9 Mayıs 2020 Cumartesi

XWEDA-1

Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA:

ALLAH  (XWEDÊ  TEALA)

Xweda ewe ku ji wî pêve qe îlah tune. Ew bi tiştê tê dîtin jî û bi tiştê nayê dîtin jî dizane. Ew, Rehman û Rehîm e.
Xweda ewe ku, ji wî pêvtir îlah tune. Ew Melîk (hukumdar) û Quddûs (muqedes) û Selam û Mu’mîn û Muheymîn (disitirîne) û Ezîz û Cebar  û Muttekebîr e. Xweda ji tiştê pê şirîkatîyê dikin dûr û berî ye.
Xweda ewe ku, Xaliq û Barî ( bê qisur çêdike) û Mussavîr e (sûretan dide meriv)  û navê herî xweş (Esma-ül Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e.   ( Heşr, 22-24)

Jİ WÎ PÊVE ÎLAH TUNE

Xwedayê we yek Xwedayek bi tenê ye. Ji wî pêve Xweda tune û ew, Rehman û Rehîm e. ( Beqara, 163)
Xweda û melaîketan û ewên xwedî îlîm bi edaletî şahidî kirin ku ji xêynî Xweda îlah tune. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. ( Âlî Îmran,18)
Bibêje: “Ew Xweda yek Xwedayek bi tenê ye (ehed e). (îxlas,1)
Xwed got ku: “Du îlahan nekin. Ew yek îlahek bi tenê ye. Ji ber vê yekê ji min  tenê bitirsin.  (Nehl,51)
Xweda, Ew e. Ji wî pêve îlah tune. Di pêşî û paşîyê de hemd ji wî ra ye û hukum ê wî ye. Hûnê bal bi wî da bêne vegerandin. (Qesas, 70)

DİL (QELB) Dİ BİN QONTROLA WÎ DA YE.

Xweda jî, guh û dilên wan mohr kiriye  û di ser çavên wan da ji perde kişandî ye. Ji wan ra ezabekî mezin  heye. (Sûretê Beqara,7)
Ji bo ku sozê xwe xwaribun û ayetên Xweda înkar kiribun û bi neheqî pêxemberê xwe kuştibun û gotibun: “Dilê me nuxamtîye” (me lanet li wan kiribu).  Naxêr ji bo ku Xweda înkar kirine, me mor li (ser dilê) wan xistîye. Ji hindikî wan pêvtir ew bawer nakin (Sûretê Nîsa, 155)
Ew kesên ku Xweda gohên wan û çavên wan û dilê wan mohr kirine evana nin. Ewên xafil evana nin. (Sûretê Nehl, 108)
Û ji bo ku ji wê fehm nekin me perdeyek daye ser dilê wan û giranî xistîye gohê wan. Gava tu di Qur’anê da yekîtîya Rebbê  xwe yad dikî bi qêrîn û hewar şunda direvin û diçin. (Sûretê Îsra, 46)
Yan qey dibêjin: “Wî derew li Xweda kiriye?” Eger Xweda bixwaze, dilê te jî, mohr dike. Batilê hinda dike û heqqîyê bi gotinê xwe bi cî dike. Bêşik ew bi nava sîng (dil) an dizane.  (Sûretê Şûra, 24) 
 Lê heya Xweda nexwaze, hûn nikarin tiştekî bixwazin. Bi rastî Xweda zana ye, xwedî hukum û hîkmet e. (Sûretê Însan, 30)
Ma te ew kesê ku hewa û hewesa xwe ji xwe ra kiriye îlah û Xweda li ser îlmekî ew xerifandiye û guh û dilê wî mohr kiriye û di ser çavê wî de perde kişandiye; dîtîye? Êdî ji Xweda pêve kî dikare hîdayetê bide wî? Ma hûn hê jî nafikirin? (Sûretê Casîye,23)

HER TİŞTΠ ÎDARE  DİKE

Wekî ku hûn dibînin, ewê esman bê situn bilind kiriye û paşê îstîvayê Erşê kiriye Xweda ye. Paşê roj û hîv kir bin emrê xwe. Heryek heta demekî diherike û diçe. Ji bo ku hûn bi îlmekî yêqîn bawer bikin ku hûnê herin bal Xweda, hemu karî îdare dike û yek bi yek ayetan îzah dike.  (Sûretê Rad, 3)
Ew ji esman heya erdê hemu karan dike rê û îdare dike. Paşê (hemu kar) di rojeka ku bi gorî hesabê we bi qasî hezar salîye, dîsa bal bi wî da bilind dibe. (Sûretê Secde, 5)

XALİQÊ  HEMU TİŞTÎ YE.

Ewê erd û esman ji tunebunê xuluqandîye Ew e. Ma wê çawa zarokê wî çêbibe? Ji wî ra hevalek (jinek) jî tune. Hemu tişt wî xuluqandîye û ew bi hemu tiştî dizane.(Sûretê En’am, 101)
Me hûn xuluqandibun û paşê sûret dabu we û me ji melaîketan ra gotibu: “Ji Adem ra secde bikin.” Hemuya secde kiribu. Lê Îblîs bi tenê secde nekiribu. Jixwe ew ne ji secdevanan bu. (Sûretê A’raf, 11)
Mulkê erd û esmanan ê wî ye. Wî ji xwe ra zarok negirtîye û di mulk de jî şirîkê wî tune ye. Her tişt xuluqandiye û nîzam dayê û li gorî pîvanekî çêkiri ye. (Sûretê Furqan, 2)
Ma qey  nizanin ku ew Xwedayê erd û esman xuluqandîye dikare ê wekî wan jî bixuliqîne. Ji bo wan, ecelekî ku qe têda guman tuneye danî ye. Lê zûlimkar ji kafirîyê pêvtir tiştekî nakin. (Sûretê Îsra, 99)
Hûn gotina xwe veşêrin jî eşkere jî, bikin yeke. Ew bi veşartîyên sîngan dizane.
Ma ê ku xuluqandîye nizane? Ew Latîf (bi hemu karê hûr dizane) û Xebîr (xeberdar) e.
(Sûretê Mulk, 13-14)
Gelo qey ew kafir nizanin ku erd û esman berê biheve bun û me ew ji hev kir û me hemu tiştê candar ji avê xuluqand? Ma ew hê jî bawer nakin?  (Sûretê Enbîya, 30)
Lê Xweda hûn jî, evê we çêkiriye jî xuluqandiye. (Sûretê Saffat, 96)

Jİ WÎ PÊVE QUWWET  TUNE.

Lewra pêxemberên wan, ji wan ra hemu delîlên vekirî dianîn lê wan ew înkar dikirin. Ji ber vê yekê Xweda bi wan girt.  Bi rastî ew pirr bi  quwwet e û ezabê wî pirr asê ye. (Sûretê Mu’mîn, 22)
Ma qey ew li ser rûyê erdê qe nagerin ku, aqubeta ên berê wan çawa buye bidîtana. Ew ji wan bi quwwetir (hêztir) bun jî. Tiştê ku li erd û esmanan ji Xweda re bibe manî tune. Ew zana ye û qadirê hemu tiştîye. (Sûretê Fatir, 44)
Qewmê Ad bi neheqî li ser rûyê erdê xwe mezin girt û gotin. “Ma ji me bi quwwettir kî heye?” Ma qey nedîtine ku ew Xwedayê ew xuluqandine ji wan bi quwwettir e? Wan ayetên me bi zaneyî înkar dikirin (Sûretê Fusîllet,15)
Bi sond me Pêxemberê xwe bi delîlên eşkera-vekirî şand. Ji bo ku mirov edaletê bîne cî me bi wan ra kitêb û mîzan daxist. Me hesin jî daxist ku di tê de quwwetek mezin û ji bo mirovan gelek feyde heye. Evanan ji bo ku ewên bi xiyabî alîkarîya dînê Xweda û pêxemberê wî kirine derxînin meydanê loma ye. Xweda, pirr bi quwwet e û Ezîz e. (Sûreta Hedîd, 25)
Xweda nivîsîye ku: “Bi sond ez û pêxemberê xwe emê bi ser kevin.” Bi rastî Xweda bi quwwete û Ezîz e. (Sûreta Mucadele, 21)
Ji mirovan birrek kes, ji Xweda pêve hinek tiştên din ji wî ra dikin şirîk. Wekî ku ji Xweda hiz dikin, ji wan jî, hiz dikin. Ewên bawerî anîne jî, ji Xweda hiz dikin. Ewên (li nefsa xwe) zûlmê dikin, gava wê ezab bibînin, xwezî di berê da bizanibuna hemu quwwet ê Xweda ye û ezabê Xweda pirr zor û asê ye. (Sûretê Beqara, 165)
(Ey Muhammed) bira gotinên muşrîkan te xemgîn neke. Lewra hemu îzzet û qudret (quwwet) ê Xweda ye. Ew bihîstkar û zana ye. (Sûretê Yunus, 65)

HER TİŞTÎ Jİ XWEDA RA STÛ XWAR KİRİYE.

Ma ew ji dînê Xweda pêve li dînekî din digerin? Li erd û esmanan çi hebe bi dil û bê dil ji Xweda ra situ xwar kriye. Paşê hûnê dîsa bal bi wî da bêne vegerandin. (Sûretê Âlî Îmran, 83)
Min xwe sipartîye wî Xwedayê ku Rebbê mine û Rebbê we ye. Tu candarek tuneye ku Xweda bi perçema wî negirtibe. Bi rastî Rebbê min ser rêya rast e. (Ên li ser rêya rast diparêze) (Sûretê Hud, 56)
Ji bo ku hûn li pişta wan suwar bibin, paşê gava hûn li wan suwar bun, nîmetê Rebbê xwe bînin bîra xwe û wuha bibêjin: “Ew (Xweda) ê evanan daye bin xizmeta me çiqas bilind e. Yan me nikaribu evanan bida bin xizmeta xwe.” (Sûretê Zuxruf, 13)
Xweda, ji bo ku bi emrê wî, tê de keştî biherikin û biçin û hûn ji fezl û kerema wî bigerin, behr daye bin emrê we. Dibe ku hûn şukir bikin. (Sûretê Casîye, 12) 

FİKRİ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder