hedîsa Muxîre (r.a.): wuha got:
“Gava Nebî (s.a.v.)wuha digot, min Ew bihîst.: “Bêşik ji devê min derewek kirin, ne wek ji devê yekê din derew kirin e. Kî bi qestî ji devê min derewekî bike, bira cîyê xwe yê di agir de hazir bike.”

EL- LULLU WEL MERCAN

WERGER: Fikri Amedî:


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder