14 Mayıs 2020 Perşembe

Di HEDÎSÊN ŞERÎF DE ROJÎ Û FEZÎLETA ROJÎYÊ


Her emelê zaryên Adem lê tê qatkirin. (Lewra di vê xususê de sunneta Rebbê Alemê bi vî awayî ye:) Emelên bixêr bikêmasî bi deh mislê wî tê nivîsandin, ev bi qasî heftsed mislî jî zêde dibe. Xwedê Teala (di hedîsek qudsî de ) wuha dibêje: “Rojî, wekî din e. Lewra ew ji bo min tenê ye. Xelata wî jî, (li gorî daxwaza xwe) ez didim. Evdê min ji bo min şewheta xwe û xwarina xwe terk kir. Ji bona kesê bi rojî du şahî heye: Yek, şahîya ku gava rojîya xwe vedike ye. Ya din jî, şahîya ku gava digîhîje cem Rebbê xwe ye. Bêhna ku ji devê ê rojî girtîye tê; li cem Xwedê Teala ji bêhna mîsk û enberê xweştir e. Rojî mertale. Gava ji we yekê rojî girt bira gotinek xerab nebêje û hêrs nebe. Gava yekê jê re gotinek xerab got yajî pê re pevçinî, bira bibêje: “Ez bi rojîme ( û pêşkarî wî nebe).” (1) 

“Di cinnetê de derîyekî ku jê re Reyyan tê gotin, heye. Bi tenê ên rojî girtine di wî derîyî de derbas dibin. Gava ên rojî girtine tê de derbas dibin, êdî kes nikare tê re derbas bibe.” (2) 



“Kî gava di rêya Xweda de (cîhad dike); rojekê rojîyê bigre, Xweda di nava wî û agir de çalek bi qasî nava erdê û esmana digre çêdike. (3) 

“Xwedê Teala, kesê ku di rêya Xweda de rojî girtîye, ji ber rojîya wî ya rojekê ve wî ji agirê cehennemê heftê salî dûr digre. (4)

“Rojî nîvê sebrê ye”(5)

“Rojî mertal e.”(6) 

”Bêşik rojî, mertale ku evd bi wî xwe ji cehennemê diparêze. (Xwedê Teala wuha gotîye:) rojî ji bo mine û berdêla wê jî, ezê bidim. (7) 

“Ji bona ê rojî girtîye du şahî heye. Ji vanan yek wexta fitarê a din jî, dema leqayî Rebbê xwe tê ye.” (8) 

“Ji her qencîyê re ji deh mislî heta heftsed mislî berdêl heye lê rojî wekî din e. Lewra rojî ji bo mine û ecrê wî ezê bidim wan.” (9) 

"Wê roja qiyametê rojî û Qur’an li evdan şefa’etê bike. Wê rojî wuha bibêje: “Ya Rebbî! Min bi roj ew ji xwarin û şehwetê men kir. Ji ber vê yekê di derheqê wî de min bike şefa’etvan; Qur’an jî, wê wuha bibêje: “min bi şev ew bêxew hişt. Min jî di derheqê wî de bike şefa’etvan.” Bi vî awayî her du jî, ji wî evdî re şefa’etê dikin.” (10) 

“Ki bi fezîleta wê bawerî bîne û berdêla wê Ji Xweda bixwaze û rojîya meha remezanê bigre; gunehên wî yên derbas bune efu dibin.” (11)

“Gava meha remezanê tê, derîyên cinnetê vedibin û derîyê cehenemê tê girtin û şeytan tên girêdan.” (12) 
“Kî fitarê bide mirovekî bi rojî, bi qasî xêra ê rojî girtîye ji wî re jî xêr tê nivîsandin û ev xêr tu tiştekî ji xêra ê rojî girtîye kêm nake.” (13) 

“Ebu Umame (r.a) dibêje: “Min ji Resulê Xweda re got, ey resulê Xweda! Emelekî wusa emrê min bike ku (gava min ew kir) bira Xweda xelatê bide min.” Resulullah (s.a.s) wuha got: “Ez şîreta rojîyê li te dikim, lewra heval (û tayê wê) tune.” (14)

“Kî bi rojî be û jibîr bike û tiştekî bixwe û vexwe; bira rojîya xwe temam bike. Lewra Xweda bi wî daye xwarin û vexwarin. (15) 

“Kî rojîyê berê fecrê bi nêtê bi cî neke rojîya wî tune.” (16)

Enes (r.a.) dibêje: “Resûlullah (s.a.s.), carna mehekê rojî nedigirt û me digot qey wê ji wê mehê qe rojîyê negre. Carna jî, wusa dewamî digirt ku, me digot qey wê ji wê mehê qe rojekê bê rojî derbas neke. Eger te bixwesta wî şev li ser nimêjê bibînî, miheqeq teyê ew bidîta. Eger te bi xwesta wî şev di xewê de bibînî, miheqeq teyê ew bidîta.” (17) 

Li gorî rîwayetan, zilamekî ku porê wî belav buye hatê cem pêxember (a.s) û jê re wuha got: “Ya Resulê Xweda! Qeysa rojîya ku Xweda ez jê re mukelef kirime bibêje.” Pêxember (a.s) jê re wuha gotibu: “Meha Remezanê bi rojî derbas bike.” Zilam vê carê wuha jê pirsî bu: “Ji xêynî vîya rojî bigrim yana?” Pêxember (a.s) jî; “Naxêr, li ser te rojîyek din tune. Lê tu karî rojîya nafîle bigrî, zilam bi vî awayî pirsê xwe dewam kiribu û di derheqê nimêj, zikat û heccê de malumat girtibu û gotibu: “Bi navê wî Xwedayê îkramê dide sond dixwim ku ji ên hatine gotin zêdetir tişekî nakim û kêm jî nakim. Pêxemberê me di pêy wî de wuha gotibu:”Eger bi gotina xwe bike, ev zilam xelas buye. (18) 

Îbnî Ebbas (r.a) dibêje: “Resulullah (s.a.s) ji meha remezanê pêve tu mehek seranser bi rojî derbas nekiriye.” (19) 

“Îbnî Umer (r.a) dibêje: “Resulullah (s.a.s) Remezan zikir kir û got: “Heya we hîv nedît, rojîyê negrin. Dîsa heya we hîlal nedît nexwin. Eger dinya ewr be, hîvê texdîr bikin. (hejmarê li sî rojî temam bikin) (20)

“Heya we hîva remezanê nedît û hejmar îkmal nekir , (rojîyê) di pêş de nekşînin û destpê nekin. (piştî ku we hîv dît û hejmar temam kir), heya hûn hîvê dibînin û hejmarê temam dikin, rojîyê bigrin. (21) 

“Em Ummetek ummî nin. Ne bi nivîsê zanin û ne jî, bi hesab, hîv bi vî awayî ye: “carekî bîst û neh û carekê jî, sî dikişand.(22)

“Kî gotinek derew (derew, xiybet, fesadî û gotinên guneh) û emelê xerab terk neke; (bira bizanibe ku) Xweda ne hewcîyê wîye ku ew dev ji xwarin û vexwarinê berd e.” (23)
"Gelek kesê bi rojî hene ku, (ji ber ku xwe ji heraman neparastine) ji rojîyê tiştê ji wan ra maye bitenê birçîbun û tîbun e. "(24) 

“Eger mêrê pîrekê hebe bira bê destur rojîya (nafîle) negre (25)

“Xwedê Teala nîvê nimêja rêwî rakir. Di alîyê rojîyê de jî, ruhsata xwarinê da rêwî û eger ji bo zarokê xwe xemgîn bibin, ruhsat da pîrekên hemîle û pîrekên zarokên xwe dimêjîne.” (26) 

“Eger ji we yekê xwest, rojîya xwe veke bira rojîya xwe bi xurmê veke. Eger xurmê nebîne, bira bi avê veke. Av paqij e.”(27) 

“Eger ji we yekê jibîr kir û tiştek xwar û vexwar, bira rojîya xwe temam bike. Lewra Xweda ew daye xwarin û vexwarin.”(28)

Âmir Îbn Rebîa (r.a.) dibêje: “Gava Rasûlullah (s.a.s.) bi rojî bu min pirr caran dît ku xwe mîswaq dikir.” (29) 

“Âişe (r.a.) wuha got: “Carna Rasûlullah (s.a.s.) bi malîyên xwe re dikete munasebetê û bi cinobetî sibe dikir. Paşê xwe dişuşt û rojîya xwe digirt.” (30)

“Îslam li ser pênc tiştan hatiye avakirin: Şehadet bi Ji Xêynî Xweda îlah tune û Muhammed evdê wî û qasidê wî ye anîn, kirina nimêjê, dayîna zekatê, girtina rojîya meha Remezanê û Zîyareta Beytullahê (heccê) ye. (31)

ji pêxemberê me hatiye neqilkirin, Xwedê Teala (c.c) wuha kerem kirîye: “Rojî ji bo mine û xêra wî jî, li ser min e. (32)

Pêxember (a.s) di hedîsek xwe de wuha dibêje: “Rojî mertale; gava hûn bi rojînin, nezanîyê nekin û gotinek xerab nebêjin. Eger yek pêşkarî we bu û bela xwe bi we da, bira bibêje: Ez bi rojî me, ez bi rojî me.” (33)

Pêxember (a.s) wuha dibêje: “Ji mirovên ku rojîyê digrin ên wusa hene ku, kara wan bitenê birçîbun û tîbun e.” (34)

pêxember (a.s) jî wuha dibêje: “Rojî nîvê sebrê ye.” (35)


Çavkanî:

1- (Buxârî, Sawm 2, 9, Libâs 78; Muslîm, Siyâm 163, 164, jimara Hedîsê: 1151; Ebû Dâwud, Sawm 25, jimara Hedîsê: 2363; Tirmizî, Sawm 55, Jimara Hedîsê: 764; Nesâî, Siyâm 41; Îbn Mâce, Siyâm 1, Jimara Hedîsê: 1638, Edeb 58, Jimara hedîsê: 3823; Muwattâ, Siyâm 58)
2- (Buxârî, Sawm 4, Bed’u’l-Xalk 9; Muslîm, Siyâm 166, Jimara Hedîsê: 1152; Nesâî, Sîyâm 43; Tirmizî, Sawm 55, Jimara Hedîsê: 765)
3- (Tirmizî, Cîhâd 3, Jimara Hedîsê: 1624)
(Buxârî, Cîhâd 36; Muslîm, Sîyâm, 167-168; Tirmizî, Fezâîlu’l-Cîhâd 3; Ebû Dâvud, Cenâîz 3)
4- (Buxârî, Cîhâd 36; Muslîm, Sîyâm, 167-168; Tirmizî, Fezâîlu’l-Cîhâd 3; Ebû Dâvud, Cenâîz 3)
5- (Tirmizî, Deavât, 86, 87, jimara Hedîsê: 3519)
6- (Buxârî, Sewm 9; Tirmizî, îman 8)
7- (Ahmed bîn Hanbel, III/396)
8- (Buxârî, Sewm 9)
9- (Muslim, Siyâm 164; Nesâî, Siyâm 42)
10- (Ahmed bîn Hanbel, II/174)
11- ) (Buxârî, îman 28, Sewm 6; Muslim, Siyâm 203, Musâfîrîn 175; Ebû Dâwud, Remezan 1, Sewm 57; Tirmizî, Sewm 1, Cennet 4; Nesâî, Siyâm 39; Îbn Mâce, Îkamet 173, Siyâm 2, 33)
12- (Buxârî, Sewm 5, Bed’u’l-Xalq 11; Muslim, Siyâm 1, 2, 4, 5; Nesâî, Siyâm 5)
13- (Tirmizî, Sewm 82, jimara hedîsê: 807; Îbn Mâce, Siyâm 45, Jimara Hedîsê: 1746)
14-(Nesâî, Siyâm 43 -4, 165-)
15- (Buxârî, Sewm 26, Eymân 15; Muslim, Siyâm 171, Jimara Hedîsê: 1155; Tirmizî, Sewm 26, Jimara Hedîsê: 721; Ebû Dâwud, Sewm 39, Jimara Hedîsê: 2398)
16- ) (Ebû Dâwud, Sewm 71, Jimara Hedîsê: 2454; Tirmizî, Sewm 33, Jimara Hedîsê: 730; Nesâî, Sewm 68)
17- (Buxârî, Sewm 53, Teheccud 11; Muslim, Siyâm 180, Jimara Hedîsê: 1158; Tirmizî, Sewm 57, jimara Hedîsê: 769)
18- (Buhârî, Savm 1; Müslim, İman 9)
19- (Buxârî, Sewm 53; Muslim, Sewm 178, Jimara Hedîsê: 1157; Nesâî, Sewm 70)
20- ) (Buxârî,Sewm 11, 5, 13, Telâq 25; Muslim, Siyâm 9, Jimara hedîsê: 1080; Ebû Dâwud, Sewm 4, Jimara Hedîsê: 2320; Nesâî, Sewm 10, 11; Muvattâ, Siyâm 1)
21- (Ebû Dâwud, Sewm 6, Jimara Hedîsê: 2362; Nesâî, Sewm 13)
22- (Buxârî, Sewm 13, 5, 11, Telâq 29; Muslim, Sewm 13-15, Jimara Hedîsê: 1080; Ebû Dâwud, Sewm 4, Jimara Hedîsê: 23129-2321; Nesâi, Sewm 17)
23- (Buxârî, Sewm 8, Edeb 51; Ebû Dâwud, Sewm 25, j. hedîsê: 2326; Tirmizî, Sewm 16, Jimara Hedîsê: 707)
24- (İbn Mâce, Siyâm 21)
25- ) (Buxârî, Nîkâh 84, 86; Muslim, Zikât 84, Jimara Hedîsê: 1026; Ebû Dâwud, Sewm 74, Jimara Hedîsê: 2485; Tirmizî, Sewm 65, Jimara Hedîsê: 782)
26- Ebû Dâwud, Sewm 43, j. Hedîsê: 2408; Tirmizî, Sewm 21, j.Hedîsê: 715; Nesâî, Sewm 51; İbn Mâce, Siyâm 12, j. hedîsê: 1668)
27- (Ebû Dâwud, Sewm 21; Tirmizî, Zekât 26, Sewm 10; İbn Mâce, Siyâm 25)
28- (Buxârî, Sewm 26, Eymân 15; Muslim, Siyâm 171; Ebû Dâwud, Siyâm 39; Tirmizî,Sewm 26; Îbn Mâce, Siyâm 15)
29- (Buxârî, Sewm 27; Ebû Dâwud, Sewm 26, Jimara Hedîsê: 2364; Tirmizî, Sewm 29, jimara Hedîsê: 725)
30- (Buxârî, Sewm 22, 25; Muslim, Siyâm 76)

31 -(Buxârî, îman 34, 40, Îlîm 25; Muslîm, îman 8)Ayetên ku ferzbuna rojîyê beyan kirine jî; Sûreta Beqere 183 û 184 e.

32-  (Buxârî, Sewm 2, 9; Muslîm, Siyâm 30)

33-  (Buxârî, Savm 9; Muslîm, Siyâm 30)

34- (Îbn Mâce, Siyâm 21)

35-  (Tirmizî, Deavât 86)

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder