9 Mayıs 2020 Cumartesi

ÎSRAF


Gelî zaryên Adem! Her cara ku hûn diçin mizgeftê zîynet (kinc) ên xwe ên xweş li xwe bikin, bixwin û vexwin lê îsrafê nekin. Lewra Xweda ji musrîfan hiz nake. (Araf:31)
Ez pênc salî bum
Pîrika min a rehmetî bîrînc dînîqand
Hebek kete erdê
Pîrika min xwar bu
Lê gerîya
Lî alîyê rastê mêze dîkîr u lî alîyê çepê mêze dikir
Mîn bî hîşê xwe yê zaroktî jê pîrsî:

Mîn got pîrê
- Ma jî bona hebek birincê hewcîyê awqas ked u betilandinê dike
Ruyê pîrika mina rehmetî tirş u teal bu u bi hêrs got:
- Tu li cîyê xwe runiştî u hukum didî, ma tu zanî ji bona vê heba birincê çiqas meriv  zehmet dikşînin. Di vê heba birincê de keda çiqas  mirovan heye?
Ji fedîkirina ez sor u mor bubum.  

Di navê de gelek sal derbas bubu ez di fakulteya huquqê de xwendekar bum.
Min proposên Alaîn dixwend.
Ji nişka ve ez veciniqîm
Pîrika min hate bîra min
Alaîn digot: “Eger mirovek li erdê derzîyekî bibîne u xwar nebe wê negre wî ji hemu medenîyetê re îxanet kirî ye.
İlave dikir u digot:
“ Di çêkirina derzîyekî de keda hezaran însanî heye.”

Nozdeh sal berê bu
Ez çubum Stocholmê u çum otelekê
Êvar bu. Gava ez serê  sibê ji bona kurkirina ruyê xwe çum lavaboyê min notekî ecêb dît. Digot: “ Di piştî ru kurkirinê de cilêtên xwe navêjin çopê
Li kêlekê qutîyek heye bavêjin wir. Bi yek cilêtekî be jî, ji sanayîya çelîkê a Siwêdê re bibin alîkar.
Bi rasî ez gelekî şaş mabum.
Di zaroktîya min u vir de çiqas qala çelîkê bube siwêd  dihate hişê min.
Li ser gelek tiştan dinivisîne ku ji çelîkê Siwêdê çêbuye.
Han ew dewleta cilêtek xwe ya zengarî jî navêje çopê” u lê xwedî derdikeve.

Li Siwêdê gelek caran di nava hinek perîyodan de, di radyo u televîzyonan de beyaneka wuha tê belavkirin
“ Wê dî vê dîrokê de, di vê saetê de, zilamên me werin 
Hun haziriya xwe bikin. Çiqas kitêb u kovar u rojnameyên we yên ku ji we re ne lazime,
U kaxiz u ambalaj u her curê kaxizê li ber derî deynin u ji pêşdaçuyîna Siwêd” re piştgirîyê bikin u jî zîyana daran re bibin manî.

Milleta Japon heyateka gelek sade u mutevazî dijîn.
Li gorî japonan mirovekî ku mala xwe bi mobîlya u eşya tije bike ew ruhen tekammul nebuye u mirovekî şerpeze u belengaz e.
Japon tinazê xwe bi mirovên awa dikin ji ên awan re dibêjin: “Evanan mala xwe kirine mezata eşya”
İnsanekî ku ji bona rîya u peyayê bibe hêsîrê eşya çiqas belengaz e.
Wextekê  ekonomîya Japon dikeve tengîyê u deynê hundur u derve heta ber bi qirikê tê. Serokwezîrê wê demê meclîsê dicivîne u derdikeve ser dikê u wuha dibêje:
“- Bila Xweda şahidê min be ku
Heta ku deynê japonyayê yek qurişê dawîn jî neyê dayîn
Ezê ji birincê pêve tiştekî nexwim u  ji van cilê ser xwe pêve tu cilekî li xwe nekim.
Tiştê ku dibêje tîne cî u
Lî her alîyê welat qampanya tê vekirin.
Japonya hemu deynê xwe xelas dike. Di vê qampanyayê de ji heft salîyan heta heftê salîyan hemu hemwelatîya piştgirî lê kiribu.

Gelo bi betalî vêxistina eletîrkê u betalî  herikandina avê u bi her awaîyî îsrafê ma em nakevin nav sinifa  zaliman?
 Heyat bi gelek tayên zirav hatiye hunandin.
Her tişt wusan bi heve girêdayîye ku;
Ez peyveka ku dî kitêba me ya dersê de derbas dibu tu car ji bîr nakim: “
Wuha dinivisand: “
Mîxek nalekî xelas dike
Nalek hespekî u hepsek jî serbazekî xelas dike.
Serbazek  ordîyekî,
Ordîyek jî welatekî xelas dike.

Debara me çawa dibe bila bibe;
Dixwazî em dewlemend bin u dixwazî em xizan bin,  divê em pirr baldar bin.
Di vir de edep u nezaketek pirr mezin ku maddîyatê derbas dike heye.  
(Min ev metna di înternetê de dîbu, lê nivîskarê wê ne belî bu)

Dînê îslamê jî, îsraf heram kiriye u ên israfê dikin gelek rexne kirîye. Lewra însanekî ku ji xwe re bibêje ez muslimanim u îsrafê bike divê hewceye ku hinekî din ji di ser rewşa xwe de bifikire.
Lewra îro bi mîlyaran însan li ser ruyê erdê tî u birçîne ji vanan gelkî wan jî musliman e. Resulê Xweda u Qur’ana kerîm qala biratîya muslimanan dike u dibêje : “Mu’mîn wek azayê laşekîne. Lî jêr hinek ayet u hedîs vê  meselê pirr xweş îzah dike.

Heta ku berzewac dîbîn sêwîyan bîcerîbînîn. Eger we dî wan de gîhîştînek (rûşdek) dît malê wan bîdîn wan. Bî tîrsa ku wê mezîn bîbîn (û malê xwe şunda bîgrîn) bî lez û îsrefî malê wan nexwun. Bîra zengîn xwe jî vêya bîkşîne û xîzan jî bîra lî gorî  îhtîyaca xwe buxwe. Gava we malê wan de wan, bîra lî ba wan şahîd hebe. Jî hesab dîtînê re Xweda bes e. (Nîsa:6)

Gelî zaryên Adem! Her cara ku hûn dîçîn mîzgeftê zîynet (kînc) ên xwe ên xweş lî xwe bîkîn, bîxwîn û vexwîn lê îsrafê nekîn. Lewra Xweda jî musrîfan hîz nake. (Araf:31)

“Ma hûn dev jî jînan berdîdîn û bî şehwetê nêzî mêran dîbîn? Bî rastî hûn qewmekî musrîf în.” (Araf:81)

Ewê bexçeyên bî çardex û bê çardex xurme û çand û zeytun û hînar ku fêkîyên cur bî cure û wek heve û ne wek heve xuluqandîye Ew e. Gava ku fêkî dîdîn jî fêkîyê wan bîxwîn. Gava çînandînê (xerîtandînê) de heqqê wan (sedeqe /zîkatê) bîdîn, lê îsraf nekîn. Lewra Xweda jî musrîfan hîz nake. (Enam:141)

Heqqê merîvên xwe û xîzanan û rêwîyan bîdîn wan. Lê betalî belav neke.
Lewra ewên bêperwa belav dîkîn, dostên şeytanan e. Şeytan jî, jî Rebbê xwe re nankor e.
(îsra:26-27)

Tu destê xwe hîşk lî sîtûyê xwe nepîçîkîne û bî tevayî jî veneke. Paşê tuyê şerpeze û poşman bîbî. (îsra:29)

Jî wan re bîbêje: “ Eger hûn xwedîyê xîzneyên rehmeta Rebbê mîn buna jî, we jî tîrsa xîzanîye tîştek nedîde kesî. Bî rastî mîrov pîrr çîkos e. (îsra:100)

Gava ew xerc dîkîn; ne îsrefê dîkîn û nejî çîkosîyê dîkîn. Dî nava wan herduyan de bî rêyaka navîn dîgrîn. (Furqan: 67)

Jî malbata Fîr’ewun, mu’mînekî ku bawerîya xwe veşartîbu got: “Ma hûnê zîlamekî ku dîbêje; Rebbê mîn Xwedaye bîkujîn. Tevî ku delîlên aşîkar jî Rebbê we, jî we re anîye jî. Eger derewîn be derewa wî jî wî re ye û eger dî gotîna xwe de rast be wê tîştê ku jî we re wead dîke were serê we. Bêşîk Xweda wan derewînên ku jî hed derketîye tu carî nagîhîjîne ser rêya rast. (Mu’mînun:28)

Kesê ku îktîsat bîke dewlemend dîbe u ê îsraf bîke xîzan dîkeve (Bêzzar)

Dî navbera îsraf u çîkosîyê re comerdî tê gotîn. Dî hedîsê şerîf te hate gotîn “kesê ku îktîsadê bike ezîyet nakşîne. (Taberanî)

Dî roja qiyametê de heta herkes bersiva vê pirsê nede ji hesap xelas nabe:
1- Umrê xwe çawa derbas kîr?
2- Bi îlmê xwe çawa emel kir?
3- Malê xwe li kuderê u çawa qezenc kir u li kuderê serf kir.
4- Cîsmê xwe , li ku betiland  (Tîrmîzî)

İsraf ji çikosîyê xeraptir e.
Dî dînê me de kirina tiştê nepêwîst u abes caîz nîne.
 

FİKRİ AMEDİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder