Ji Her Qewmî re Pêxember Hatiye Şandin.
Ji her ummetê re ji bo ku bibêjin: “Ji Xwedê re îbadetê bikin û ji Taxût birevin, me pêxemberek şand. Bi vî awayî Xwedê, li hinekên wan hîdayet kir û li hinêkên wan re jî, xerifîn heq bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta kafiran çawa bûye bibînin (Nehil;36)
Bi sond me berî
te gelek pêxember şandin. Me ji te re qala hinekan kir û qala hinekan jî nekir.
Tu pêxemberek, heta destûra Xwedê tunebe, nikare ayetekê bîne. Dema emrê Xwedê
were bi heqiyê hikum tê danîn. Wê gavê, ew ên dixwazin ayetên Xwedê pûç û betal
bikin, di ziyanê de ne (Mu’min , 78)
Ev awa ye.
Lewra dema ehlê bajarekî jê ne xeberdar be, Rebbê te bi zilm û
neheqîyê nişka ve wan nabe helaqê. (En’am; 131)
Me tu ji
hemu mirovan re, bi mizgînvanî û hişyarvanî şandî. Lê pirrên mirovan
nizanin. (Sebe’, 28)
Me ev
pêxemberanan bi hişyarvanî û mizgînvanî şand (ji bo) ku bila di piştî
hatina van pêxemberan de li hemberî Xwedê tu delîlekî wan nemîne. Xwedê,
Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Nisa, 165)
Ji Pêxember re Îtaet û Mukafata Îtaetê
Îtaetî Xwedê
û pêxemberê wî bikin. Hêvî heye li we rehm bê kirin.. (Alî İmran,132)
- Gelî
zarokên Adem! Dema ji nava we, pêxemberên ji we re ayetên min dixwînin hatin;
kî xwe bisitirîne û nefsa xwe islah bike, ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn
jî, nabin. (A’raf, 35)
Pêxemberan ji Ber Dawet û Teblîxê ve Tu Ucretek
Nexwestine.
Tu çi qasî
bixwazî jî, lê pirrên mirovan dîsa jî bawerî naynin. Tu ji ber vê
(pêxembertiyê) qet xelatekî ji wan naxwazî. Ew (Qur’an) ji aleman re şîret û
hişyarî ye. (Yûsif, 103-104)
Ji wî aliyê
bajêr ve zilamek reviya hat û got: “Gelî qewmê min! Bidin pey van qasidan.”
Bidin pey ev
ên ku ji we heqekî naxwazin. Ew di rêya rast de ne.” (Yasîn, 20-21)
Lê me tu bi
mizgînvanî û hişyarvanî şandî. Bibêje: “Ez ji ber vê wezîfa xwe tu mukafatekê
ji we naxwazim. Bi tenê dixwazim hûn ber bi Rebbê xwe ve, bi rêyekê bigirin. (Furqan,
56-57)
Ji wan re
bibêje: “Ez ê yek şîretekê bi tenê li we bikim, (ew jî ev e:) “Hûn yek yek û
dido dido ji bo Xwedê rabin û bifikirin ku bi hevalê we re dînîtiyek tune. Ew
tenê, berî ezabekî zor û asê we hişyar dike.” Bibêje: “Eger min heqek ji we
xwestibe; bila ew ji we re be. Heqê min li bal Xwedê tenê ye. Ew ji her tiştî
re şahid e.” (Sebe, 46-47)
Ayetên ji ber Zehmet û Astengîyên ku Pêxemberan Kişandine
Şîretên Sebrê Dikin.
Gelo eger ew
bi vê peyvê (Qur’anê) bawerî neynin; ma tu yê di pêy wan de bi xemgînî xwe
helaq bikî? (Kehf, 6)
Eger ji
aliyê Rebbê te ve di berê de peymaneke wî tunebuya; wê hema ber bi ezab biketana.
(Ya Muhemmed!) Tu ji ber gotinên wan ve sebir bike. Tu berî hilatbun û avabuna
rojê de bi hemd û sena Rebbê xwe tesbîh bike. Di saetên şevê û rojê de jî
tesbîh bike ku tu bigihîjî rizaya Rebbê xwe. (Taha, 129-130)
Ji ber vê
yekê bila gotinên wan te xemgîn nekin. Em bi tiştên ew eşkera dikin jî,
vedişêrin jî dizanin. (Yasîn, 76)
(Ya
pêxember) hîdayeta wan ne wezîfe ye li ser te. Xwedê kî bixwaze wî digihîne ser
rêya rast. Xêrên ku hûn didin tev ji bo we ne. Ji xwe hûn hew ji bo rizaya
Xwedê înfaq dikin. Xêrên ku hûn didin bi kêmasî wê ji we re bên dayîn û qet
heqqê we nayê xwarin. (Beqere, 272)
- Em dizanin
ku gotinên wan te xemgîn dikin. Bi rastî ew te bi tenê derewîn hesab nakin. Lê
ew zalimana bi zanebûn ayetên Xwedê înkar dikin. (En’am, 33)
Tu ji ber
wan ve xemgîn nebe û ji ber hîle û planen wan jî, xwe aciz neke. (Neml,
70)
Êdî tu xwe
bispêre Xwedê. Lewra tu li ser rastiyeke eşkera yi. Bi rastî tu nikarî bi
miriyan bidî guhdarkirin û dema ew pişt bidinê û herin tu nikarî bi kerran bidî
bihîstin. Tu nikarî koran, ji xerifiyê derxînî û bigihînî hîdayetê. Lê tu
dikarî yên bi ayetên me bawerî anîne bidî bihîstinê. Ha esil musilman ev
in. (Neml, 79-81)
Ev ayetên
kitêba mubîn in (eşkere ne). Ji ber ku (ew) baweriyê naynin, hindik maye tu xwe
helaq bikî! Eger em bixwazin, em ê di ser wan de ji asîmanan ayetekê daxînin ku
wê stû li wan bitewîne. (Şu’era, 2-4)
Ya pêxember!
Ew ên bi dilê xwe bawerî neanîne û bi devê xwe dibêjin: “Me bawerî aniye” û ji
cihûyan ew ên di nava kufrê de dilezînin bila te xemgîn nekin. Ew guh didin
derewan û guh didin qewmekî ku nehatiye cem te. Hinek kelîmeyan ji ciyên wan
diguherînin û dibêjin: “Eger ev ji we re bê dayîn bigirin, ev neyê dayîn
negrin.” Eger Xwedê bixwaze yekê têxe nava şaşîtî (û fitnê), li hemberî Xwedê tu
nikarî tiştekî bikî. Ew kesên wisanin ku Xwedê nexwestiye dilê wan paqij bike.
Ji wan re di dinyayê de rezîlî û riswatî heye û dîsa li axîretê jî ji wan re
ezabekî mezin heye. (Maîde, 41)
Ji ber
gotinên wan ve, tu sebir bike û bi xweşî ji wan biqete. . (Muzzemmîl,
10)
94- Tiştên
ku tu pê hatî emirkirin, eşkere bibêje û guh nede muşrîkan. Ji tinazkeran re,
em besî te ne. Wan bi Xwedê re hinek îlahên din jî dikirin şirîk. Wê di nêzîk
de bizanibin. Bi sond em dizanin ku ji ber gotinên wan sînga te teng
dibe. Tu Rebbê xwe bi hemd tesbîh bike û bibe ji secdevanan. Û heta yêqîn
(mirin) ji te re tê, ji Rebbê xwe re secde bike. (Hîcr, 94-99)
Bi rastî tu
kî bixwazî nikarî bînî ser hîdayetê. Lê Xwedê kî bixwaze tîne ser hîdayetê. Ew
çêtir dizane ku kî dîgihîje hîdayetê.. (Qeses, 56)
Ji Pêxemberan Re Bêitatî û Cezayê bêîtaetîyê
Ew ên Xwedê
û pêxemberê wî înkar dikin û dixwazin cudatiyê têxin nabeyna Xwedê û pêxemberê
wî û dibêjin: “Em bi hinekî bawerî tînin û bi hinekî bawerî naynin,” û dixwazin
di navbera her duyan de bi rêyekê bigirin. Ew ên bi rastî kafir in ev in. Me ji
bo kafiran ezabekî ku rezîl û rûswa dike amade kiriye. (Nîsa,
150-151)
Ew ên li
hemberî Xwedê û Pêxemberê wî serî hildane; yên berî wan çawa hatin rezilkirin
ew ê jî wek wan bêne rezilkirin. Lê me ayetên eşkera şand. Ji bo kafiran
ezabekî rezîl û riswa dike heye. (Mücadele, 5)
Gelek bajar
hene ku li hemberî emrê Rebbê xwe û pêxemberên wî serî hildan. Me jî, bi
hesabekî pirr zor û asê hesab ji wan pirsî û bi ezabekî nehatiye dîtin, li wan
ezab kir. (Telaq, 8)
Kî ji Xwedê
û pêxemberê wî re îsyan bike û qanûnên wî binpê bike, Xwedê, wî dixe agirê ku
tê de ebedî dimîne. Ji wî kesî re ezabekî ku zelîl dike heye. . (Nîsa,
14)
Paşê me di
pêy hev de pêxemberên xwe şandin. Çi wextê ji ummetekê re pêxemberek hatibe; jê
re gotine: “Tu derewan dikî.” Bi vî awayî me jî, ew di pêy hev de helaq kirin û
me her yekê wan kir efsane. Êdî qewmê ku bawerî nayne bila
bicehennime. (Mu’mînun, 44)
Pêxemberên ku Navê Wan Di Qur’anê de Derbas Dibin
1.
Hz. Adem
2.
Hz. İdrîs
3.
Hz. Nuh
4.
Hz. Hud
5.
Hz. Salih
6.
Hz. İbrahîm
7.
Hz. Lut
8.
Hz. İsmaîl
9.
Hz. İshaq
10.
Hz. Yaqup
11.
Hz. Yûsif
12.
Hz. Eyip
13.
Hz. Zilkîf
14.
Hz. Şu’eyb
15.
Hz. Mûsa
16.
Hz. Harun
17.
Hz. Dawud
18.
Hz. Silêman
19.
Hz. İlyas
20.
Hz. Elyesa
21.
Hz. Yûnis
22.
Hz. Zekerîya
23.
Hz. Yehya
24.
Hz. Îsa
25.
Hz. Muhammed
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder