16 Mayıs 2020 Cumartesi

Dİ QUR'ANÊ DE DÛBARA PEYVAN

Xwedê Teala Quran ji mirovan ra kiriye hîdayet û rehmet. “ Gelî mirovan! Ji we ra ji Rebbê we, şîretek û ji bo (derd û kulê) sîngê we şifayek û ji bo mu’mînan, hîdayet û rehmetek hatiye.” (Sûreta Yûnis-57)

Tê da gelek mucîze hene. Ku însan çiqas bixebite jî nikare van mucîzeyan teva derxîne meyanê çiqas îlîm di pêş ve diçe û fahm û ufqa mirov zêde dibe hinekî din jî, ji Qur’anê fahm dike û jê îstîfade dike.
“Ev kitêba pîroz e. Me ji te ra daxistiye ku bi ayetên wê bifikirin û xwedî hiş, şîretan jê bigrin.”(Sad-29)

Di Qur’anê de gelek mucîze hene ku ji vanan yek jî tekrara kelîmeyan û şirîkatîya hejmarên wan e. Li jêr ji van kelîman hinek cur û hejmara tekrara wan hatiye dayîn.

1- Di Qur’anê de tabîra “heft asîman” 7 caran derbas dibe. Îfada “xuluqandina esmanan (xalq û semawat)” jî heft caran (7) tê tekrarkirin.

2- “Roj (yewm)” bi yekanî 365 caran derbas dibe. Piranîya kelîmeyê “rojan (eyam û yewmeyn)” jî 30 carî tê tekrarkirin. Tekrara kelîmeya mehê jî, 12 ye.

3- Kelîmeya xiyanetê 16 caran derbas dibe û tekrara kelîmeya habîs jî 16 ye.

4- Hejmara tekrara kelîmeyên nebat (gîha) û dar eynî ye. 26 e.

5- Di Qur’anê de kelîmeya ceza 117 carî derbas dibe. Ji prensîbên Qur’anê a bingehîn efukirin jî du qatê vîya 234 carî tê tekrarkirin.

6- Gava em kelîmeya “bibêje” dijmêrin yekuna wî 332 an dibîne. Gava em “gotin” jî dijmêrin hejmara wan eynî derdikevin.

7- Hejmara tekrara kelîmeya dinya û axretê eynî ye. 115 ye.

8- Kelîmeya şeytan 88 caran derbas dibe. Tekrara kelîmeya melek jî eynî ye 88.

9- Kelîmeya îman /bawerî (bê terkîb) di Qur’anê de 25 caran derbas dibe. Hejmara kelîmeya kufur jî eynî ye 25.

10- Kelîmeya zikatê 32 caran derbas dibe. Hejmara tekrara bereketê jî eynî ye.32.

11- Kelîma “rehmetê 79 carî, kelîma hîdayetê jî 79 caran tê tekrarkirinê.

12- Ên qenc (ebrar) 6 caran facîr jî bi qasî nîvê wî derbas dibe3 car

13- Tekrara kelîmeya havîn-germ û zivistan-serma eynî ye 5 caran derbas dibe.

14- Hejmara kelîmeyên hûn (mirov) xuluqand u evdîtî eynî ye. 16 caran derbas dibe.

15- Hejmara kelîmeyên Şereb (ximir) û serxweşî (sekere) eynî ye. 6 caran tê tekrarkirin.

16- kelîmeya zengînî /dewlemendî 26 caran, xizanî jî bi qasî nîvê wî derbas dibe 13 car

17- Kelîmeya însan 65 caran derbas dibe. hejmara yekuna çêbuna merhaleyên însan jî eynî ye.

Ax (turabun) 17

Nutfe /dilopek av (nutfun ) 12

E’leq /xwîneka tîr (embîryo) 6

Parîkek goşt (medax’a) 3

Hestî ( izamun) 15

Goşt (lehmun) 12

Yekun 65


AMADEKAR: FIKRÎ AMEDÎ

 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder