16 Mayıs 2020 Cumartesi

TEFSÎRA SÛRETÊ FATÎHE

DESTPÊK

Li mekkê hatiye daxistin. Heft (7) ayete. Ji bo ku di Qur’anê de Sûretê yekemîne loma ev nava girtî ye. Fatîhe tê mana vekirinê 

Navê sûretê: Vê sûretê navê xwe ji ber mijara ku pêk anîye digre. Fatîhe vekirina tiştekê, mewzîyekî yajî kitêbekî ye. Bi awayekî din Fatîhe muqadîme/ pêşgotin e. 

Dema nizûla sûretê: Ji wahîyên ku di ewul da daketîne ye. Li gor hedîsên sehîh sûreta ku bi kêmasî û tevahî cara pêşîn ji pêxember (a.s) ra wehî buye ev sûret e. Bêrî vêya Muddesîr, Alaq û Muzemmîl daketibun lê hinek birê wan paşê daketibun. Tev bi hev ra carekî de daneketibu. 

Mijar/mewzu: Ev sûret Xwedê Teala ji bo kesê ku dixwestin kitêba wî bixweynin ra dua ye ku ji evdê xwe ra daxistiye. Ji bo ku vê dersê bide xwendekar di serê kitêbê de hatiye nivîsandin: Eger tu bi dil û yêqîn dixwazî ji kitêbê tiştekî hînbibî û ew bi kêrî te bê; divê tu bi vî awayî ji rebbê alemê re dua bikî. 


Ev dua dide xuyakirin ku hîdayetê Xwedê Teala bi tenê dide û alîkarî ji wî tenê tê xwestin. 

Ji ber mijara vê sûretê di nava Fatîhe û Qur’anê de munasebetek muhîm heye. Fatîhe Duayê evd, Qur’an jî cewabê Mâbud e. Evd ji bo ku rêya rast bide berê û wî bigîhîjîne hîdayetê ji Rebbê xwe ra dua dike û Xwedê Teala jî, bi Qur’anê cewaba wî didê û dibêje: “Ew hîdayeta ku te dixwest ev (Qur’an) e.” 

DAXUYANÎ/ ÎZAHKİRİN

أَعُوذُ بِاللَّهِ مِنْ الشَّيْطَانِ الرَّجِيمِ 
أَعُوذُxwe davêjim بِاللَّهِ Xwedê Teala مِنْ الشَّيْطَانِJi şeytanê الرَّجِيمِqewurandî 

Ji şeytanê qewurandî xwe davêjim (bextê) Xwedê Teala.

(1) بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ 

Bi navê اللَّهِ Xwedayê الرَّحْمَنِ Rehman الرَّحِيم û Rehîm 

1- Bi navê Xwedayê Rehman û Rehim 

Li gorî Îslamê, divê mirov her karê xwe bi navê Xwedê Teala destpê bike. Eger bi vê şiûr û dilsozîyê bê kirin; wê sê aqubetê rind derkeve holê. 

1. Wê vî mirovî ji xerabî û nebaşîyan biparêze. Lewra wê Xwedê teala fikr û nêtekî bidê ku heqqê wî tune bi navê Xweda karekê xerab bike

2. Eger meriv karekî meşrû bike û bi navê Xweda destpê bike wê her hereketê wî li gorî razayîya Xweda be. 

3. Wê ew kes rastî nîmet û alîkarîya Xweda were û wê ji xapandin û weswesa şeytan bê parastin. Lewra kî ber bi Xweda ve bifetile wê Xweda jî, bal bi wî de bifetile. (Tefhîmul Qur’an)

Di serê her sûretê de bi navê Xweda despêkirin; hurmet e ku Xwedê Teala nîşanê pêxember (a.s) daye.

Besmele li gorî Şafîî û Henbelîyan di sûretê de ayeta yekemîn e. Li gorî Henîfî û Malîkîyan jî, ji bo ku sûretan ji hev cihê bikin loma hatiye danîn. Ji bo berketê tê xwendin. 

الرَّحْمَنِ Rehman: Ji Xweda pêve ji bo kesî nayê pekbun. Ji nod û neh navê Xwedê tala yek e û tê mana pirr bi rehmetê. Bi kurdî yajî bi zimanekî din bi yek kelîmekê nayê îzahkirin. Tê maneya dilovan, Mîhrîban, dil pê şewutî, efukirin û mexrîfetê .

Er- Rehman; ewê di ezel da ji hemu mehluqat re xêr û rehmet xwestiye, jê hiz bike jî, jê hiz neke jî, rizqê hemu mehluqatî didê. 

الرَّحِيمEr- Rehîm: Pirr bi merhemet û şefqet e. Evdê xweyên qenc bi nîmetên ebedî xelat dike. Li axretê rizq û nîmetê wî ji mirovên mu’mîn û salih bi tenê ra ye. Di Qur’anê de 115 cîyî de bi kelîma ku tê maneya pirr dilovan, Xafûr ve pêk tê. Ev jî dide xuyakirin ku Xwedê teala pirr dilovan e. 

Mu’mîn bi vî awayî ji Xwedê Teala ra dua dikin: “ Ez di her karê xwe da bi navê wî Xwedayê Rehman û Rehîm destpê dikim û ji wî alîkarîyê dixwazim û qayilbuna wî dixwazim û wekî ku wî xwestiye destpê dikim. Tu car wî ji bîra xwe dernaxînim. Lewra ez bawer dikim ku karê bi navê wî neyê despêkirin kêm û bêberket e. (Tefsîra Muhemmed Esed)

(2) اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمٖينَ 

الْحَمْدُHemd لِلَّهِJi bo Xwedayê رَبِّRebbê الْعَالَمِينَAlemîn e. 

2- Hemd, ji bo Wî Xwedayê Rebbê alemê ye.
Hemd: Di ferhengê de tê maneya qenciyê, rindîyê, meth û pezn û sipasîyê. Mana wê ya istilahî jî; hemu curên peznan dinuxume û bi hizkirin û sipasî şukrê îfade dike. Hemd, evd li hemberî Xwedayê xwe şanazî û kêfxweşî û şahîya xwe beyan dikin. Elhemdulîllah îfadekirina vê peyvê ye. 

Me di serê sûretê da gotibu Fatîhe dua ye. Dua ji bo ku bi lavaîyek rast em ji rebbê xwe ra dua bikin, bi hemdkirinê destpê dike.

Em daxwaz û xwestinê xwe bê destpêk nikarin bixwazin. Destpêkirina herî baş em ber bi kî de difetilin divê berê em mezîyetên wî, cîyê wî û mezinîya wî bînin ziman. Ji ber vê yekê dua bi hemd û sena destpê dike. 

Hemd ji Xweda tenê ra ye. Ev tiştekî pirr muhîm e. Lewra ev, ji tiştî ku wî xuluqandiye ra îbadetê ji holê radike. Ji bo ku tiştê wî xuluqandiye yek jî, ji hemdkirinê ra ne layîqe, ji wan yek jî îbadetê ra ne layîq e. Tu însanek, tu melaîketek, tu pêxemberek, tu îlahek, tu sitêrkek, tu putek bi kurtî tiştî ku wî xuluqandiye bi serê xwe xwedî wesfên baş nîne. Eger ji tiştê ku xuluqandiye yek xwedî wesfekî rind be; ew ji alîyê Xweda ve hatiye dayîn. Ji ber vê yekê îbadet, şukir û tazîm ji tiştê wî Xuluqandiye ra na, ji Xweda tenê ra layiq e. (Tefhîmul Qur’an)

Rebb: Di erebî de Rebb tê van maneyan:

a) Melîk û malîk

b) Ewê dibe kefîl, riziq dide, hewceyên mirov pêk tîne, diparêze 

c) Hukumran, ê qanunan datîne, îdare dike û lihev tîne 

d) Ewê terbîye dike, islah dike 

Xweda bi van hemu maneyên xwe Rebbê Alemê ye

Hemu pezn û meth ji wî xaliqê ji tunebunê çêdike û xwedîyê tiştê xuluqandiye û terbîye û islah dike û xwedî dike û îdare dike û hîdayetê dide û hemu îbadet jê re tê kirin ra ye 

(3) اَلرَّحْمٰـنِ الرَّحٖيمِ 

الرَّحْمَنِ Rehman e الرَّحِيمِRehîm e 

3- (Ew Xweda) Rehman û Rehime 

Xwedê Teala Bi sifatê xwe yê Rehman hem li mu’mînan û hem li kafiran rehmê dike û rizqê wan dide û mal û mulk dide wan. Bi sifatê xwe yê Rehîm jî, li dinya û axretê ji mu’mînan tenê ra rehma wî zêde ye û li dinyayê rêya rast nîşanê wan dide û li axretê jî, cinnetê ji wan ra wad dike. 

(4) مَالِكِ يَوْمِ الدّٖينِ 

مَالِكِMalik ê يَوْمِ roja الدِّين Din e. 

4- Xwedîyê roja axretê (xelat û cezayê) ye. 

Doja dîn (roja axretê, hesab pirsînê, xelat û cezayê): Tê van maneyan

-Ew roja qiyametê ku wê xêr û şerr derkeve meydanê

-Wê her kes bi kêmasî berdêla kar û kirinên xwe bibîne

-Roja ku kar û kirinên mirovan wê bê textîrkirin û hesab û mîzan bê danîn. 

Qest û armanca roja dîn axret û roja hesab e. 

Maneya roja dîn di hinek ayetên din de jî tê îzahkirin: “Ma tu zanî roja dîn çiye? Belê tu dizanî roja dîn çiye? Wê rojê kes bi kêrî kesî nayê û wê rojê emir ê Xweda tenê ye. (Înfîtar17-19)

Wê Xwedê Teala roja qiyametê hemu kesî di hizura xwe da bicivîne û li gorî xêr û gunehên wan xelat û cezayê wan bide wan. Xwedê Teala bi tenê bi rehm û şefqet nîne adile jî. Berdêla kar û kirinên mirovan bi kêmasî dide wan û bi qasî misqalê zerre jî neheqî li wan nayê kirin. 

(5) اِيَّاكَ نَعْبُدُ وَاِيَّاكَ نَسْتَعٖينُ 

إِيَّاكَ Ji te tenê ra نَعْبُدُÎbadet dikin وَإِيَّاكَÛ ji te tenê نَسْتَعِينُAlîkarî dixwazin 

5- (Ya Rebbî) Em, ji te tenê ra îbadet dikin û em ji te tenê alîkarî duxwazin. 

“Em aîkarîya te dixwazin, lewra em dizanın ku tu Rebbê Alemê yî û qadirê hemu tiştî yî û li ser her tiştî hukumran î. Ji ber vê yekê em miraz û daxwzê xwe ji te dixwazin û bi alîkarîya te ber bi te da difetilin.” 

(6) اِھْدِنَا الصِّرَاطَ الْمُسْتَقٖيمَ 

اهْدِنَا Me bigîhîjîne الصِّرَاطَRêya الْمُسْتَقِيمَRast 

6- Me bigîhîjîne ser rêya rast.

Di her merhaleya heyatê de rêya ku me digîhîjîne ser rêya rast bide ber me. Me ji ber xeletan û aqubetên xerab ve bigîhîjîne serkeftî yê. 

Ya Rebbî em evdê te nin. Eger rehm û mexfîreta te nebe em tu carî rêya rast nabînin. Em bi ked û xebata xwe nikarin bigîhîjin weqfê kunha te tu li me rehmê bike û hîdayetê bide me. Lewra tu rehîmê rehîman î. 


(7) صِرَاطَ الَّذٖينَ اَنْعَمْتَ عَلَيْهِمْ غَيْرِ الْمَغْضُوبِ عَلَيْهِمْ وَلَا الضَّالّٖينَ 

صِرَاطَ Rêya kesê الَّذِينَ أَنْعَمْتَTe nîmet عَلَيْهِمDaye wan غَيْرِNe rêya wan kesê الْمَغْضُوبِ عَلَيْهِمْ Li ber xezebê ketine وَلَاالضَّالِّينَ Û ên ketine delaletê. 

7-Rêya wan kesê ku te nîmet daye wan. Ne rêya wan kesên ku tu li wan hatiyî xezebê û ên ku ketine delaletê. 
Ew rêya ku em dixwazin; rêya wan kesê ku te nîmet daye wan, te ew bi îslamê muşeref kirine ku tuyê roja qiyametê wan bi pêxemberan re salihan re heşir bikî. 

Ya rebbî me jî bi wan re bike heval nimetê ku te daye wan li dinya û axretê bide me jî. 

Ev rê ne rêya wan kesê ku te nîmetê dinyayê dabu wan û ew bi van nîmetan fahş û kawuk bubun û rêya xwe şaş kiribun. Bi rastî kesê ku nîmet ji wan ra hatiye dayîn bi jîyana xwe û ji ber kar û kirinên xwe ve xelas bune. 

Bi van nîmetan nayê wê manê ku îro ew tiştê ku Fîr’ewun û Nemrud û Qarun û hemdemê wan bi dest xwe xistine û pê zulm û tuxyanê dikin. Ew nîmetanan ku Xweda daye evdên xweyê salih û ev evdanan bi vîya li razayîya Xweda digerin ku Ev îslam û Qur’an e. 

AMEDEKAR: FİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder