15 Mayıs 2020 Cuma

KÊMBUN Û ZÊDEBUNA GUNEHAN


Ji Ebu Hureyre (r.a) hatiye rîwayetkirin: Resulullah (s.a.v) wuha kerem kirî ye:

“Kesê ku zînayê dike, bi mu’mînî zînayê nake. Kesê dizîyê dike, gava dizîyê dike, bi mu’mînî dizîyê nake. Kesê araqê vedixwe jî, gava araqê vedixwe, bi mu’mînî venaxwe. [1]

(Îbn Şîhâb) dibêje: rawîyê (hedîsê) Ebu Bekir, ji Ebu Hureyre neqlen dibêje ku; Ebu Hureyre li van gotinan îfada: “Kesê li ber çavê mirovan bizorê tiştekî talan dike, gava talan dike, bi mu’mînî talan nake.” Zêde kirî ye. [2] Lefzê hedîsê aîdê Muslîm e. [3]

Di rîwayetek wek wî de, îfada: “Tiştekî bi qîmet” ketî ye. [4]

Di rîwayetek din de jî, îfada: “kesê li ber çavê mirovan talan dike” ketî ye. Di rîwayedek din de îlavek wuha heye:

Ji we yek gava li xenîmetê îxanetê dike, bi mu’mînî îxanetê nake. Ji ber vê yekê xwe (dizîya malê xenîmetê) bisitirînin! Bisitirînin! [5]

Rîwayeta Tirmîzî jî, bi vî awayî ye:

Gaa mu’mîn araqê vedixwe, (derîyê) “Tewbeyê” hê vekirî ye.

Kesê zînayê dike, gava zînayê dike, bi mu’mînî zînayê nake. Kesê dizîyê dike, gava dizîyê dike, bi mu’mînî dizîyê nake. Lê (derê) tewbê vekirî ye.[6]

Rîwayeta Nesaî jî, bi vî awayî ye:

Kesê zînayê dike, bi mu’mînî zînayê nake, bi mu’mînî dizîyê nake. Bi mu’mînî araqê venaxwe. (Ebu Hureyre dibêje: tiştekî çaremîn jî got lê min ji bîr kir) kesê vanan bike, benên îslamê qetandî ye. Eger towbe bike, wê Xweda towbeya wî qebul bike. (7]

 -------------------------------------------------------------------------------

1- mirovê ku zînayê bike, araqê vexwe, dizîyê bike, ji malê xanîmetê tiştekî bidize, û karekî ku gunehe bike eger van kirinên xwe helal nehesibîne ji bona wî derîyê tewbeyê vekirîye.

2- Buxârî, Mezalîm 30, Eşrîbe 1; Muslîm, İmân 100 (57); Ebu Dâwud, Sunnet 15 Wi, Îmân  (2627); Nesâî, Sârîk 1; îbn Mâce,  3 (3936);' Ahmed b

3- Muslîm, İmân 100 (57)

4- Muslîm, İmân 101-102 (57)

5-  Muslîm, İmân 103

6-Tîrmîzî, İmân 11 (2627)

7- Nesâî, Sârîk 1

 

FİKRÎ AMEDİ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder