16 Mayıs 2020 Cumartesi

TEFSÎRA SÛRETA TEBBET


بسم الله الرحمن الرحيم

1. تَبَّتْ يَدَا أَبِي لَهَبٍ وَتَبَّ
2. مَا أَغْنَى عَنْهُ مَالُهُ وَمَا كَسَبَ
3. سَيَصْلَى نَارًا ذَاتَ لَهَبٍ
4. وَامْرَأَتُهُ حَمَّالَةَ الْحَطَبِ
5. فِي جِيدِهَا حَبْلٌ مِّن مَّسَدٍ

DESTPÊK:

Tebbet tê mana hişkbunê ku nifir e. Di derheqê Ebu Leheb da hatiye daxistin. Ji bo ku ezîyet li resullulah bikin, bi dizî dirik (sitirî) davêtin ser rêya wî û jina wî jî, alîkarîya wî dikir. Piştî Sûreta Fatîhe li mekkê hatiye daxistin. Pênc (5) ayet e.


NAVÊ SÛRETÊ:

Navê xwe ji ayeta yekemîn kelîma Tebbet digre. Di derheqê Ebu Leheb de hatiye daxistin. Ji vê sûretê re sûreta Mesed jî tê gotin.


MIJARA SÛRETÊ:


Lanet li Ebu Leheb û pîreka wî hatiye kirin.


MESAJÊN SÛRETÊ:


Li gorî rîwayetê piştî ku pêxember (a.s) wezîfa rîsaletê girt; qebîla Qureyşê li meydanekî civandibu û ew dawetî dînê Îslamê kiribun. Li hemberî vê dawetê Ebu Leheb pirr hêrs bubu û ji pêxember (a.s) re gotibu: “Destê te hişk bibe, ma te em ji bo vîya li vir civandin” û hinekî din jî heqaret lê kiribu. Sûreta Tebbet di ser vê buyerê re di derheqê Ebu Leheb de nazil buye.


Ebu Leheb apê pêxemberê me ye. Di nava muşrîkan de ê herî pirr ezîyet li pêxemberê me dikir ew bu.


Di sûretê de qesta ji “herdu destê te hişk bibe” hindabun û betalbuna emelên wî û helaqbuna wî ye ku aqubeta wî jî bi vî awayî ye. Ev sûret eşkera dike ku, Ebu Leheb û ên wek wî li hemberî pêxemberê me û mesaja wî derdikevin, wê dawîya dawîn helaq bibin û emelên wan betal bibe.


Li gor rîwayetê, Ebu Leheb pêxemberê me qest kiriye û gotiye: “Eger tîştê ku ew dibêje, rast derkeve, ezê roja qiyametê malê xwe û zarokên xwe feda bikim û xelas bibim. Di ser vê yekî re ayeta: “Ne malê wî bi kêrî wî hat û nejî tiştê bi dest xwe xistibu bi kêrî wî hat.”daket e.


Pîreka Ebu Leheb jî, ezîyeta ji bo pêxember de alîkarîya mêrê xwe dikir. Loma di ayetê de ji bo wê ev ayet: “Û jina wî jî hemala êzinga ye. Di situyê wê da werisekî badayî heye. Nazil buye.


Bİ navê Xwedayê Rehman û Rehîm


1- Herdu destê Ebu Leheb hişk bibe ku hişk jî bu. (1)


2- Ne malê wî bi kêrî wî hat û nejî tiştê bi dest xwe xistibu bi kêrî wî hat (2)


3- Wê bikeve agirekî bi alev (pilorî)


4- Û jina wî jî (3) hemala êzinga ye. (4)


5- Di situyê wê da werisekî badandî heye. (5)


DAXUYANÎ


1. Esil navê vî şexsî Abdu’l Uzza bu. Ji bo ku rûyê wî sorikî bu û zîwan li serçavê wî hebu loma jê re digotin Ebu Leheb. Leheb tê maneya rûyekî ku wek çîkê agir e. Ebu Leheb tê mana rûyekî wek çîkê agir dibiriq e. Çend Sebebê ku bi vî navî tê navkirin hene.


a)-Ew, ji navê xwe pirtir bi leqebê xwe dihat naskirin.


b)-Navê wî Abdu’l Uzza (yanî evdê Uzza) bu. Ev nav navê muşrîkan bu. Qur’anê nexwestîye wî bi vî navî bide navkirin.


c)-Ji bo ku di vê sûretê de aqubeta wî hatiye îzahkirin loma bi leqebê wî navkirin munasib hatiye dîtin.


Li gorî hinek muffesîran maneya: “Tebbet yedâ Ebi Leheb" tê mana destê Ebu Leheb bişkê ye. Ji bo mana Tebbet, “bimre û helaq bibe, jî hatiye gotin. Ev kelîme lanetkirin nîne, di pêş de ji aqubeta wî xeberdarkirin e. Yanî tiştê ku wê di pêş de biqewume bi sîxa mazî di dema aniha de hatiye beyankirin. Buyîna vê buyerê wusa kesin e ku herwekî ku buye tê qalkirin. Bi rastî jî di piştî çend salan ve ev buyer qewumî ye. Ji mirazê şikandina dest şikandina cîsmanî nîne, mexsed û maraza ji vê peyvê: “şexsek ji bo karekî hemu ked u xebatê dike jî di karê xwe da mexseda xwe nikare bîne cî ye”.


Bi rastî jî Ebu Leheb, ji bo ku zora pêxember bibe, hemu hebuna xwe danîbu holê. Di piştî nizûla vê sûretê de heft, heşt sal derbas nebubu jî, şerê Bedrê qewumî. Gava di vî şerî de xebera kuştina gelek neyarê dînê Îslamê ji Ebu Leheb re hat; Ebu Leheb ancax heft rojan îdare kir.tetirxanî bu mir. Ji alîyekî din ve mirina wî jî pirr bi îbret e. Ebu Leheb bi nexweşîyek wek nexweşîya xurê ket. Malîyên malê jî nêzî wî nedibun. Di piştî mirina wî de çend rojan kes nêzî termê wî nebun. Termê wî riziya û bêhn ket termê wî, ji ber vê yekî xelkê kurê wî şermezar kirin. Li gorî hinek rîwayetan kurê wî pere dane hinek koleyan û termê wî rakirine û dîsa bi gorî rîwayetan wan koleyan ew defin kirine. Li gorî rîwayetek din jî, kurê wî çalek kolane û bi daran termê bavê xwe xistine wê çalê. Piştî bin ketina Ebu Leheb, zarokên wî jî, îslam qebul kirine. Berê keça wî Derre ê hîcretî Medînê kiri ye û Îslam qebul kiri ye. Piştî Fetha Mekkê jî herdu kurê wî, Utbe û Muattab bi wesîla Hz. Ebbas hatine hizura resuullah û bawerî pê anîne.


2. Ebu Leheb mirovekî pirr tema û serwetperst bu. Îbn Esîr dibêje ku: “Di dewra cahilîyê de îthama dizîya du xezalê zêrîn ji kebeyê lê hatiye kirin. Paşê ev herdu hêkel li cem yekî din hatine dîtin jî, ev dide xuyakirin ku li cem xelkê Mekkê pirr navekî wî yê baş tunebu ye. Di derheqê hebuna wî de, Kadi Resîd b. Zubeyr di ez-Zuhâî ve’t Tuhafî de wuha dibêje: “Di nav Qureyşîyan de ên xwedî qentarek zêr (qentarek 200 okka ye) çar kes bun ji vanan jî yek Ebu Leheb bu. Hizkirina wî ya ji malê dinyayê ev buyer baş dide rastkirin. Hemu serokên Qureyşîyan di şerê Bedrê de cîyê xwe girtibun ku ev şer ji bo wan hebun û tunebun bu jî, ew li Mekkê mabu. As b. Hîşam di berdêla çar hezar dîrhem deynê xwe ve di şuna xwe ve şandibu.


3. Navê vê jinikê “Ardîya” bu. Ummu Cemîl leqeba Wê bu. Xuşka Ebu Sufyan bu û di neyartîyê de ji mêrê xwe kêm nebu. Keça H.z Ebu Bekir Esma wuha dibêje: “Piştî ku ev sûret nazil bu; Ummu Cemîl pirr bi hêrs û kerb derket li Resulullah gerîya. Destê wê tije kevir bu. Wê gavê di aleyha Resulullah de şiîrên hîcîv dixwend e. Hate Harem-ê Şerîf. Resulullah li wir bi Ebu Bekir re rudinişt. Hz. Ebu Bekir ji Resulullah re wuha got: “ Ya resulullah Ew tê , ditirsim ku wê bêedebîyekî bike.” Resulullah got: “ Ew min nabîne.” Wusa jî derket resulullah li wir bu jî ew nedît. Ji Ebu Bekir re got: “Min bîhîstîye ku hevalê te ez hîcîv kirime?" Ebu Bekir jê re got: “Ez bi Rebbê vî xanîyî sond dixwim ku wî tu hîcîv nekirî.” (Îbn Ebî Hatîm, SÎîet-î Îbn Hîşam, Bezzar jî rîwayetek awa ji Îbn Ebbas neqil kirî ye.) mana cewaba H.z Ebu Bekir bi vî awayî ye: “Resulullah tu hîcîv nekirî, lewra sûret ji alîyê Xwedê Teala ve hatiye daxistin Wî tu hîcv kirî. “


4. Li vir ev kelîma “hemmalete’l hetab” tê maneya pîreka êzinga kom dike. Mufesîran di vê mijarê de gelek mane beyan kirine. Îbn Ebbas, Îbn Zeyd, Dehhaq û Rubeyye b. Ans di vê mijarê de dibêjin: “ji bo ku vê pîrekê bi şev darên bi dirik dianî ber derê Resulullah, loma ji ber vî karê wê ve hatiye gotin: “pîreka ezinga kom dike.” Katade, Îkrîme, Hesen Besrî, Mucahid û Sufyan Sewrî jî gotine: “wê pîrekê ji bo fesadîyê pirr peyv dibir û dianî. Ji ber vê yekê li gor istilaha erebî ev nav lê hatiye kirin. Lewra ereban ji kesên fesad re digotin ên ji bo gurkirina agir êzingan dikşînin. Seîd b. Cubeyîr jî dibêje tê maneya pîreka gunehên xwe dikşîne.


5. Li vir ev kelîma “cîd” ji bo gerdanê hatiye karanîn. Lewra Ummu Cemîlê gerdenîyek mucewher dixist sitûyê xwe û wuha digot. “Bi Lat û Uzza sond dixwim ku ezê vê gerdanê bifroşim û perê wî di aleyha Muhammed de xerc bikim.


Ji ber vê yekê li vir kelîma “cîd” bi henek û tinazî hatiye karanîn. Yanî ew gerdana ku pê quretîyê dike wê li cehennemê bi ben ve girêdayî be. Ev îfade di Qur’anê de li hinek cîyên din da jî derbas dibe û tinaz e. Wek: “Mizgîna ezabekî dişewutîne bide wan” e.


Ji bo benê ku wê bi gerdanê ve bê girêdan re hatiye gotin, “heblun mîn mesed” yanî wê ew ben ji cinsê mesed be. Luxetvan û mufesîran di derheqê vêya de gelek mane beyan kiri ne. Li gorî qewlekî benê saxlem e. Li gorî qewlê duyemîn jî, ji bo benê ji qaşillê dara xurmê hatiye hunandin e. Li gor qewlê sêyemîn jî, benê ku ji pelê xurmeyan hatiye çêkirin e. Yajî benê ji çermê devê yan hirîya devê hatiye çêkirin e. (Tefhîm ul Qur’an)


Dawîya sûreta Tebbet


AMEDEKAR: FIKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder