14 Mayıs 2020 Perşembe

QRONOLOJÎYA JÎYANA HZ. MUHAMMED (S.A.S.)

Mîladî. 571-574:
Muhammedê kurê Abdullah (s.a.s.) welidî (12 meha Rebi'u'l-ewelê -20 Nisana 571).
Heta çar salîya xwe di navbera dîya xwe Amînê û dîya xwe ya şîr Helîmê de çû û hat.
Sîngê Hz. Muhammed hate vekirin. 

M. 575-576:

Dû sala bi dîya xwe re ma.
Ew û dîya xwe bi hevre çun Yesrîbê (Medînê) cem xalanên xwe.
Piştî ku ji Yesrîb (Medînê) zivirîn dîya wî li Ebvâ' ê di sî salîya umrê xwe de wefat kir.û li wir hate definkirin. Hz. Muhammed (s.a.s.) wê wextê şeş salîbu (M. 576). 

M. 577-578:

Du salan di bin hîmaya kalê xwe Ebdulmuttalib de ma.
Gava ku Hz. Muhammed (s.a.s.) heşt salî bu kalê wî Ebdulmuttalib jî, wefat kir (M. 578).

M. 578-592:

Ket bin hîmaya Apê xwe Ebu Talib
Di salên 10-12 salî de li mekkeyê şivanî kir.
Di 12 salîya umrê xwe de, havînê bi apê xwe re ji bona tîcaretê çu Şamê (M. 583).
Dema ku Hz. Muhammed (s.a.s.) bîst salîbu di nava Qureyş û qebîla Qaysî Aylan de şerê Fîcarê derket.
Dîsa dema 20 salîbu ji bona ku sitarê li belengazan bikin peymana Xilfu'l-fudul çêbu

M. 595:

Dema 25 salî bu, ji bona keça Huveylid Hatice yê, bi malê wê yên tîcaretê re çu şamê
Di wê salê de bi Hz. Hatice (r.anha) re zewucî.

M. 606:

Gava ku 35 salî bu Kabe hate tamîrkirin. De vê tamîrkirinê de Haceru'l-Esved ji alîyê Hz. Muhammed (s.a.s.) ve di cîyê wî de hate danîn.

M. 610-613:

Li şikefta Hirayê dest bi îbadetê kir.
Gava ku 40 salî bu; jê re wahîy hat û bi wezîfa pêxembertîyê hate wezîfekirin. (M. 610, meha Remezanê).
Daweta dînê Îslamê sê salan bi dizî hate kirin.

M. 613-616:

Daweta eşkera destpêkir (M. 613).
Zulm û şîddeta li ser muslimanan destpêkir.
Gelekî muslimanan yên e’wul hîcretî Hebeşîstanê kir. (hîcreta Hebeşîstanê ya I.) (M. 615).
Hz. Hemze (r.a.) û Hz. Umer (r.a.)' bun Müslüman (M. 616).

M. 617:

Muslimanan cara duyemîn hîcretî Hebeşîstanê kirin.
Muşrîkan musliman girtin ablukayê û belgeyek nivîsandin û ev belge di dîwarê Kabeyê de dardakirin. Ev abluka sala M. 617 de destpêkiriye sê salan berxe daye.

M. 619:

Abluka Ekonomik hate rakirin.
Ebû Tâlîb wefat kir.
Hz. Hatice (r. anha) wefat kir. (ji sala ku ev herdu mirin tê de çêbuye re sala huzûnê (xemgînîyê) hatiye gotin ev sala mîladî 619 e).
Di dewra heccê de qeflek ji qebîla Hezrecê ku ji Medînê bun, bun musliman.
M. 620:
Rasûlullah (s.a.s.)' ji bona dawetê çû Taîfê û vegerîya.
Xelkê Tâif tu eleqe nîşanê daweta Rasûlullah (s.a.s.) nedane û Ew bi zarokên xwe dane kevirkirin.
Ji qebîleya Evs û Hazrec 12 kes bun musliman.
Bey’ata Aqabe ya yekemîn çêbu. .

M. 621:

Mûcîzeya Îsrâ û Mîracê çêbu û di vê esnâyê de pênc wext nimêj ferz bu.
Bey’ata Akabe ya duyemîn çêbu.di vê bey’atê de ji qebîleyên Evs û Hazrec 73 mêr û 2 pîrek hazir bun.
Pirrê muslimanan hîcretî Medîneyê kirin.

H. 1; M. 622:

Resûlullah (s.a.s.) jî, hîcretê Medîneyê kir.
Nimêja înê ya cara ewul hate kirin.
Mescîdî Nebevi hate lêkirin.
Azan hate xwendin.
Muslimanên ku ji Mekkeyê hatine (muhâcir) û muslimanên ji Medîneyê (ensâr) bun destbirak.

H. 2; M. 623-624:

Ji bona ku xizanan bihewînin, li ber mizgefta Nebevî suffe hate çêkirin.
Li ser karwana Queyşê êrîşa ekserî hate çêkirin.
Piştî ku muşrîkan êrîşê mêrgên Medîneyê kirin û hinek heywanên wan xesp kirin, ğezveya Safevân çê bu.
Qible ji alîyê mescîdî Aqsa ve fetilî alîyê Ka’be yê.
Rojîya meha Remezanê ferz bu.
Di Îslâm de şerê yekemîn, şerê Bedra Mezin çêbu. (di vî şerî de muslimanan zaferek mezin bi destxwe xistine).
Zikat hate ferzkirin û emrê Fitir hate kirin.
Keça Rasûlullah (s.a.s.) Hz. Fatıma (r.a.) bi Hz. ‘Eli (r.a.) re zewucî
Nimêja Eyd /cejna boraqê (qurbanê) ya yekemîn hate kirin.

H. 3; M. 624-625:

Xeber hate girtin ku wê muşrîk bavêjin ser Medînê. Ji ber vê yekê Ğezveya Gatafan çê bu. Ev ğezve di berê Uhdê de herî ğezveya mezine ku Resulullah jê re qumandarî kiri ye.
Ji bona ku bi Qureyşê re bê çêkirin, ğezveya Bahranê çêbu. Ev ğezve ji bona şerê mezin wek tetbîqatê ye.
Serîyya Kardeyê. Di berê Uhudê de tetbîqata ku Muslimanan kirine, şerê herî mezin ev seriyye ye.
Hz. Osman (r.a.) bi keça Pêxemberê me Ummu Gülsüm (r. anhâ) re zewucî.
Hz. Hesen (r.a.) hate dinyayê.

625:

Rasûlullah (s.a.s.) bi keça Hz. Umer (r.a.) Hafsa (r.anhâ) re zewucî.
Şerê Uhudê. Di vî şerî de Hz. Hemze (r.a.) daxil heftê sahabe şehîd bun.
Birînên şerê Uhudê hate pêçandin û ji bona ku moral bidin muslimanan sefera Hamrau’l-Esed hate çêkirin

H. 4 M. 625-626:

Muslimanên ku ji bona dawetê hatibu şandin ji alîyê qebîleyên Ereban ve hate şehîdkirin. Fâcîa er-Recî.
Ji ber daxwaza hinek qebîlên Ereban ve ji bona ku dîn nîşanê wan din, heftê kurraa hatibu şandin. Ev heftê kurra (hafiz) di kemînekî de hate şehîdkirin. Ji vê bûyrê re, Facîa Bi'ru (Bîrên) Maune tê gotin. Rasûlullah (s.a.s.) di piştî vê buyerê de mehekî seranser ji bona ku ên ev kemîn çêkirine bêne cezakirin, di nimêja serê sibê de dûa Qunut xwend.

626:

Ji bona ku peymana xwe ya di nava muslimanan de xerab kiribun û ji bona kuştina resulullah (s.a.v) kemîn çêkiribun; Cihudên Beni Nadir ji Medînê hatin sirgunkirin.
Araq û qumar hate yasaxkirin.
Ğezveya Zâtu'r-Rikâ çê bu. Nimêja tirsê (xawf) di vê ğezveyê de teşrî buye û cara ewul di vê ğezveyê de hatiye kirin.
Ji pîrekên Rasûlullah (s.a.s.) Hz. Zeyneb bîntu Huzeyme (r.anhâ) wefat kir. Ji pîrekên Rasûlullah (s.a.s.) bi tenê Hz. Hatice û Hz. Zeyneb di saxîya wî de wefat kiri ne.
Hz. Hüseyin (r.a.) hate dinyayê.

H. 5 M. 626-627:

Ji bona ku eşqîyayên li Surîyê û wê cîwarê civiyane belav bikin; Ğezveya Du’metu'l-Cendel çêbu.
Zaryên Mustalîk nêt kiribun ku bavêjin ser Medînê ji bona ku dengên wan bêt birrîn ğezveya Benî Mustalik çêbu. Piştî ku ji vê xezveyê vegerîyan derew û buxtan li Hz. Aîşeyê hate kirin. (hedîsa îfkê).

627:

Hecc hate ferzkirin.
Şerê Hendekê. Di vî şerî de muşrîkan Medîne zeft kirine û ji bona ku muşrîk nekevin Medînê li dora bajêr hendek (çal) hatiye kolanddin. Muşrîkan gelek rojan bajar zeft kirine lê nikaribun bigîhîjin mexseda xwe û şunda vegerîyane.
Di şerê Hendekê de Cihudên Benî Qurayza îxanet kirine loma ji wan zarokên kurîn ên mezin hatine kuştin û pîrek û zarokên wan jî hêsîr ketine.

H. 6; M. 627-628:

Ğezveya Benî Lîhyan: di buyera Bi'ru Maune'de vê qebîlê muslimanên dawetwan xistibun kemînê û ji wan heftê heb şehîd kiribun. Heyfa wan hate girtin û hatin cezakirin. .
Deveyên Rasûlullah (s.a.s.) hatin talankirin û şivanê wî hate şehîdkirin. Ji ber vê yekê ve di hinek herêman de serîyye hate şandin.
Ji bona dawetkirina îslamê ji hinek serokên dewletan re mektub hate şandin.

628:

Rasûlullah (s.a.s.) ji ber hişkayîyê ve derkete dûaya baranê.
Bey’eta Rıdvan: li Hudeybîyeyê muslimanan bi qewlê ku heta Mekke fetih dibe yajî şehîd dibin li bin dara Semure ku hêşîn bu ji Resulullah (s.a.s.) re bey'at kiribun.
Di nava muslimanan de û muşrîkande peymana Hudeybîyeyê hate îmzekirin. (di zahir de şertê vê peymanê di aleyha muslimanan de xuya dibu. Lê derê fetha Mekkê û gelek fethan vê peymanê vekirî ye. )

H. 7; M. 628-629:

Dîsa ji hinek serokên dewletan re mektub û qasidên ji bona daweta îslamê hate şandin.
Cihudên Xeyberê xwestin ku bavêjin ser Medînê. Hê fersend nedîtibun ku muslimanan êrîşên wan kirin, Xeyber fetih kirin û ew ji Xeyberê sirgun kirin.
Muslimanên ku hîcretî Hebeşîstanê kiribun zivirîn Medînê.
Cihudên Vâdi'l-Kurra, Fedek ve Teymâ nêt kiribun ku bavêjin ser Medînê li hemberî wan Ğezveya Vâdi’l-Kurrâ çêbu.
629:
Zîyareta U’mrê

H. 8; M. 629-630:

Amr ibnu'l-As û Xâlid îbnu'l-Welid bun musliman.
Ji bona ku qasidên Rasûlullah (s.a.s.) kuştibun li hemberî Bizansan şerê Mûte çêbu.

630:
Mekke fetih bu.
Qebîleyên Hemazin qebîla Benî Sakîf civîyabun ku êrîşê muslimanan bikin. Li hemberî wan Ğazeveya Huneynê çêbu.
Rasûlullah (s.a.s.) ji Ci'râne' yê kete îhramê umre kir.

H. 9; M. 630-631:

Rasûlullah (s.a.s.) ji herêmên musliman re walî û memurên zikatê şand
Ğezveya Tebukê.
Munafiqên ku nexwestibun bikevin sefera Tebukê Mescda Dirar çêkirin û li wir civîyan. Paşê ev mescîd ji alîyê Resulullah ve hatiye xerabkirin.
Dewra Sulh û sukûnê: di vê dewrê de, ji gelek qebîlan heyet hatin Medînê û bun musliman. Paşê ji van qebîleyan re mamoste hatine şandin. Ji van salan re Senetu'l-Vufûd (salên Heyetan) hatiye gotin.

631:
Muslimanan di emîrîya (îdara) Hz. Ebu Bekir (r.a.) de hecc kirin.
İslâm li nîvgirav Erebîstanê belav bu. .

H. 10; M. 631-632:

632: Ji Herêmên ku nû bune musliman re walî û mmemurên zikatê hate şandin.
Heccê Xatir Xwestinê: Ev heccê wî yên pêşîn û dawîn e. Di vî Hecîde nêzîkî sed hezar kesî re xutba xatir xwestinê hatiye xwendin.

H. 11; M. 632:

Heyeta Benî Nahle hat.
Rasûlullah (s.a.s.) nişkave qebrîstana Baqî zîyaret kir û silav da muslimanên li wir medfûn bu û şehîd bun.
Di bin qumandarîya Usâme ibn Zeyd (r.a.) de orduyek ji bo Filistînê hat şandin.
Rasûlullah (s.a.s.) nexweş ket pişt re di sala H. 13 Rebi'u'l-evvel 11, M. 8 Hezîranê sala 632 de wefat kir û bilindî Makam-ı Mahmûd' bu. Silav û selama Xweda li ser wî, âlê wî û eshabê wî be.

AMEDEKAR: Fikrî Amedî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder