16 Mayıs 2020 Cumartesi

TEFSÎRA SÛRETÊ NAS

بِسْــــــــــــــــــــــمِ اﷲِارَّحْمَنِ ...

قُلْ اَعُوذُ بِرَبِّ النَّاسِ ۞ مَلِكِ النَّاسِ ۞ اِلٰهِ النَّاسِ ۞ مِنْ شَرِّ الْوَسْوَاسِ الْخَنَّاسِ ۞ اَلَّذٖى يُوَسْوِسُ فٖى صُدُورِ النَّاسِ ۞ مِنَ الْجِنَّةِ وَ النَّاسِ ۞

Bİ Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

1- Bibêje: “Ez xwe davêjim Rebbê mirovan.”2- Malikê (xwedîyê/ hukumdarê) mirovan,3- Îlahê mirovan,4- Ji şerrê wî xayinê ku weswesê dixe dilan5- Ew weswesê dixe sîngê mirovan6- Ji cinnan û ji mirovan (ji şerrê her xenasî xwe davêjim Xweda)

 Navê Sûretê:

Sûretê, navê xwe ji kelîma pêşîn “nas” ku tê maneya “mirovan” girtî ye. Di ayeta serî de ji ber îfada “Rebbê mirovan” ev nava girtî ye. Ji “qul eûzû bî rabi’n nas” û sûreta Felak bi hev re "Muavvizeteyn" yajî "Mukaşkişeteyn" jî tê gotin. Sûret şeş ayet e û li Medînê hatiye daxistin. Di rêza mushefê de 114. li gorî rêza daxistinê jî 21. e.

Mijarên Sûretê:

Di sûretê de şîret li mirovan tê kirin ku, xwe ji şerrê cinn û mirovên weswesê dixin dilê mirovan xwe biparêzin.

Mesajên Sûretê:

Sûreta Nas, şîretê li mirovan dike ku însan, ji weswesên dikeve dilê wî xwe bavêje bextê Xweda. Weswese di xususekê de mirov di gumanê de dihêle û di mijarekê de dilê wî û aqlê wî ji bo qerar girtinê dikeve tereddut ê. Teybetî mijarên dînî, desturê nadin guman û tereddut ê. Di alîyê bawerkirin û emelkirinê de divê musliman xwedî bawerîyeka yêqîn bin. Ji ber vê yekê, di mijara dînî de weswese, carna mirov ber bi înkarê de jî dike.

Bİ navê Xwedayê Rehman û Rehîm

1- Bibêje: “Ez xwe davêjim Rebbê mirovan.”
2- Malikê (xwedîyê/ hukumdarê) mirovan,
3- Îlahê mirovan, (1)
4- Ji şerrê wî xayinê ku weswesê dixe dilan
5- Ew weswesê dixe sîngê mirovan(2)
6- Ji cinnan û ji mirovan (3) (ji şerrê her xenasî xwe davêjim Xweda)

Daxuyanî:


1- Li vir “eûzu billah”tê gotin, û sê sifatê Xwedê Teala tê zikirkirin û telqîna xwe avêtina bextê wî tê kirin. Ya yekemin; “Rebbê mirovan e.”yanî ê mirovan xwedî dike, murebbîyê wî, xwedîyê wî û efendîyê wî ye Xweda ye. Ya duyemîn; “Malikê mirovan e.” Yanî Xwedayê ku hukumdar û padîşahê mirovan e. Ya sêyemin jî; “Îlahê mirovan e.” Yanî ew Xwedayê ku mabudê mirovan e. Ji Wî re îbadet bê kirin jî, neyê kirin jî, ew îlah e. Bi karanîna van hersê kelîmeyan miraz, ev e: “Ez xwe davêjim bextê Wî Xwedayê ku Rebbê mirovane, malikê mirovane û mabudê mirovan e. Ji wî pêve ji her mabudî re lavayî pûç û betal e. Ewê ku xwedî îxtîdara kamile û qadire ku evdê xwe biparêze Xweda ye. Tiştê ku însan nikare xwe ji biparêze, ancax xweda kare wan biparêze.

Xwedê Teala li vir ji evdê xwe ra wuha dibêje: “ ji min pêve xwe navêjin bextê kesî. Ewê ku we ji her qeza û bela kare biparêze ez im. Ji xeynî min her sitare pûç betal e.
2-Li vir kelîma “weswâsil xennâs” hatiye karanîn. “Waswas” tê maneya ê li pêy hev weswesê dide. Weswese jî tê maneya, haya mirov jê tune fikarek xerab xistina dil e. Di kelîmeya “weswesê de tekrara fêhlê heye. Lewra bi vî fêhlî carekê fîtkirin qîm nake. Tekrar tekrar fîtkirin lazim e. Han ji vê xebatê re “weswese” tê gotin. Ji ê weswesê dide re jî, “weswâs” tê gotin. Kelîmeya “xennâsê” jî tê maneya ê wî fêhlî eşkera û tekrar dike ye. Yanê kesê di carekê de nikare weswesê bide, vî karê xwe pirr cara tekrar dike
3- Li gor hinek ehlê îlim ên weswesê didin du cur e. Ji vanan yek cinn û ê din jî însan e. Ji ber vê yekê mufesîran gotine ku kelîma “Nas” hem cinnan û hem mirovan dinuxumîn e.

AMEDEKAR: FİKRÎ AMEDÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder