Ewên bawerî anîne, hîcret
kirine û di rêya Xweda de cîhad kirine hene; han evanan rehmeta Xwedê hêvî
dikin. Xweda, Xeffur û Rehim e. (Beqere118)
Mane û Esl û Esasê Hîcretê
“Hîcret” di ferhengê de tê maneya kes yajî kesên ku ji cîyekî koç bikin herin
cîyekî ye. Ev cihêbun bi laş jî, bi dil û ziman jî dibe. (73 /Muzzemmîl,10, 4
/Nîsa: 34) Di ayetekî de jî, tê maneya ku dil, ji tiştên ji xêynî Xweda
cihêkirin ber bi Xweda ve kirin e ku ev îbadet, ji Xweda re hîcretkirin e.
(Enkebut:26) Hîcret bi istilahî koça ku pêxemberê me, di sala 622 de ji Mekkê
çuye Medînê ye.
Bêşik di dîroka îslamê de û jîyana pêxemberê me de herî buyera girîng Hîcret e.
Lewra ev buyer, di teblîxê de nuxteyek girîng e. Di hebuna dînê Tewhîdê de derî
ye, zîndebune û bingehê avabuna dewleta Îslamê ye.
Qur’an ji wan însanên fedekar re, ewên ku bi pêxemberê me re destan nivîsîne re
dibêje, “muhacîr”.û bi peyvên herî şêrîn peznê wan dide:
“Ji Muhacir û Ensar ewên ketine pêşîyê (berê hemuyan bune musliman) û ewên bi
xweşî dane pêy wan hene, Xweda ji wan razî buye û ew jî, ji Xweda razî bune.
Xweda ji bo wan cinnetên di binî de çem diherike hazir kiriye û wê di wir de
dewamî bimînin. Han xelasîya mezin ev e. (Tewbe: 100)
Ewên bawerî anîne û hîcret kirine û di rêya Xweda de cîhad kirine hene; han
evanan rehmeta Xwedê hêvî dikin. Xweda, Xeffur û Rehim e. (Beqere118)
Rebbê wan jî îcabetî wan kir (bersiv da wan û got): “Mêr dibe jin dibe keda we
kesî zayî (betal) nakim. Hûn ji hevûdin in. Ewên hîcret kirine û ên ji war û
welatê xwe hatine derxistin û ên di rêya min de îşkence dîtine û ên şer kirine
û hatine kuştin hene; ezê qusurê wan binuxînim û ezê wan têxim cinnetên di
binîde çem diherike.” Ev xelat ji bal Xweda ye. Xelatên herî xweş li bal Xweda
ye. (Alî- Îmran:195)
Bi rastî ewên bawerî anîne û hîcret kirine û bi mal û canê xwe di rêya Xweda de
cîhat kirine û ewên (Muhacir) hebandine û alîkarîya wan kirine (Ensar) hene,
han evanan welîyê hevudin in. Ewên bawer kirine û hîcret nekirine jî, heta hîcret
nekin, tu welayeta we, bi wan re tune. Lê eger di xususa dîn de alîkarîyê ji we
buxwazin, ji xêynî ku ne li hemberî qewmekî ku di nava we û wan de peyman heye,
alîkarî kirin li ser we deyn e. Xweda, kar û kirinên we dibîne. (Enfal:72)
Ewên bawerî anîne û hîcret kirine û di rêya Xweda de cîhad kirine û (ewên
Muhacir) hebandine û alîkarîya wan kirine (Ensar) hene, han mu’mînên rast
evanan in. Ji bo vanan mexfîret û rizqekî mezin heye. (Enfal 74)
Ewên paşê bawerî anîne û hîcret kirine û bi we re cîhad kirine jî hene, han
evanan jî, ji we ne. Mervatî (eqreba) li gorî kitêba Xweda (di mîrat de)
nêzîktirê hev in. Bi rastî Xweda bi hemu tiştî dizane. (Enfal:75)
Ji ewên bawerî anîne û hîcret kirine û bi mal û canê xwe di rêya Xweda de cîhad
kirine re, li cem Xweda dereceyên mezin heye. Han ewên xelasî û bextîyarî
dîtine evanan in. (Tewbe:20)
Sedema Hîcretê:
Ji ber zilm û biserdeçuna muşrîkê Mekkê û lîderên wan ên zalim ve berê
muslimanan du caran hîcretî Hebeşîstanê kiribun. Wan li Mekkê tecawuzê mal û namusa
kesî nekiribun û qesta kuştina kesi jî nekiribun. Tu sûcekê wan yê awa tunebu.
Tu kesî nikaribu ji wan re bigotana ew dizin, kesên xerabin, rê dibirin û
şêlewan in. Bîlakîs di piştî dawetên pêxember (a.s.) de wan daweta wî qebul
kiribun û dev ji xuy û xesletên xwe yên xerab, berdabun.
Wan hizur û asayîşa civata ehlê Mekkê jî xerab nekiribun. Lê sûcekê wan yê herî
mezin hebu. Wan digot: “Lâ îlâhe îllâllah Muhammedü’r Rasûlullah- Ji Xêynî
Xweda îlah tune û Muhammed Resulê wî ye. Ev peyv hem ji bona wan û hem ji bona
dewleta Mekkê ya olîgarşîk pirr girîng bu. Muslimanan bi vê peyvê dev ji
bawerîyên xwe yên berê, ehlaqên xwe û jîyana xwe û dînê xwe yên berê ku ji
talan û nîzama koletîyê re xizmet dikir berdidan.
Eger ev gotinek alelade buya wê serokên Mekkê deng nekirana. Ma wê çima deng
bikirana ku? Jixwe ji peyvekan peyvek bu. Bigotana çiye negotana çi ye? Lê
rastî ne bi vî awayî bu... Kesê ku ev peyv digot diguherî, dibu însanekî din.
Dida pêy Hz. Muhammed (s.a.s.), tiştê ku digot di jîyana xwe de tatbîq dikir.
Tixubê ku olîgarşîya Mekkê kişandibu dicutin û ev însanana ji bin qontrola wan
derdiketin. Bi vî awayî ji bona despotan dibun mesele û pirsgirîk.
MU’mînên ku wahîya Muhammed (a.s.) qebul kiribun, rojekê bi mecburî ji ber
zordestî û kotekîya muşrîkan ve derketin rêwîtîyek bawerî yê. Wê di vê rêwîtîyê
de bawerî ji bona wan bibuya jîyan. Ji bona bawerîyê terka welatê xwe û hemu
hebuna xwe bikirana.
Ev rêwîtî ne rêwîtîyek alelalede bu. Ev koçeka ji bona ku aborîya xwe pêş de
bibin yajî ji bona ku jîyaneka herî çêtir bijîn loma yajî dewlemendî û zîv û
zêrê wê deverê nebu. Ev hîcret ji bona ronahîyê, xelasîyê, nura Îslamê û ji
bona ku teblîxa Îslamî bigîhîjinin deverên herî dûr loma bu. Ev rêwîtî ji bona
ku Ji Xwedê Teala re bi heqqî evdîtîyê bikin loma bu.
Hîcret, ji bona dîroka îslamê roja vebun û şax dayînê ye. Îslam bi hîcretê di
plana cîvakî de hat tetbîqkirin. Bi hîcretê bu dewlet û hakimyeta xwe ava kir.
Gelek însan bi xêra vê dewletê li vir civîyan û bun musliman.
Di piştî bey’ata Akebeyê ya Yekemîn û Duyemîn ve Muslimanên li Mekkê yek bi yek
carnan eşkera û carnan jî bi dizî koçî Medîneyê kirin. Dawîya dawîn pêxemberê
me bi Hz. Ebu Bekir re hîcretî Medînê kirin. Bi hîcreta wî li Medînê kêf û
şahîyek mezin çêbu. Hatina wî bi qesîdeya ku digotin: “Li ser girê vedâ ê de
hîv di ser me de hilat” dîrok neqişandin.
Bi hîcreta wî navê Yesrîbê hate guherandin û bi navê “Medînetü’n-Nebî= Bajarê
Pêxember” hat navkirin.
Di Qur’anê De Hîcret:
Ewên bawerî anîne û hîcret kirine û di rêya Xweda de cîhad kirine hene; han
evanan rehmeta Xwedê hêvî dikin. Xweda, Xeffur û Rehim e. (Beqere:218)
Rebbê wan jî îcabetî wan kir (bersiv da wan û got): “Mêr dibe jin dibe keda we
kesî zayî (betal) nakim. Hûn ji hevûdin in. Ewên hîcret kirine û ên ji war û
welatê xwe hatine derxistin û ên di rêya min de îşkence dîtine û ên şer kirine
û hatine kuştin hene; ezê qusurê wan binuxînim û ezê wan têxim cinnetên di
binîde çem diherike.” Ev xelat ji bal Xweda ye. Xelatên herî xweş li bal Xweda
ye. (Alî- İmran:195)
Ew duxwazin wekî ku ketine kufrê, we jî têxin kufrê û hûn bi wan re yek bibin.
Ji ber vê yekê heta ew di rêya Xweda de hîcret nekin, bi wan re nebin dost.
Eger wan rû zivirand bi wan bigrin û wan bikujin. Ji wan ne dost û nejî
alîkarekî bigrin. (Nîsa: 89)
Gava melaîket canê wan kesê ku li nefsa xwe zûlim kirine distîne, dibêjin: “Hûn
di çi karî de bun, we (ji bo dînê xwe) çi dikir?” Ew jî dibêjin: “Em li ser
erdê aciz (û belengaz) hatibun hiştin (mustazaf bun).” Melaîket ji wan re
dibêjin: “Ma erdê Xweda fireh nebu, we ji wê derê hîcret bikirana?” Cîyê evanan
cehennem e. Ew der çi cîyekî nerind e98- Lê ji mêr û jin û zarokên mustezaf
(belangaz /aciz) ku bêçarane û rêyekî ji xwe re nabînin ne têde.
Hêvî heye ku Xweda wan effu bike lewra Xweda, effukar û Xeffur e.
Kî di rêya Xweda de hîcret bike, wê li ser erdê gelek cî û firehîyê bibîne. Kî
ji bo Xweda û resulê wî, bi nêta hîcretê ji mala xwe derkeve û paşê mirin bi wî
bigre xelata wî li ser Xweda ye. Xweda, Xeffur û Rehîm e. (Nîsa: 97-100)
Bi rastî ewên bawerî anîne û hîcret kirine û bi mal û canê xwe di rêya Xweda de
cîhat kirine û ewên (Muhacir) hebandine û alîkarîya wan kirine (Ensar) hene,
han evanan welîyê hevudin in. Ewên bawer kirine û hîcret nekirine jî, heta
hîcret nekin, tu welayeta we, bi wan re tune. Lê eger di xususa dîn de
alîkarîyê ji we buxwazin, ji xêynî ku ne li hemberî qewmekî ku di nava we û wan
de peyman heye, alîkarî kirin li ser we deyn e. Xweda, kar û kirinên we dibîne.
(Enfal: 72)
Ewên bawerî anîne û hîcret kirine û di rêya Xweda de cîhad kirine û (ewên
Muhacir) hebandine û alîkarîya wan kirine (Ensar) hene, han mu’mînên rast
evanan in. Ji bo vanan mexfîret û rizqekî mezin heye.
Ewên paşê bawerî anîne û hîcret kirine û bi we re cîhad kirine jî hene, han
evanan jî, ji we ne. Mervatî (eqreba) li gorî kitêba Xweda (di mîrat de)
nêzîktirê hev in. Bi rastî Xweda bi hemu tiştî dizane. (Enfal: 74-75)
Ji ewên bawerî anîne û hîcret kirine û bi mal û canê xwe di rêya Xweda de cîhad
kirine re, li cem Xweda dereceyên mezin heye. Han ewên xelasî û bextîyarî
dîtine evanan in.
Rebbê wan ji bal xwe ve mizgîna rehmetê, xweşîyê û cinnetên ku ji bo wan têde
nîmetên dewamî heye dide wan.
Di wir de ebedî dimînin. Bêşik xelata mezin li bal Xweda ye. (Tewbe:20-22)
Eger hûn alîkarîya wî nekin, (bizanibin) ku Xweda alîkarîya wî kirî ye. Gava ji
du heban yekbu û kafiran jî ew (ji mekkê) derxistibun, tedî ew di şikeftê de
bun. Wî ji hevalê xwe re gotibu: “Xemgîn nebe, Xweda bi me re ye.” Bi vî awayî
Xweda di ser wan de huzûr û sikunet daxistibu û bi eskerên ku we nedit
piştvanîya wî dikir û peyva kafiran (şîrk) jî, rezîl û riswa kir. Peyva Xweda
(tewhîd) jî, herî bilind e. Xweda Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Tewbe: 40)
Ji Muhacir û Ensar ewên ketine pêşîyê (berê hemuyan bune musliman) û ewên bi
xweşî dane pêy wan hene, Xweda ji wan razî buye û ew jî, ji Xweda razî bune.
Xweda ji bo wan cinnetên di binî de çem diherike hazir kiriye û wê di wir de
dewamî bimînin. Han xelasîya mezin ev e. (Tewbe:100)
Bi sond Xweda, li ser pêxember û Muhacir (ên di saeta tengîyê de tabi’ê wî
bune) û Ensaran towbe îhsan kir. Wêgavê di nava wan de, hindik mabu dilê
hinekan biterişîya. Lê Xweda towbeyên wan qebul kir. Lewra ew li hemberî wan
pirr bi şefqet e û pirr Rehm e.
(Tewbe: 117)
Ewên piştî ku li wan zûlim hatiye kirin û di rêya Xweda de hîcret kirine jî
hene; emê wan li dinyayê bi rindî bi cî bikin. Xelata axretê jî mezintire.
Xwezî bizanibuna.
Ewên sebir kirine û xwe sipartine Rebbê xwe evanan in. (Nehil:41-42)
Paşê Rebbê te, alîkarîya ewên piştî ku ezîyet dîtine û hîcret kirine û paşê şer
kirine û sebir kirine dike. Bêşik Rebbê te di piştî vêya de jî pirr Xeffur û
pirr Rehîm e. (Nehil:110)
Ji bo ku te ji warê te derxînin, hindik mabu dinya li te teng bikirana. Paşê ew
jî di pêy te de pirr nediman.
Sunneta me ji pêxemberên berê te re şandibu jî, ev bu. Tu di sunneta me de qe
guherandinekî nabînî. (Îsra: 76-77)
Û wuha bibêje: “Rebbê min! Cîyê ku ezê bikevimê, min bi rastî û dûrûstî bixe
wir û cîyê ku ezê jê derkevim jî, min bi rastî û dûrûstî jê derxîne û ji bal
xwe ve quwweteka alîkar bide min. (Îsra: 80)
Ji bo ku wan (mu’mînan) gotine: “Rebbê me Xweda ye,” bi neheqî ji warên xwe
hatine derxistin. Eger Xweda hinek mirov bi hinekan neqewurenda; wê manastir û
dêr û hewra û mizgeftên ku navê Xweda tê de pirr tê zikirkirinê bihatina
hilkişandin. Kî alîkarîya (dînê) Xweda bike, ew jî alîkarîya wî dike. Bêşik
Xweda bi hêz û Ezîz e. (Hecc:40)
Ewên di rêya Xweda de hîcret kirine û hatine kuştin yajî dimrin hene; wê Xweda
wan bi rizqekî pirr rind bide riziqkirin. Bêşik Xweda, çêtirê riziqvanane.
Wê wan têxe cîyekî ku pê qayîl dibin. Xweda, zana ye mulayîm e. (Hecc58-59)
Ji nava we ewên xwedî fezîlet û maldar hene, bira sond nexwin ku wê ji malê xwe
nedin pismamê xwe û xizanan û ewên di rêya Xweda de hîcret kirine. Bira effu
bikin û (xeletên wan) xweş bibînin. Ma hûn naxwazin Xweda li we mexfîretê bike?
Xweda pirr Xeffur û pirr Rehîm e. (Nur:22)
Û pêxember dibêje: “Rebbê min! Bi rastî qewmê min ev Qur’an terikandin.
(Furqan:30)
Vêca Lut pê bawerî anî û (Îbrahîm) got: “Bi rastî ezê ber bi Rebbê xwe ve hîcret
bikim. Ew Ezîz û xwedî hukum û hîkmet e. (‘Enkebut: 30)
Gelî evdên min ên bawerî anî ne! Bêşik erdê min fireh e. Êdî ji min tenê re
îbadet bikin. (‘Enkebut:56)
(Ji alîyê min ve) bibêje: “Gelî evdên min ên bawerî anîne! “Ji Rebbê xwe
bitirsin. Li vê dinya kî qencîyê bike jê re qencî heye. Erdê Xweda fireh e. Wê
xelata ewên sebir kirine, bêhesab ji wan re bê dayîn.” (Zûmer: 10)
Ev xenîmetên ku Xweda daye we; Ji bo wan muhacirên xizan e, ku evanan ji mal û
warê xwe hatine derxistin û Ji Xweda lutf û razayî xwestine û alîkarîya dînê
Xweda û pêxemberê wî kirine. Ewên rast û dûristin evanan in.
Ewên berî wan Medîne ji xwe re kirine war û bawerî xistine dilê xwe jî, ew ji
muhaciran hiz dikin û ji ber tiştê ku ji wan re tê dayîn, di dilê xwe de tu
hewcetî nabînin. Ew di hewcetîyê de bin jî, birayên xwe di ser xwe re digrin.
Kî xwe ji çikosîya nefsa xwe biparêze, han ewên xelas bune evanan in.
Ewên di pêy wan de hatine dibêjin: “Rebbê me! Tu mexfîretê li me û li birayên
me yên berê me bike. Tu di dilê me de tu kînekî ji ên bawerî anîne re çêneke.
Rebbê me! Bêşik tu Reuf (bi şefqet) û Rehîm î. (Heşr: 8-10)
Gelî ewên bawerî anîne! Gava jinek mu’mîn hîcret kir û hat cem we, wan îmtihan
bikin. Xweda bi bawerîya wan çêtir dizane. Eger hûn bizanibin ku bera ew jinên
Mu’min in; wan ber bi kafiran de şunda venegerînin. Lewra ne evanan ji wan re
helale û ne ew ji evanan re helal e. Tiştê ku wan ji bo van pirrekan xerc
kirine (mehîra wan) bidin wan. Eger hûn mehîra wan jinên mu’min ku hîcret
kirine bidin wan û wan li xwe mar bikin guneh li ser we tune. Wan jinên kafir
di bin mare xwe de nehêlin û tiştê we ji bo wan xerc kiriye ji wan bixwazin.
Bira ew ji (mehîra ku dabu jinên mu’min) bixwazin. Ev hukmê Xweda ye. Di nava
we de hukum dide. Xweda zana ye û xwedî hukum û hîkmet e. (Mumtehîne: 10)
Ji ber gotinên wan ve tu sebir bike û bi xweşî ji wan biqete. (Muzzemmîl: 10)
Û ji pîsîyê dûr bisekine. (Muddessîr: 5)
FİKRÎ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder