16 Mayıs 2020 Cumartesi

TEFSÎRA SÛRETÊ ‘ESR

DESTPÊK

Navê Sûretê: Navê xwe jî ayeta yekemîn kelîma “esr” girtî ye ku ev kelîme tê maneya zeman, sedsal û wexta esr ê. ‘Esr perçeyekî ji demê ye. Ji bo ku di sûretê da li ser ‘esrê sond hatiye xwarin loma ev nava girtî ye. 
Dema Daketina Sûretê: Mucahîd, Qatade û Muqatîl gotine ev sûret Medenî ye. Lê bi pirranî mufesîran ev sûret Mekkî qebul kirine. Ji alîyekî din ve muhteva sûretê jî teyîd dike ku sûret di serê dewra Mekkê de daketî ye. Wê demê talîmatên îslamî bi cumleyên kurt û bi tesîr dihate beyankirin. Kesê ku ew bibihîsta êdî bixwesta jî nikaribu ew ji bîr bikira. Sûret di devê kafiran de dibu destan. (Tefhîmul Qur’an- Mewdudî) 


Mijar: Ev sûret bi peyva xwe piçûk, lê bi muhteva xwe mînakek pirr bi şumûl e. Di sûretê de îfadeyên wusa hene ku, bi mana xwe cîhanê hemu dinuxumîne û ji bo nivîsandina wê kitêbek lazim e. Sûret eşkera û bi uslubeka vekirî rêya xelasîya mirov û delalet u felaketa wî beyan dike. Ev peyva Îmamê Şafî çiqas rast e: “Eger mirov li ser vê sûretê bi hûr û kûr bifikire ev sûret ji bo hîdayeta mirov bes e.” Wekî ku Evdullah b. Hisn ed Darîmî ji Ebu Kaldîna rîwayet kiriye, ji eshabê resulullah du kes leqayî hev bihatana heta ev sûret ji hev ra nexwendina ji hev nediqetîyan. (Taberanî) . (Tefhîmul Qur’an- Mewdudî) 

Sûret teybetî li ser van mijaran disekine:
Însan di zîyanê da ye. 
Ji bo xelasî û hîdayeta mirov bawerî û emel şert e. 
Şîretên heqq û sebrê hatiye kirin. 
Xwedê teala di sûretê de li ser esrê yanî li ser wexta ku wek avê diherike û dibuhure diçe û li ser tiştê hîkmet û qudreta wî nîşan dide sond dixwe û dibêje; mirov ji xêynî van çar xesletan bi tiştekî din bigre di zîyanê de ye. Ev çar xeslet; bawerî, emelê salih, şîreta heqîyê û sebirkirin e. Ev çar xeslet esasên fezîletê û bingehê dîn e. 
Di sûretê de dibêje mirov di zîyanê de ye. Lewra însan qîmeta wext û dema xwe nizane. Ev ji bo însan kêmasîyek herî mezin e. Ev kêmasî roja qiyametê ji bo wî dibe poşmanîyek mezin û ji ber tiştê ku nekiriye fahm dike ku di zîyanê de ye. 
Ji bo xelasîya mirov bi bawerîyê re emelê salih jî lazim e. Bitenê bawerî ji bo xelasîya mirov qîm nake. Divê bi îbadetan û emelên salih jî pîştgirî li bawerîyê bê kirin. 
Divê însan şîretên heqîyê li hevûdin bike. Lewra Xwedê Teala di Qur’anê de li gelek cîyan behsa emrê bîl maruf û nehyî anîl munker dike. “Bira ji nava we, civatek ku gazî xêrê dike û emrê başîyê dike û nehyê nebaşîyê dike hebe. Ewên ku xelas bune evanan in.” (Alî-Îmran-104) “Evanan bi Xweda û roja axretê bawerî tînin. Emrê başîyê dikin û ji nebaşîyê men dikin û di xêrê da pêşbazîyê dikin. Evanan mirovên Salih in. (Alî- Îmran-114) 
Sebir ji; însan li dinyaye gelek zor û zehmetan dibîne. Divê debirbike û ji bo serkeftina meselan berxwe bide. 
Daxuyanî /îzahat: 
Bİ navê Xwedayê Rehman û Rehîm
1- Sond bi E’srê ku;(1)
2- Bi rastî mirov di zîyanê da ne. 
3- Lê ewên bawerî anîne(2) û karên qenc kirine(3) û ewên heqqîyê (4) û sebrê (5) li hev şîret dikin ne têda. 
1- Di vê sûretê de li ser esrê sondxwarin ji bo ku bala mirov bikşîne ser sûretê û çar xesletên ku ji bo xelasîya mirov muhîm e nîşanê mirov bide loma ye. . Ev çar xeslatana 1-bawerî, 2- emelê salih, 3- şîreta heqîyê lihev kirin, 4- telqîna sebrê lihev kirin e. Em vanan yek bi yek îzah bikin. 
2-Bawerî / îman: Îman: Bi dil ve tesdîq, bi ziman ve îqrar, bi ezayan ve emel kirin e. Şaxên îmanê heftê û çendek in. Ya herî bilind peyva La Îlahe Îllallahê (ji Xwedê Teala pêve tu îlahê din tune ye) ye, ya herî jêrê jî, tiştekî mirovan aciz dike ji rê hildan e. Heya (şermkirin) jî ji şaxên îmanê ye.
Şertên îmanê şeş in. Kesek ji van yekê bawer neke ji dînê îslamê derdikeve û dibe kafir. 
1) Bi Xweda bawer kirin.
2) Bi milyaketên Wî bawer kirin.
3) Bi kitêbên Wî bawer kirin. 
4) Bi pêxemberên Wî bawer kirin.
5) Bi roja axretê bawer kirin.
6) Bi qederê, xêr û şerr ji Xweda ye bawer kirin.
Di derbarê van şeş şertan de Xweda (c.c) weha ferman dike:
“Başî ne ewe ku hûn berê xwe di rojhilat û rojava da bikin. Lê başî eve ku; kî bi Xweda û roja axretê û melaîketan û Kitêban û pêxemberan bawerî bîne û ji mal (ê dinyayê) hizdike jî, wî dide merivên xwe û sêwîyan û xizanan û rêwîyên di rê da mane û gava peymanek çêkiribin, peymana xwe tînin ci û evanan di tengî û nexweşî û di şer da sebir dikin. Ewên rast evanan in û ên mutteqî jî evanan in. (Sûretê Beqere: 177)
(Evan muttaqîyan ) Bawerî bi xeybê tînin, nimêja xwe rast dikin û ji rizqê ku me daye wan (di rêya Xweda de ) înfaq dikin. (Sûretê Beqere: -3)
Hem bi (kitêb) a ji te ra hatiye daxistin û hem bi (tiştên ji pêxember) ên berê te ra hatiye daxistin bawer tînin û bi dilekî yêqîn bi roja axretê bawer dikin. (Sûretê Beqere: -4)
Delîla Ji Sûnneta Pêxwember (a.s) 
Hedîsa meşhûr ya Cîbrîl, a bi nav û deng ku ji Hz. Umer (r.a)hatiye rîwayetkirin e. . Ew wuha dibêje:
Rojekê em li cem Pêxemberê Xwedê (s.a.s) runiştî bûn, nişkêva merivekî kincên çîlsipî lê, porê wî reş, tu elametê rêwîtîyê li ser xwuya nedikir û ji me kesî ew nasnedikir derket hat. Li cem Pêxemberê Xweda (s.a.s) runişt, çogên xwe siparte çogên wî, kefa destên xwe da ser hêtên wî paşê got;
-Ya Muhemmed! Ji min re behsa Îslamê bike?
Pêxemberê Xweda (s.a.s) got:
-Îslam; ew e ku şehadetê bînî xêynî Xwedê tu îlahê layiqê îbadetê tune ye, Muhemmed (s.a.s) evd û Pêxemberê Xwedê ye, Nimêj bikî, Zikatê bidî, Rojîya Remezanê bigirî û eger taqeta te bigihêjê Heca beytê bikî.
(Meriv) got:
-Te rast got.
Em lê şaş û metel man, him dipirse him jî rast didêre! Paşê got;
- Ji min re behsa Îmanê bike?
Pêxemberê Xweda (s.a.s) got:
-Îman; ew e ku tu bi Xwedê, bi milyaketên Wî, bi kitêbên Wî, bi pêxemberên Wî, bi roja axretê, bi qederê ku xêr û şer ji Xwedê ye bawer bikî. 
(Meriv) got:
-Te rast got. Paşê got:
- Ji min re behsa Îhsanê bike?
Pêxemberê Xweda (s.a.s) got:
-Îhsan; ew e ku tu mîna Xwedê dibînî ji Wî re îbadet bikî, her çendî tu Wî nabînî jî Ew te dibîne.
(Meriv) got;
- Ji min re behsa wextê qîyemtê bike?
Pêxemberê Xweda (s.a.s) got:
-Di vê mijarê de yê pirs lê tê kirin ji yê ku dipirse zanatir nîne.
(Meriv) got:
- Ji min re behsa elametên qîyametê bike?
Pêxemberê Xweda (s.a.s) got:
-Tu bibînî ku qerwaş xwedîyê xwe biwelidîne û şivanên pexwas, tezî û feqîr di çêkirina avahîyan de pêşpazîyê bikin.
Hz. Umer (r.a) dibêje:
-Paşê meriv rabû çû û xêlekê ma û paşê Resulullah (s.a.s) got:
-Ey Umer! Tu zanî yê dipirsî kê bû? 
Me jî got:
-Xweda û Pêxemberê Wî çêtir dizane.
Pêxemberê Xweda (s.a.s) got:
-Ew Cîbrîl bû. Ji bo ku dînê we hînî we bike hat." 
Muslîm rîwayet kiri ye. 
3- Di Qur’anê de emel tu carî bê îmanê nehatiye zikirkirin û li tu cîyekî wada xelateka bê îman nehatîye kirin. Emê li jêr bi hinek ayetan vê ya xweş îzah bikin. 
“Tu mizgînê bide ewên bawerî anîne û karên qenc kirine, ji wan ra cinnet (behîşt) ên çem di binê (darê) wan da diherike heye. Her cara ku ji wan ra ji fêkîyên bi riziqî tê dayîn dibêjin: “Evên hanê berê jî, ji me ra bi riziqî hatibu dayîn. Ewê ji wan ra ê wekî hev bê dayin. Wê li wir ji wan ra jinên paqij hebe û wê di wir da ebedî bimînin.” (Beqere-25)
Bêşik ji ewên bawer kirine û cihudan û filleyan û sabîîyan kî bi Xweda û roja axretê bawerî bîne û karên qenc bike, xelatê evanan li bal Rebbê wan e. ji wan ra qe tirs tune û ew mahzûn (xemgîn) jî nabin. (Beqere-62)
Ewên bawerî anîne û karên qenc kirine jî, ehlê cinnetê ne û wê di wir da dewamî bimînin. . (Beqere-82)
Ewên bawerî anîne û karên qenc kirine jî hene: Wê xelatên wan bi kêmasî ji wan ra bê dayîn. Xweda ji zaliman hiz nake. (Alî-Îmran-57)
4- Xwedê Teala di Qur’anê de di gelek cîyan de li ser vê mijarê disekine. Emrê şîret lihevkirinê li mu’mînan dike. 
Kurê min! Tu nimêj bike û emrê tiştê baş bike û nehyê tiştê xerab bike. Li ser tiştê ku tê serê te sebir bike. Lewra evanan ji karên ku divê bê kirinê ne. (Loqman-17)
Tiştê ku tu pê hatî emirkirin, eşkere bibêje û guh nede muşrîkan. (hîcr-94)
Hev û din ji karên neqenc (munkeran) men nedikirin, tiştên ku dikirin çiqas pîse. (Maîde-79)
5- sebirkirin jî ji bingehê dînê îslamê û ehlaqê pêxember(a.s) e. Pêxemberê me li Mekkê pirr zilm û zehmet dîtibu, gelek ezîyet lê dihat kirin jî bo razayîya Xwedê Teala û hatina dozê sebir dikir. Hîle û pîlanê ku muşrîkan jo bo wî çêdikir û dixwestin wî mejburê hinek tiştan bikin bi sebra pêxember ra pûç û betal dibu. Xwedê Teala di Qur’ana pîroz de di vê mijarê de gelek şîretan li me dike. 
Bi sebir û nimêjê (ji Xweda) alîkarîyê bixwazin. Lê ev, ji xeynî wan kesê di xuşuyê da ne ra pirr girane (Beqere-45)
Gelî ewên bawerî anîne! Bi sebir û nimêjê (ji Xweda) alîkarîyê buxwazin. Xweda bi sebirvanan ra ye. (Beqere-153)
Gava musîbetek digîhîje wan dibêjin: “Em ji bo Xweda nin û emê bal bi wî da vegerin.”
Rehmet û mexfîreta Rebbê wan li ser wan e û ewên rêya rast dibînin jî evanan in. (Beqere-156-157) 
Bi sond berê te jî gelek pêxember hatin derewandin. Ji ber derewandin û ezîyetê wan jî, sebir kirin û paşê alîkarîya me gîhîşte wan. Kesê ku kelîmeyên (qanunên) Xweda biguherîne tune. Miheqeq ku xeberên hinek pêxemberan ji te ra hatiye(En’am-34)
Dawîya sûretê Esr.

AMEDEKAR: FIKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder