بِسْمِ اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحيم
فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ حَنِيفاً فِطْرَةَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا لَا تَبْدِيلَ لِخَلْقِ
اللَّهِ ذَلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ وَلَكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ
Mana peyva fitratê
Koka peyva fitratê “fatr” e. Fatir di ferhengê de tê maneya bi serdirêjî qelaştin, du felqe kirin, xuluqandin, icatkirin, derxistin meydanê û avakirin e. Li vêya bi ilavekirina herfa “te” ê dibe “Fitrat” ku îsmê masdar e. Di ferhengê de “Fitrat tê maneya xuluqandinê, qabîlîyetê, mîzac û xuy e.
Qaînat, bi sifatê Xweda yê “fatir” li ser fitratekî hatiye xuluqandin û li ser vê fitratê tebîtek girtîye û jîyana xwe li ser vê tebîetê dewam dike. Hemu tiştên di qaînatê de, li ser fitrata ku Xweda ji bona wan xuluqandîye ne. Her hebun peywîstîya tabîeta xwe tîne cî, nikare ji wê xêzê derkeve. Qur’an wuha dibêje:
“Êdî tu berê xwe bi yekirvanî (henif î /muwahîdî) ber bi dînê rast de bike, ber bi fitrata Xweda de bizivirîne ku wî mirov li ser vê fitratê xuluqandî ye. Di xuluqandina Xweda de tu guherandin tune ye. Dînê rast ev e. Lê pirrên mirovan bi vêya nizane.” (30/Rûm, 30)
Însan ûzwên wî heta li ser fitratê bin teslîmê Xweda dibin. Eger faktorên derve tesîrên li wan neke, di fitrata wan de ji Rebbê alemê re teslîmîyet heye. Ji ber vê yekê Îslam, dînê fitratê ye.
Li gorî Îslamê du çavkanîyên bawerî û îbadetkirinê heye:
Ji vanan yek, fitrata însan e. Xuluqandina însan, tebîeta wî ji qebulkirina dînê xweda re, ji pêkanîna wî re, ji peyrewbuna dînê Xweda re, bi kurtî ji Xwedê Teala tenê re îbadetkirinê re munasib e. Xwedê Teala eslê însan wuha paqij û saf kirî ye.
Yê duduyan jî; însan bi keda xwe û îrada xwe bawer dike û Îslamê wek nîzameka heyatî qebul dike, li gorî daxwaza xwe îbadet dike û xêr û sewaban bi dest xwe dixe (kesb).
Xwedê Teala ji cîyên ku ji xêynî fitratê feahm û wesf hene ra bi wasita qasidên xwe dîn ji wan re dişîne. Bangî însanan dike ku li gorî fitrata xwe ya eslî tevbigerin. Eger însan li gorî fitrata xwe bi Xweda bizanibe û jê re evdîtîyê bike ev “Henîf” e.
Pêxemberê me (s.a.s) kerem dike dibêje:
“ Dîya her zarukî wî li gorî fitratê tîne dinya yê. Ev halê wî heta dema wî ya xeberdandinê dewam dike. Paşê dê û bavê wî, wî dike xirîstîyan, Mecûsî û Yahudî. Eger dê û bavê wî musliman bin; zarok jî dibin musliman (Buxârî, Cenaiz 79, 80, 93; Muslim, Kader 22, jimara hedîsê: 265; Ebû Dâvud, Sünnet 18, jimara hedîsê: 4714; Tirmizî, Kader 5, jimara hedîsê: 2138; Ahmed bin Hanbel, Musned 2/233, 435)
Hemu însan saf, paqij û li ser meyla îslamê tên xuluqandin. Lê perwerdeya ku digire, mûhît û faktorên derva wî diguherî ne, ji fitratê dûr dixîne. Xwedê Teala însan bi qabîlîyetên İsyan û îtaetê çêkirî ye.
İnsanê ku ji fitratê dûr nekeve û xerab nebe guh dide ayetên Xweda û li gorî ayetên wî tevdigere. Lewra di çêkirina wî de ev eyvan, ev wesif hene. Peyrewbuna şeytan û faktorên devre mirov ji vê rewşê dûr dixîne.
Di Qur’anê de fitrat:
“Êdî tu berê xwe bi yekirvanî (henif î /muwahîdî) ber bi dînê rast de bike, ber bi fitrata Xweda de bizivirîne ku wî mirov li ser vê fitratê xuluqandî ye. Di xuluqandina Xweda de tu guherandin tune ye. Dînê rast ev e. Lê pirrên mirovan bi vêya nizane.” (30/Rûm, 30)
Xweda hûn ji zikê dîyên we deranîn ku we tiştek nizanibu û ji bo ku hûn şukir bikin, guh û çav û dil da we. (16/Nehil:78)
Tu di sunneta Xweda de tu guherandinekî nabînî û tu di sunneta Xweda de tu şaşîtî û zivirandinekî nabînî. (35/ Fatir 43) û li vana jî binêre 17/ Îsra:77, 33/ Ahzab:62, 40/ Mu’mîn: 85, 48/ Fetîh:23)
Bi nefsê û bi ewê ew li hev rast kirî yePaşê bi ewê başî û nebaşî îlhamê wî kirî ye (sond duxwim ku) Ewê ew pak kiriye xelas buye Û ewê ew (bi îsyan û gunehan) nuxwamtîye zîyan dîtîye. Semud ji ber harbun û qurebuna xwe ve derewand
Gava ewê herî bextreş û har serî hilda Wê demê pêxemberê Xweda ji wan re gotibu: “Hûn têkilî deva Xweda û dora avdena wê nebin.” Lê wan ew derewandin û deve serjê kirin. Ji ber vê yekê Rebbê wan ji ber gunehên wan ve ezab di ser wan de daxist û ew ser û binê erdê ve kirin-qelandin. Xweda ji aqubeta vî karî natirse. (91/ Şems:7-15)
Û me du rê da ber wî (90/ Beled:10)
Me rê nîşanê wî da. Êdî ew yan şukir dike yan jî dibe nankor. (76/ Însan:3)
Musa got: “Rebbê me, xulqeta hemu tiştî didê û paşê digîhîjîne hîdayetê. (20/Taha:50)
“Bi rastî yê ku xwe pak kiriye xelas buye.” 87/ (A’la:14)
Çi ji te re ye ku ew xwe paqij nake? (80/ ‘Ebese:7)
Bibêje: “Her kes li gorî meşreb û mîzaca xwe tevdigere. Rebbê we çêtir dizane kî li ser rêya rast e.” (17/ Îsra 84)
Û di nefs (can) ên we de jî, ma hûn dîsa jî nabînin. (51 / Zarîyat:21)
Wan li ser rûyê erdê mezinayî dikirin û hîle û pîlanên xirab çêdikirin. Bi rastî hîle û pîlanên xerab li xwedîyê xwe dipiçike. Ma ew ji sunneta ên berê xwe pêve li bende tiştekî din in? Tu di sunneta Xweda de tu guherandinekî nabînî û tu di sunneta Xweda de tu şaşîtî û zivirandinekî nabînî. (35/ Fâtir:43)
Rebbê te bi tiştê ew di sîngê xwe de vedişêrin jî eşkere dikin jî dizane. (28 / Qeses:68)
(Ji wan re) bibêje: “Li ser erdê bigerin û êdî binêrin ka (Xweda) çawa dest bi xuluqandinê, kiriye bibînin. Paşê wê xuluqandina axretê jî, pêk bîne. Bêşik Xweda, qadirê hemu tiştî ye. (29 /Enkebut:20)
Paşê me ew nutfe zivirand alaqê (embîryo=xwîneka tîr). Paşê me ew alaq zivirand mudxeyê (parîyek goşt). Paşê me ji parîyek goşt jî zivirande hestîyan û me goşt li hestîyan kir. Paşê me ew bi xuluqandinek din ava kir. Xwedayê ku rintirên xaliqane çiqas mezin e. (23 /Mu’mînun: 14)
Ji bo her kesî, melaîketên ku di pêş wî de û di paş wî de wî ditelîne (taqîp dike) heye. Bi emrê Xweda wî diparêzin. Heta ku qewmek rewşa xwe neguherîne, Xweda rewşa wan naguherîn e. Gava Xweda ji qewmekî re nebaşîyekî bixwaze, êdî tu kes nikare wî para bizivirîne. Ji wan re ji wî pêvtir wekîl tune. (13/ Re’d: 11)
Li ser fitratê çend hedîsên şerîf:
“Eger xerabîya ku tu dikî te xemgîn Bike; êdî tu mu’mîn î.” (Ahmed bin Henbel, Musned, V, 251-252)
“ Dîya her zarukî wî li gorî fitratê tîne dinya yê. Ev halê wî heta dema wî ya xeberdandinê dewam dike. Paşê dê û bavê wî, wî dike xirîstîyan, Mecûsî û Yahudî. Eger dê û bavê wî musliman bin; zarok jî dibin musliman (Buxârî, Cenaiz 79, 80, 93; Muslim, Kader 22, jimara hedîsê: 265; Ebû Dâvud, Sünnet 18, jimara hedîsê: 4714; Tirmizî,
Kader 5, jimara hedîsê: 2138; Ahmed bin Hanbel, Musned 2/233, 435)
“Pênc tişt ji fitratê ye. Sunnet bun, kurkirina berzikê, kinkirina simbêlê, jêkirina neynûkan û rûçikandina pirça binçeng” (Buxâri, Libas 51, 63, 64; Müslim, Tahâret, 49; Ebû Dâvûd, Teraccül 16; Tirmizî, Edeb 14)
“Bira peyva ku di pêşîyê de hûn nîşanê zarukê xwe didin “La îlahe îllallah” be. (Abdurrezzak San’ânî, Musannef, Beyrut 1970, IV, 334)
"Tiştê ku nava te pencîrok dike, pê dilê te hildipeke û dilê te jê diqelibe terk bike." (İbn Hibban; Hakîm)
" Xêr, tiştê ku nefs pê kêfxweş dibe, dil rehet dike û dilê te lê rudine ye. Şer jî, tiştê ku nefs jê acize, dil jê ne mutmeîne û di navê de teredud û izdiraban çêdike ye. Çiqasî muftîyên ku fetwayê didin di xîlafa wê de be jî” (Ahmed bin Hanbel, Musned, IV, 194)
"Dev ji tiştê ku wijdana te nerehet dike berde. Derbasî tiştê dilê te pê rehet dibe be.” (Ahmed bin Hanbel, Nesâî, Taberânî)
"Tiştê ku ezîyet dixe dilê mirov neqencî ye." (Muslim, Birr 14)
"Muftî (di derheqê tiştekî de) fetwayê jî bidin te, tu li dilê (wijdana) xwe bişêwir e.” (Buxâri, Itk 6)
"Rebbê min kerem dike dibêje: “Min hemu însan li ser henîfîyê (fitrata salîm, tewhîdê) şand dinya yê. Paşê şeytanan ew ji dîn zivirandin. Tiştê ku min helal kiribu wan heram kir. Gotin ku bira mirov ji min re şirîkan peyda bikin. Lê min di derheqê wan şirîkan de tu delîlek neşandibu.” (Muslim, Cennet 63; Ahmed bin Hanbel, Musned, IV, 162)
FİKRÎ AMEDÎ:
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder