14 Mayıs 2020 Perşembe

WESÎQA MEDÎNÊ

Bismîllâhîrrahmânîrrahîm.

 1-  Ev kitêb (nivîs) ji alîyê Muhammed pêxember ve, ji bona mu’mîn û Muslimanên Qureyşê û Yesrîbê û ên tabi’ê wan bune û dîsa ên paşê ketine nava wan û ên bi wan re cîhad kirine hatiye  amadekirin. 

2-  Han evanan ji xêynî însanên din, ummetek (civatek) din pêk tînin. 

3-  Muhacîrên ji Qureyşê ne, wekî ku di nav wan de edete, beşdarê dayîna dîyeta xwînê dibin û wê ew li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin.

4- Benî ‘Avf; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

5- Benî Xarîs; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

6- Benî Saîde; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

7-  Benî Cuşem; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

8- Benî’n Necar; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

9-  Benî ‘Amr ibn ‘Avfan; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

10- Benî’n Nebît; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

11-  Benî’l Evs; wekî ku di nava wan de edete, wek yên berê beşdarê dayîna dîyeta xwîna xwe dibin û wê her taîfe (ya muslimanan) li gor esasên qenc û maqul û prensîbên edaleta di nava mu’mînan de beşdarê dayîna dîyeta hêsîrên şer bibin. 

12- Wê Mu’mînan di nava xwe de ên di bin mesûlîyeta giran de ne tu kesî (li ser vî halî) nehêlin û wê deynê wan ên wek fîdya xelasîyê û dîyeta xwînê li gor esasên baş û maqul bidin.

12/b- Tu mu’mînek bi mewlayê (kesê ku pê re eqdê biratîyê hatîye çêkirin) mu’mînekê din re, di aleyha wî de nikare peymanekê çêbike.

13- Mu’mînên Xwedî teqwa,  di nava xwe de wê li hemberî kesên tecawuzê û kirinek neheq tesewur dikin yanjî qesda cirmekî yanjî tecawuzê heqekî dikin yanjî dixwazin di nava mu’mînan de tevdanê derxînin bisekinin û ev kesanan zarokên wan bin jî, wê destê wan di aleyha wan de bilind bibe.

14-  Tu mu’mînek nikare ji bona kafirekî, mu’mînekî bikuje û di aleyha mu’mînekî de alîkarîya kafirekî bike.

15-)  Zîmmeta (Hîmaye û temînata) Xweda yek bitenê ye.  Hukmê wê ji bo wan hemuyan e. Lewra mu’mîn ji xeynî mirovên din mewlayê (birayên) hevûdinin jî.

16-) Ji Cihudan ên tabi’ê me bune, ji me zulmê nabînin û bi ên li dîjî wane re alîkarî nayê kirin û alîkarî û piştgirîya me jî heq dikin.

17-) Aşîtî di nava mu’mînan de yek bitenê ye. Tu mu’mînek di şerê ji bona Xweda hatiye kirin de, nikare mu’mînan cihê bigre û peymana aşîtîyê çêbike. Ev aşîtî, di nava wan (mu’mînan) hemuyan de wê li ser esas û prensîbên edaletê bê çêkirin.

18-)  Hemu hêzên leşkerî ên ku bi me re îştiraqê şer dikin; (wê nobetê) di nav xwe de bidor bigrin.

19-)  Wê mu’mîn, heyfa xwîna hevudin ya ku di rêya Xweda de hatiye rijandin bigrin.

20-) Mu’mînên xwedî teqwa, li ser rêya herî qenc û rast in.

20/b-) Tu muşrîkek, nikare can û malê yekê Qureyşî bigre bin hîmaya xwe û di vê xisusê de nikare ji mu’mînekî re bibe asteng. (yanî nikare ji êrîşa li dijî qureyşê re bibe manî)

21-) Eger kesek, bi delîlên qet’î derkeve holê ku buye sedema kuştina mu’mînekî û welîyê meqtul (yê ku heqê wî mudafe dike ji dîyetê re) razî nebe; tabi’ê hukmê qisasê dibe. Di vê rewşê de hemu m’umîn jî li dijî wî disekinin. Lê evanan bitenê ji bona tetbîqkirina vî hukmî ye. 

22-) Kesê ku muhtewa vê rûpelê (nivîsê) qebul bike, jê re ne helale ku alîkarîya kujerê mûmînekî ku bi Xweda û roja axretê bawerî tîne bike û jê re cî û sitarekî temîn bike.  Kesê ku alîkarîya wî bike û sitareyekî jê re temîn bike; wê roja qiyametê ber bi xezeb û laneta Xweda bikeve û wê rojê êdî ne pere û nejî tawîz jê tê tê girtin.  

23-) We li ser çi tiştî îxtilaf kir; hûnê wî ji Xweda û Muhammed re bibin.

24-) Heya dema ku muharebe dewam dike; wê Cihud jî wek mu’mînan wê mesrefên xwe yên herbê bikin.

25-)  Cihudên Benî ‘Avf bi m’umînan re ummetekê tînin holê. Dînê cihudan ji cihudan re û dînê mu’mînan ji mu’mînan re ye, ji vêya re mewlayê wan jî û ew bi xwe jî daxil in.

25/b-) Lê kî karekî neheq yan jî curmekî bike; ew bitenê zirarê dide xwe û efradê malbata xwe.

26-) Cihudên Benî Necar jî weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in.

27-) Cihudên Benî Xarîs jî  weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in.

28-) Cihudên Benî Se’îde jî weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in.

29-) Cihudên Benî Cuşem jî weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in.

30-) Cihudên Benî Evs jî weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in.

31-) Cihudên Benî Sa’lebe jî weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in. Lê kî karekî neheq yan jî cirmekî bike; ew bitenê zirarê dide xwe û efradê malbata xwe.

32-)  (Malbata) Cefne jî milekî Sa’labe ye. Ji ber vê yekê wek Sa’lebeyan tê nîrxandin. .

33-) Benî Şuteybe jî weka Cihudên Benî ‘Avf  xwedîyê eynî heqan in. Wê li qeyîdeyan rîayet bê kirin û li dijî vanan neyê tevgerandin.

34-) Mewlayên Se’lebe jî, bixwe weka Se’lebeyan tê mulahezekirin.

35-) Kesên ku xwe avêtine Cihudan jî, bixwe wek cihudan tê mulahezekirin.

36-)  Ji van (Cihud) an tu kes heya destura Muhammed tunebe nikarin (bi muslimanan re) derkevin seferê.

36/b-) Girtina heyfa birîndarîyekê nayê qedexekirin. Birastî eger mirovek kesekî bikuje; di encamê de xwe û malbata xwe dixe bin mesûlîyetê. Yana wê neheqî çêbibe. (yanî kesê rîayetê  vê qaîdeyê neke wê neheq bibe) Xweda bi ên bi vê nivîsê re ye.

37-)  (Di buyîna şerekî de) mesrefên Cihudan li ser cihudane û mesrefên muslimanan jî li ser muslimana e. Bi rastî ên di vê rupelê de tên nîşandin eger li dijî wan şerek bê kirin wê alîkarîya hevûdin bikin. Wê di nava wan de xêrxwazî û tevgêrek qenc hebe. Muheqeq wê li qeyîdeyan bê rîayetkirin û li dijî vanan neyê tevgerandin. 

37/b-) Tu kes nikare li dijî muttefîqê xwe cirmekî bike. Birastî wê alîkarî li ên zulim dîtine bêkirin.

38-) Gava Cihud bi muslimanan re derdikevin şer wê mesrefa xwe bikin.

39-)  Kesên (navê wan)  di vê rûpelê (belgeyê) de derbas dibe, wê newala Yesrîbê jî, ji bona wan  bibe cîyekî heram (cevf) .

40-) Kesên di bin hîmayê de ye (carr), bixwe wek kesê hîmaye dike ye. Ne zilim lê tê kirin û ne jî bixwe cirmê dike

41-)  Ji xêynî kesên ku destûra wî heye dikare hîmayê bide, heqqê hîmaya kesî tune.

42-)  Di nava kesên ku di vê rûpelê de navê wan derbas dibe de, divê kuştin û buyerên pevçunê  bibin cem Xweda û Resulê wî. Kî bi bihêz û herî baş rîayetê vê rûpelê bike Xweda bi wan re ye

43-) Ne Qureyşî û ne jî ên alîkarîya wan dikin; wê neyên hîmayekirinê.

44-) Di nava wan (misliman û Cihudan) de, wê li dijî kesên êrîşê Yesrîbê dikin  alîkarîya hev bê kirin.

45-) Eger ewan (Cihud) an ji alîyê mislimanan ve dawetî peymanek aşîtîyê bibin; wê raste rast paymanê qebul bikin yan jî wê îştiraqê wê  bibin. Lê eger Cihud jî eynî tiştî teklîfê mislimanan bikin; wê li hemberî mu’mînan xwedî eynî heqan bin. Lê şerê di mewzîya dîn de çêbune mustesna ye.  

45/b-) Her civat ji mintiqa xwe mesûl e.

46-) Şertên ji bona wan kesên ku navê wan di vê rûpelê de  derbas dibe hatîye danîn; li Cihudên Evs û mewlayên wan û ji bona wan bixwe wê ji alîyê kesên navê wan di vê rûpelê de derbas dibe, bi tundî û muhafazekarî bê tetbîqkirin. Wê miheqeq li van qayîdeyan rîayet bê kirin û li dijî vanan hereket çênebe. Kesên bi neheqî qezencek temîn kirine bitenê xisar dane nefsa xwe.  Kî bi bihêz û herî baş rîayetê maddeyê vê rûpelê bike Xweda bi wan re ye

47-) Ev kitêb (nivîs), di nava kesên bi neheqî karekî û cirmekî dike û ceza de nabe asteng. Kî derkeve şer di emnîyetê de ye û kî jî li Medînê bimîne di emnîyetê de ye. Eger  karekî neheq û cirmek çêbibe; kesên bi sedeqet û balkêş vê rupelê muhafeze dike  wê muhafezekirina wê bidin ser xwe.

Prof Dr.Muhammed Hamidullah / pêxemberê îslamê /weşanên Îrfan. Ist.1991      

Werger  FÎkrî Amedî

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder