Kelîma şehîd bi Erebîye û ji koka (Ş-H-D) derketî ye. Hem bi faîlî û hem bi mefûlî tê karanîn. Di ferhengê de tê meaneya hazir bu, di hizurê de bu, şehadet kir û muşahede kir. Dîtina bûyerekî, gîhandine tiştekî û bi pênc ûzvên xwe yên hîssî tiştekî hînbun jî, dikeve nava me’ana vê fîilî. Mola Xusrev dibêje: “Şehîd; Muslîmanên ku aqil û balîxe û bi neheqî hatiye kuştin re tê gotin.” Alaûddîn el-Haskafi gava kelîmeya şehîdîyê tehlîl dike, wuha dibêje: “Şehîd; di weznê feîl de û di mana mefûl de ye. Lewra şehîd, li cem Rebbê xwe zînde ye. Ji ber vê yekê ew şehîd e.” Îmam-ê Mergînanî jî, tarîfek din anî ye: “Şehîd; ew kesê ku muşrîkan kuştîye yan berhemekî ku di meydana şer de birîndar buye lê heye yajî kesê ku Muslîmanan bi zilumkarî kuştî ye. Pêxember (s.a.v) gotîye: “Hûn bi birînên wan û xwîna wan, wan defin bikin. Wan neşon.”
Şehîd ; ew mukellefe ku ji bo razayîya Xweda û avakirina hukmên îslamê şer dike û xwe feda dike. Mexseda kesê ku îbadeta cîhadê tîne cî, şehadet e. Qur’an di vê xisûsê de wuha dibêje:
“Ji ewên di rêya Xweda de hatine kuştin re nebêjin mirî. Naxêr ew saxin û li bal Rebbê xwe têne riziqkirin.
Ew, bi fezl û kerema ku Xweda deye wan kêfxweş in. Û ew, dixwazin mizgînê bidin ewên para hê negîhîştine wan. Ji wan re ne tirs heye û ne jî xemgîn dibin.” (Âlî –Îmran: 169-170)
Dîsa di ayetek din de Xwedê Teala wuha ferman dike: “Hûn ji wan kesên ku di rêya Xweda de hatine kuştin re nebêjin: “ Ew mirî ne” Na ew saxin, lê hûn ne di şiûra vêya da nin.” (Beqere: 154)
Bi nassan sabîte ku, kesên ji bona hakimîyeta Îslamê bixebite û di vê rê de bimre ehlê cinnetêye û şehîd e.
Kêsên ku di bin emrê hêzên Taxûtî de de şer dikin; welew Muslîman bin jî, tu carî nabin şehîd. Lewra merteba şehadetê; nîmetekî wusaye ku Xwedê Teala ew daye kesên ku di rêya wî de û ji bo razayîya Wî şer kirî ye.
Gelo şehîdên dijîn kîne? Ew kesên ku di rêya Xweda de hatine kuştin in. Bi tenê ji bona rêya Xweda, Razayîya Xweda kesê ku bitenê cî daye vê mexsed û mirazê ye.
Dİ QUR’ANÊ DE ŞEHİD-ŞEHADET
Hûn ji wan kesên ku di rêya Xweda de hatine kuştin ra nebêjin: “ Ew mirî ne” Na ew saxin, lê hûn ne di şiûra vêya da nin. (2/154)
Eger (di Uhudê de) birînek gîhiştibe we, (di Bedirê de jî,) birînek gîhîştîye wî qewmî. Awa ye. Ji bo ku Xweda ên bawer kirine derxîne meydenê û ji we şahidan çêbike loma Em van rojan di navbere mirovan de digerînin. Xweda, ji zaliman hiz nake. (3/140)
Û Xweda, ji bo ku mu’mînan ji gunehên wan paqij bike û kafiran jî helaq bike loma (van rojan di navbere mirovan de digerîne). (3/141)
Xweda heta ji we ên cîhad kirine eşkere neke û ên sebir kirine dernexîne meydenê, Ma hûn guman dikin ku, hûnê herin cinnetê? (3/142)
Eger hûn di rêya Xweda de bimrin yajî bêne kuştin, mexfîret û rehmeta Xweda ji wî malê ku komkirine çêtir e. (3/157)
Bi sond, eger hûn bimrin yajî bêne kuştin, bi rastî hûnê li bal Xweda bêne civandin. (3/158)
Ji ewên di rêya Xweda de hatine kuştin re nebêjin mirî. Naxêr ew saxin û li bal Rebbê xwe têne riziqkirin.
Ew, bi fezl û kerema ku Xweda deye wan kêfxweş in. Û ew dixwazin mizgînê bidin ewên para hê negîhîştine wan. Ji wan re ne tirs heye û ne jî xemgîn dibin.
Ew mizgîna nîmet û lutfa ji Xweda hatiye dide wan. Xweda, ecrên mu’mînan zayî (betal) nake.
Ji bo ewên, piştî ku êş û birîn li wan ketibu jî, dîsa îcabetî banga Xweda û pêxemberê wî dikirin û ewên di nava xwe de qencîyê dikin û ewên xwe ji gunehan diparêzin re ecîrekî mezin heye.
Gava hinek mirovan ji mu’mînan re gotibu: “Dijminê we li hemberî we civiyane, ji wan bitirsin (yajî xwe biparêzin).” Vê gotinê bawerîya wan zêde kiribu û gotibun: “Xweda ji me re bese, ew çi wekîlekî rind e!”
Ji ber vê yekê ew bi nîmet û bereketa Xweda şunda zivirîn û tu neqencîyek negîhîşte wan. Wan da pê razayîya Xweda. Xweda, xwedî lutfeka mezin e. (3/169-174)
Rebbê wan jî îcabetî wan kir (bersiv da wan û got): “Mêr dibe jin dibe keda we kesî zayî (betal) nakim. Hûn ji hevûdin in. Ewên hîcret kirine û ên ji war û welatê xwe hatine derxistin û ên di rêya min de îşkence dîtine û ên şer kirine û hatine kuştin hene; ezê qusurê wan binuxînim û ezê wan têxim cinnetên di binîde çem diherike.” Ev xelat ji bal Xweda ye. Xelatên herî xweş li bal Xweda ye. (3/195)
Kî ji Xweda û pêxemberê wî re îtaet bike; han evanan bi pêxemberên ku Xweda lutfî wan kiriye û siddîqan û şehîden û salihan re ne. Ew çi hevalên rindin! (4/69)
Ewên li hemberî axretê heyata dinyayê firotine, bire di rêya Xweda de şer bikin. Kî di rêya Xweda de şer bike û bê kuştin yajî serfîrez bibe, ji wî re ecîrekî mezin heye. (4/74)
Ji mu’mînan ewên bê sebeb di mala xwe de rûniştîne û ewên bi mal û canê xwe di rêya Xweda cîhad kirine nabin wek hev. Xweda ewên bi mal û canê xwe cîhad kirine bi payekî (derecekî ) ser ên rûniştî re girtî ye. Ji hemuyan re rindî (cinnet) wad kirîye. Lê Xweda mucahîd bi ecîrekî mezin di ser ên rûniştî re girtî ye. (4/95)
- (Ji mucahîden re) ji bal xwe ve derece û mexfîret û rehmet (deye wan). Xweda, Xefur û Rehîm e. (4/96)
Bibêje: “Hûn ji bo me, ji herdu qencîyan (şehîdî û zafer) pêvtir ma li bende tiştekî din in. Lê em li bende ne ku Xweda ji alîyê xwe ve, yajî bi destê me ezabekî bigîhîjîne we. Êdî hûn bisekinin. Em jî bi we re sekinîne.” (9/52)
Bêşik Xweda mal û canê mu’mînan li hemberî cinnetê ji wan kirî ye. Ew di rêya Xweda de şer dikin û dikujin û dimrin. Ev di Tewret û Încîl û Qur’anê de wade Xweda ye. Gelo ji Xweda çêtir kî heye ku wade xwe bîne cî? Wêgavê ji ber tîcareta xwe kêfxweş bibin. Han xelasî û serkeftina mezin ev e. (9/111)
Ewên di rêya Xweda de hîcret kirine û hatine kuştin yajî dimrin hene; wê Xweda wan bi rizqekî pirr rind bide riziqkirin. Bêşik Xweda, çêtirê riziqvanane. (22/58)
Gava hûn di şer de leqayî kafiran hatin, li situyê wan bixin. Gava we zore wan bir û hûn bi ser wan ketin, wan zexm girêdin. Piştî ku şer xelas bu, yan wan bi xweşî û qencî berdin yajî fîdyeyê ji wan bistînin û wan berdin. Emrê Xweda ev e. Eger Xweda bixwesta wê heyf ji wan bistende. Lê we bi hev diceribîne. Ewên di rêya Xweda de hatine kuştin jî hene; Xweda tu carî emelên wan puç û betal nake. (47/4)
Wan digîhîjîne hîdeyetê û rewşa wan rast û islah dike. (47/5)
Wê wan têxe cinnetên ku bi wan debu naskirin. (47/6)
Di HEDÎSÊN ŞERÎF DE ŞEHÎD Û ŞEHADET
986 - Hz. Enes (radıyAllahu anh) dibêje: "Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) kerem kir got:
“Ji ehlê cinnetê tu kes naxwaze vegere dinyayê. Hemu tiştê ku li ser rûyê erdê li wir heye. Lê şehîd ne wusa ye. Ew, ji ber îkramên ku mazhar buye, dixwaze vegere dinyayê û deh caran şehît bibe.”
Di vê rîwayetê de ev zêdeyî jî heye: “şehîdî ne têde. Ew ji ber şehîdîyê ve, ji ber keramat û serkeftîyên mazhar buye ve (dixwaze vegere).” Buxarî, Cîhad 5, 21; Muslîm,Îmaret 108, 109, (1877); TirmizÎ, Fedâîlu’l-Cîhad 13, (1643); Nesaî, Cîhad 30, 6, 32).
988 - Hz. Muğîre (radıyAllahu anh) wuha got: "Peygamberê me (aleyhissalâtu wesselâm), rîsaleta Rebbê me anî ye û ji mera îlam kir ku: “Ji me kî bê kuştin cinnetî ye. Ji ber vê yekê bi qasî ku hûn ji jîyanê hiz dikin pirtir, em ji mirinê hiz dikin.” Buxarî, Cîzye 1, Tewhîd 46, (Buxarî, di Kitabu’t-Tewhîdê de bi muallaqî qeyd kirî ye. Rezîn tomarî qeyd kirî ye)
989 - Ebu Katâde (radıyAllahu anh) dibêje: "Zilamekî ji Resulullah (s.a.v) pirsî got:
"- Ya Resulullah! Eger ez di rêya Xweda de bêm kuştin, gelo wê hemu gunehên min bê effukirin?”
Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) kerem kir got:
"-Belê, eger tu sebir bikî, li benda xelatan bî, para nerevî û pêş de herî bêy kuştin (wê hemu gunehên te bê effukirin).
Û ji zilam dîsa pirs kir got:
" Te çawa pirs kiribu?"
Zilam pirsa xwe bi eynî awayî dûbar kir. Di ser vê yekê re pêxember (a.s) gotinên xwe wuha temam kir got:
" Belê ji xêynî deynê (evd) wê hemu gunehên te bê effukirin. Zîra Cebraîl xebera vê xisûsê da min!” Muslîm, Îmaret 117, (1885); Muvatta, Cîhad 31, (2, 461); Nesâî, Cîhad 32, (2, 33).
990 - Muslîm, ji Abdullah İbnu Amr İbni’l-Âs (radıyAllahu anhümâ)’wuha qeyd dike:
"- Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) wuha kerem kir got:
" ji xêynî deynê şehîd hemu gunehên w îtê effukirin.” Muslîm, Îmaret 118.
991 - Fadale İbnu Ubeyd dibêje min ji "Hz Ömer (radıyAllahu anh)’got min ji Hz. Pêxember (s.a.v) guhdar kir û ev hedîs rîwayet kir:
"bi çar awayî şehîd heye.
1- Mu’mînekî ku bawerîya wî saxlem e. Rastî dijmin tê, heta dimre ji Xweda re sadiq dimîne han ev kes ew şehîdê herî raste ku roja qiyametê însan dilê xwe dibijînê û çâvê xwe vedikin û lê dinêrin. Gava lê dinêrin serê xwe bilind dikin û kumê wan dikeve erdê. (Fadâle dibêje:) " Ev kumê Hz. Ömer bu yan kumê Resulullah (s.a.v) bu min feam nekir.”
2-Bawerîya wî saxlem e (lê bi qasî ê berê ne xwedî şecaet e). Mu’mînek rastî dijmin tê, tirsana laşê wî wekî ku dirikê dara talhê tê re çuye dicirife. Vê gavê bi derba tîrek serserî jîyana xwe hinda dike. Dereca vê şehîdîyê, dereceya duyemîn e.
3- Mu’mine kî ku emelên xwe yên baş û xerab li navhev xistî ye. Rastî dijmin tê. Di vê rasthatinê de (di sebir û şeceatê de li benda xelata şehidîye) ji Xweda re sadiq dimîne. Gava bimre dereca şehîdîya vîya, dereca sêyemîn e.
4. Mu’mînekî gunehkar rastî dijmin tê, heta dimre ji xweda re sadiq dimîne. Dereca şehîdîya vîya jî, dereca çaremîn e.” Tirmizî, Fedaîlu’l-Cîhad 14, (1644).
992 - Yahya İbnu Saîd (radıyAllahu anh) dibêje: “(Di Bedrê de) Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) em ji cîhadê re teşwîq kirin û Cinnet bi bîr anî. Di vê esnayê de ji Ensar yekê xurmeyên di dest xwe de dixwar. Nişkave wuha got: “Eger ez heta ku vanan biqedînim û runêm, wê gavê min ji dinyayê re pirr xirs kirî ye.” Xurmeyên di dest xwe de avêt, şûrê xwe kişand û heta ku hate kuştin şer kir.” Muvatta, Cîhad 42, (2, 466); Buxarî, Megâzî, 17; Muslîm, Îmaret 145, (1901).
993 - Hz. Berâ (radıyAllahu anh) dibêje: " Zilamekî ku zirx li xwe kiribu hate cem Resulullah û jê pirsî: “ Ya resulullah! Ez hema têkevim şer yan bibim Muslîman? Pêxember (s.a.v) got:
“-Berê bibe Muslîman paşê têkeve şer. Zilam bu Muslîman, kete şer û paşê hate kuştin.”
Resulullah di derheqê wî de wuha kerem kir got:
“-Emelekî hindik kir lê pirr tişt bi destxwe xist.” Buxarî, Cîhad 1.3; Muslîm, Îmaret 144, (1900).
994 - Râşid İbnu Sa’d, ji zatekî ku mensubekê eshabe neqil dike û dibêje: “Zatek hat cem Resulullah û jê pirsî got: “Ya Resulê Xweda, ma çima mu’mînên ji xêynî şehîdan mane di gorê de têne îmtîhankirin?” Resulullah wuha bersiva wî da: “Di dema mirina şehîd de li ser serê wî hîskirina biriqandina şûran bi îmtihanî jê re kafî ye.” Nesâî, Cenâîz 112.
995 - Ebu Hüreyre (radıyAllahu anh) dibêje: "Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) kerem kir got:
"İzdiraba ku şehîd di dema (derba) mirinê de hîs dike, herwekî ku ji we yekê bi qasî di dema quruncandinê de hîs kiribe.” Tirmizî, Fedâîu’1-Cîhad 26, (1668).
996 - İbnu Mes’ud (radıyAllahu anh) dibêje: "Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) kerem kir got:
"Rebbê me ji vî kesê ku di rêya Xweda de şer dike re taaccub kirî ye. Hevalên wî mexlub bune û revîyan e. Lê ew (ji ber ku revê heram dihesibîne) bi îdraqa mesulîyeta xwe şunda vedigere tê û heta ku dimre bi dijmin re şer kirî ye. Di ser vê yekê re Ew Xwedayê Ezîz û Celîl ji melaîketan re wuha dibêje: “Li vî evdê min binêrin,bi (xelata xwe) ya ku li cem min fikirî û ji (ceza) yê ku li bal min tirsîya û şunda vegerîya. Heta ku mir şer kir.”
Ebu Dawud, Cîhad 38, (2536).
Abdü’l-Habîr İbn û Qays İbni Sabit İbni Qays İbni Şemmâs an ebîhi an ceddihi (radıyAllahu anh) dibêje:
“Pîrekek bi navê Ummu Xalid ku rûyê wê nuxwamtî bu, hate xwest ji Resulullah (s.a.v) rewşa kurê xwe yê ku di rêya Xweda de hatiye kuştin bipirse. Ji eshaban yekê ji pîrekê re got: “Ma rûyê te nuxwamtîye jî, tuyê bêy ji Resulullah kurê xwe pirs bikî? Pîrekê wuha bersiva wî da: “Min kurê xwe hinda kiribe jî, min jiyana xwe hinda nekirî ye.”
Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) ji pîrekê re got:
" Kurê te mukafata du şehîdan bi dest xwe xistî ye!” Gava pîrekê ji Resulullah pirsî got:
“-sedema vîya çiye Ey Resulê Xwedê? (Resulullah ) wuha bersiva wî da got:
“-Lewra ehlê kitêb ew kuştibu!” Ebu Dawud, Cîhad 8, (2488).
997 - Sehl İbnu Huneyf (radıyAllahu anh) dibêje: "Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) kerem kir got:
“Kî bi rastî (û durûstî) ji Xweda şehîdbunê taleb bike, ew di nav livînê xwe da bimre jî, Xweda wî digîhîjîne derece şehîdan.” Muslîm, Cîhad 156, 157, (1908, 1909); Ebu Dawud,Salât 361, (1520); Tirmizî, Fedâîlu’1-Cîhad 19, (1653); Nesâî-Cihâd 36, (6, 36); İbnu Mâce, Cîhad 15, (2797).
998 - Ebu Mâlik el-Eş’ârî (radıyAllahu anh) dibêje: "Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) kerem kir got:
"Kî di rêya Xweda de ji mala xwe derkeve û paşê bê kuştin, yajî hespa wî yajî deva wî (wî bavêje erdê û) situyê wî bişkîne yajî (heywaneka) jehrê pêvede yajî di nav livînê xwe de bimre yajî bi kîjan mirina ku Xweda miraz kirîye miribe bila bimre, bi şehîdî dimre.” Ebu Dawud, Cîhad 15, (2499).
999 – li gorî rîwayetek din ya Ebu dawud jî, ji Resulullah hat,ye pirskırın gotine:”Ey Resulê Xweda! Wê kî bikeve cinnetê?” Wî jî, wuha bersiv daye:”pêxember cinnetî ye, şehîd cinnetî ye, zarok (ên piçuk mirine) cinnetî ne, zarokên zindî hatine definkirin cinnetî ne.” Ebu Dawud, Cîhad 27, (2521).
1000 - Ebu’n-Nasr (radıyAllahu anh) dibêje: "Resûlullah (aleyhissalâtu vesselâm) çu zîyareta şehîdên Uhudê û got: “Evanan hene evanan, ezê ji bona vanan şehadet bikim.”Ebu Bekir (r.a) got: “ Ya Resulullah! Ma em ne birayên wan in? Ew çawa bun Muslîman em jî, wusa bun Muslîman. Wan çawa cîhad kir, em jî, wusa cîhadê dikin.”Resulullah wuha bersiva wî da got:
“ Belê (tiştê ku hûn dibêjin rast e.) lê di pêy min de ez nizanim ku hûnê çi bîd’atan derînin.
Hz. Ebu Bekir (r.a) girîya, girîya û paşê wuha got: “
- Yano emê di pêy te de bimînin.” Muvatta, Cîhad 32, (2, 461-62).
FİKRÎ AMEDÎ :
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder