9 Mayıs 2020 Cumartesi

TEWHÎD -YEKÎTÎYA XWEDÊ TEALA


Xwedayê we yek Xwedayek bi tenê ye. Ji wî pêve Xweda tune û ew, Rehman û Rehîm e. (Beqere 163)

Mane û Mahîyeta kelîma Îlah;

Ji istilahên kultura îslamê yek jî, Îlah e. Ji bo nasîna tewhîd û şîrkê divê bi vê istilahê baş bê zanîn. Ev istilah di nava kelîma tewhîdê de cî digre û ferqa bawerî û şîrkê derdixîne meydanê.
Li gorî ferhengê; tê maneya tiştê jê re evdîtî tê kirin, mâ’bud û ê ber bi wî ve tê fetilandin e.
Bi mana istilahî jî, tê maneya tiştê jê re îbadet têkirin, tiştê ma’bud tê hesabkirin, ê ji her tiştî pirtir tê hezkirin û tiştê pîroze ku tê te’zîmkirin e. Navê hemu ma’budên ji wan re îbadet têkirin û bi qedr û qîmetên wan tê zanîn e. Em di kurdî de vîya bi yezdan didin navkirin.
Însan li gor fitrata xwe her dem hewcîyê îlahekî ye û divê xwe bispêre wî. Ew ji hinek tiştî ditirse û keysa wî nagîhîje tîştekî û ji hinek tiştan jî alîkarîyê dixwaze û hinek tiştan di ser xwe re digre. Gava bêhêvî dimîne, ji îlahê ku nasnake û heyal nake yanî ji wî îlahê veşartî alîkarîyê dixwaze. Fahm dike ku hemu buyerên ku li dora wî ye di ser hêzên wî re ye. Bawer dike ku hêz û quwwetekî evanan çêkiri ye. Ji ber van gelek tiştan ve însan ji hêzekî ku wê xwe bispêre ra hemêza xwe vedike û xwe davêje bextê wî.
Mirovên ji bawerîya ku pêxemberan teblîx kiriye dûrin, li gor fitrata xwe,  ji bo ku hewcene  xwe bi îlahekî ve girêdin, vê îhtîyacê bi rêyek batil tînin cî. Di dîrokê de û îro tu mirovekî bêdîn tune û mirovê bêîlah jî nehatiye dîtin. Çiqasî hinek meriv dibêjin em bi tu îlahekî bawer nakin jî, ev ne rast e. Ew di nava xwe da xwe dispêre tîştekî yajî şexsekî ku jê ditirse. Bi ê pê girtiye  yan jê alîkarîyê dixwaze re evdîtîyê dike û wî ji xwe re îlah dibîne. Miheqeq ew şexs ji mirovekî re yan heyînekî re îbadet dike.
Han ew tişt îlahê wî ye. Qur’ana Kerîm di vê mijarê de  mîsalek pirr ecêb  dide. Hinek mirov dîtina xwe, mirazê xwe û emrên xwe, rastir û bilintir qebul dikin. Di civakê de tu rêz û qaîdeyek, wan girê nade. Ev mirovanan didin pêy kêfa xwe. Ji hewa û hewesa xwe pîroztir, ji fikr û dîtina xwe rastir tu tiştekî qebul nakin. Di derheqê mirovên awa de Qur’an wuha dibêje: Ma te ewên hewa û hewesa xwe ji xwe ra kirine îlah dîtine? Ma tuyê ji wî ra wekîlîyê bikî? (Furqan-43)
Tiştê ku îlah tê hesibandin; hêza li ser mirov tê hesibandin e. Ev ji bo hinek kesan agir, ji bo hinek kesan roj, ji bo hinek kesan esman, ji bo hinek kesan sitêrk, ji bo hinek kesan  tebîet û ji bo hinek kesan jî, hêzên dewletê ye. Li gor hinek kesan jî yezdanên başî û nebaşîyê ye.
Hinek mirov û civakan hukumdar, qral û serokên xwe îlah yajî nîv-îlah dîtine. Fîr’ewun, ji ên bin destê xwe ra digot:” Rebbê we yê herî mezin ez im.” (Nazî’at-24) Japonan Qralên xwe kurê rojê ku roj Xweda hesab dikirin. Qralên Çînê kurê yezdan, mezinê rehîbên Budîstan, Dalay Lama, yezdan dihesibandin.
Li gelek welatan, dîktator wek yezdanan hatine dîtin û her gotin û fermanên wan wek gotinê yazdanan hatiye hesibandin ê. Li gelek cîyan secde ji abîde û hêkelên ku ji bo dîktatoran re hatiye çêkirin dibe. Erqan û serokên dewletê qedr û qîmeta didin wan û hurmet û rumeta ji bo wan pêk tînin Ji rebbê alemê re pêk naynin. Peyv û gotinên wan wek ayetên kitêbên pîroz tê hesibandin. 
Di dîrokê de civakên ji dînê Tewhîdê dûrketine, bi awakî fikrê îlahtîyê di nava wan de geş buye. Hinekan ji bo îlahê xwe put û mabed çêkirine û ji wan putan re îbadet kirine. Însan bi destê xwe putan çêdike û paşê dibêje ev îlahê min e û jê re îbadet dike. Paşê jê re yan dibêje îlahê me yajî dibêje navçûyê ku di nava me û îlahê me da  da navçû ye. Lewra beşer delaletên awa dikin bi destê xwe putê xwe çêdike û paşê jê re îbadet dike.

Li gorî Qur’anê erd û esman û tiştê di nabeyna herduyan da ê Xweda ye. Ewê ji tunebunê çêdike. Ew tenê ye. Hemu nî’met di dest Wî da ye. Hemu hêz û quwwet ê Wî ye. Hemu kar yanî qeder di dest Wî da ye. Hemu tiştê li erd û esmanan bi dil yan jî bêdil ji Wî re sitû xwar kiriye. Her tişt ji wî re tesbîh dike (ji Wî re îbadet dikin û wî zikir dikin). Li erd û esmanan bitenê hukmê Wî derbas dibe. Ê wek Wî û hevalê Wî tune. Tu tiştek nabe dengê wî. Şirîkê Rebbtîya wî, îlahtîya wî, hukmê wî, xaliqî û alîkarîya Wî tune. Ew hewceyê tu tiştekî nîn e.  

Esil alîkar Ew e. Esil ê Ceza dide Ew e. Ew di maneya mutleq de yek îlahek bi tenê ye. Ji Wî pêve îlah tune. Ew îlahekî wusaye ku ji tiştê ku însan di hişê xwe de derbas dike berî û dûr e. Îslam, jî vî Rebbê ku van sifatan dikşîne ra dibêje Allah. Ev nav ji istilaha îlah cudatir tiştek e. Ev istilaha Allah, tê maneya ê wek wî, şirîkê wî ,hevalê wî û piranîya Wî tune ye. Ev navî Wî Xwedayê xaliqê qaînatê û îsmê Azam e.
Însan bi gelek îlahan fikirîne û dikarin bifikirin jî. Lê Xweda yek bi tenê ye û di derheqê Wî de bi awayekî din fikir jî ne mumkun e. Xwedê Teala Xwedî sifat û wesfê îlahtîyê (ulûhîyetê) û rebbtîyê (rubûbîyetê) û hakimîyê (hakimîyetê) û melîkîyê (mulûkîyetê)  ye.
Di Qur’anê de du mana îlah Heye.
1-      Heq yan jî batil ma’budê ku însan jê re îbadet dike.
2-      Xwedayê rebbê alemêye ku ew tenê layîqê îbadetê ye.

Fikrê İlah:Dinê însan ê ewul tewhîd e û însanê pêşîn jî pêxemberê tewhîdê ye. Di piştî Hz. Adem ve mirov ji dînê tewhîdê derketin û ji putên bi destê xwe çêkirine re îbadet kirin. Paşê ev bawerîya batil di nav gelek qewmî de belav bu. Ev bawerîya batil hê jî di nav gelek milletan de dewam dike.
Meriv gava bi îlahekî bawer dike; divê ew îlah cewaba duayên wî bide û gava lê teng hat bigîhîje hewara wî. Divê di her alîyi de mezin û bilind be. Divê wesfê ku di însan de tuneye di wî de hebe û xwedî meqameka bilind be. Hinek kes bi vî awayî li ilahan fikirîne û hinek kesan jî putên wan çêkirine. Hinekan jî gelek wesfên însanan li wan anîne û ew wek însan hesibandin e.
Îlah/yezdanê Yunana kevn wek mirovan şer dikirin û çav li pîrekên hev pîs dikirin. Di dînê Îrana kevn Mazdeîzmê de du îlah hebu û dewamî şer dikirin. Bawer dikirin ku yek yezdanê başîyê yek jî yezdanê xerabîyê ye. Îlahê Azteka kevn jî, şervanekî zalim bu. Hinek kesan ji xwe ra heywan, hinekan zeman hinekan jî ruh pîroz qebul kirine û evanan hewandine û wek îlahan qedr û qîmet dane wan.
Berê ev bawerîyên ecêb û xerifî pirbun. Îslamê hemu van fikrî xerifî rakir û di şuna wan de bawerîya heq, fikrêAllah bicî kir.Lewra ev bawerî ji hişên mirovan û fikrên wan ên kêm nayê, ji alîyê rebbê alemê ve tê. Bi vî awayî mirovê bi bawerîya tewhîdê bawer kirine fikrên xwe yên di derheqê îlah de rast kirine. Lê dîsa jî hinek nezan û kêmaqil guh nadin Qur’anê û van fikrê xwe yên xelet dewam dikin.
Kesê ku sifatên aîdê Xweda ye, bide yekê din, wî wek îlah qebul dike. Di dînê me da navê vîya şîrk e. Eger ji sifatên Xweda; xuluqandin, kuştin, zîndekirin, efukirin, ezabkirin, ji tunebunê çêkirin, pîroz hesibandin, nîmet û riziq dayîn û hukum danin yekî li ciyekî din yajî li kesekî din bine yajî qebul bike, ew kiriye îlah û ew îlah hatiye hesibandin. Disa eger merivekî yaji sazûmanekî wek îlahekî qebul bike wî wek yezdanekî hesibandin e. Tiştê ku bi îlahî tê fikirandin mezin û bilnd e, tê hezkirin, ji wî mezintir tiştekî din tune ye.   
Îro em rastî fikrên vî awayî tên. Mixabin îlim û zanîn awqas pêş de çuye jî, însan wek nezan û cahilên berê bawerîya xerifî terk nekirî ye. Îro însan; kalanê xwe, rêvebirê xwe, mêrxasê xwe, sazûmanên xwe û sazûmanên navnetewî wek îlahan dibîne û pîroz dihesibîne. Bawer dikin ku hêzên van îlahên derewîn pirr zêdeye û însan nikare li hemberî wan derkeve.
Di rupelên rojnameyan de gelek îlahên awa her roj di hişên însan de tê enjektekirin. İlahê sporê, îlahê musîkê, hunerê, seksê bi vî awayî di jîyana mirov de cîyê xwe digre.
Di gelek rejîman de hukmên ku diktator û qehremanên mirî danîne wek hukmê îlahî tê hesibandin. Tiştê ku wan gotiye û hukmê danine nayê tenkîtkirin û guherandin. Heta teklîfa guherandinê jî kes nikare bike.mabed û hêkelên ji bo wan hatiye çêkirin pîroz tê hesibandin û her cejnên resmî de serok û erqanê dewletê di hizura wan de bawerî û îtiqada xwe nû dikin.

Di dewra cahilîyê de, rojekî kurê Xatemê Tayî ku ev zat bi merdîya xwe meşûre Addîy di situyê wî de xaçek hebu û bi vî awayî derket hizura Resulullah. Xebera hatina Addîy b. Xatem danê. Pêxember (a.s) wêgavê ji sûreta Tewbe ayeta 31, dixwend.
Wan dev ji Xweda berdane û hahamê xwe û rehîb (keşe) ên xwe û Mesîhê kurê Meryemê ji xwe ra kirine Rebb. Lê li wan  hatibu emirkirin ku, ji yek îlahekî bitenê ra îbadet bikin. Ji wî pêvtir tu Allah tune. Ew ji tiştê ku pê şirîkatî dikin dûr û berî ye.
Gava Addîy b. Xatem tiştê di ayetê de dibuhurî bihîst wuha got: “Ez Cihud û Fillan baş nas dikim. Ew ji heham û keşayê xwe re îbadet nakin.” Di ser vê yekê re Resulê Ekrem wuha got: “Belê ew li ber wan ji wan re secde nakin lê ew ji xelkê re tiştekî helal û heram dikin. Xelk jî hukmê vanan qebul dikin û didin pêy wan. Maneya ku wan dikin îlah  û rebb ev e. Paşê pêxemberê me ew dawetî Îslamê kir û wî jî qebul kir. (Tîrmîzî, Tefsîr,10,jimara hedîsê:3292)

 “Gava Xweda û pêxemberê wî hukmê karekî bidin; êdî ji mêr û jinên mu’mîn ra li gorî xwestina xwe heqê hilbijartina karên wan nema ye. Kî li hemberî Xweda û pêxemberê wî serî hilde;  bi rastî ew zivirîye xerifîyeka aşîkar. (Ehzab-36)
Serqisê di mijarekî de fesalek yajî hukmekî Xweda heye. Li hemberî vîya di eynî mijarê de dîtina kesekî yajî otorîta sîyasî yajî dewletê heye. Eger mirovek li hemberî hukmê Xweda hukmê wan qebul bike, pê bawerîya xwe bîne yajî bide pêy wan, han wî ew hukmê qebul kirîye yajî ew çavkanîya ku hukum danîye ji xwe re kiriye îlah.  

Minak ku Xwedê Teala di Qur’anê de vexwarina araqê yasax kiri ye. Girtin û dayîna faîzê heram hesibandî ye. Lê hinek rêvebir û rayedar vexwarina araqê normal dibîne, dibêje: “ Ekonomî bê faîz nabe.” Yajî hinek kes nuxwamtina pîrekan ji ber ku ne hemdeme yasax dike. Eger hinek kes bibêje; fesala hukmê Xweda nema ye, di vî zemanî de tatbîqkirin zehmete, ji ber vê yekê hukmê ku rêvebiran danîye rasttire, ji bo vê demê hê munasibe loma em bi wan bawer dikin, wêçaxê wî ew ji xwe ra kirine îlah.    
Kî tiştekî ji hizkirina Xweda bêtir hiz bike; ji Xweda bêtir hurmetê nîşanê wî de û wekî ku ji Xweda ditirse ji wî bitirse yajî ji xîlafê hukmê Xweda ji tiştekî re yajî mirovekî re îbadet bike yajî ji xîlafê hukmê Xweda distûrê yekê ji ser hukmê Xweda re bigre, han wî mirovî ev tiştanan ji xwe re kiriye îlah.
Di Îslamê de distûra ebedî û ezelî ku naguhere û gerdûnîye ev e: “Lâ îlahe îllallh Muhammedu’r Resulullah (Ji Xweda pêve îllah tune, Hz. Muhammed qasidê wî ye).” (1)
Tu bi Xweda re ji Xwedayekî din ra îbadet neke. Ji wî pêve hemu tişt helaq dibe. Hukum ê wî ye û hûnê bal bi wî da bêne vegerandin.  (Qeses -88)
Ji mirovan birrek kes, ji Xweda pêve hinek tiştên din ji wî ra dikin şirîk. Wekî ku ji Xweda hiz dikin, ji wan jî, hiz dikin. Ewên bawerî anîne jî, ji Xweda hiz dikin. Ewên (li nefsa xwe) zûlmê dikin, gava wê ezab bibînin, xwezî di berê da bizanibuna hemu quwwet ê Xweda ye û ezabê Xweda pirr zor û asê ye. (Beqere-165)


FİKRÎ AMEDΠ 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder