9 Mayıs 2020 Cumartesi

XWEDA-2

HER TİŞT NUXWAMTİYE Û ZEFT KİRİYE.

Rojhilat jî, rojava jî ê Xweda ne. Hûn berê xwe di kîjan alî da bikin, rûyê Xweda ew der e. Bêşik (rehmet û nî’metê) Xweda fireh e. (Ew bi hemu tiştî) dizane. (Sûretê Beqere, 115)
Li erd û esmanan çi hebe ê Xweda ye.Xweda hemu tişt hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Nîsa, 126)
Ew ji mirovan vedişêrin û ji Xweda venaşêrin. Lê gava wan di şevê de peyvê Xweda jê ne razî bu digotin (hîle û pîlan dadixistin) ew bi wan ra bu. Xweda, tiştê ku wan kirine hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Nîsa, 108)
Îlahê we, bitenê Xweda ye ku ji wî pêve îlahê we tune. Îlmê wî her tişt zeft kiriye. Sûretê Taha, 98)
Baş bizanibin ku, ew di rasthatina Rebbê xwe de di gumanê da ne. Dîsa baş bizanibin ku Xweda her tişt bi zanîna xwe hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Fussîlet, 54)
(Şuayb) got: “Gelî qewmê min! Ma ji bo we, eşîra min ji Xweda bi rûmetir e ku, we ew avête pêy xwe û ji bîr kiriye. Bêşik Rebbê min hemu kar û kirinên we hewîrdor zeft kiriye.” (Sûretê Hud, 92)
Qudret û seltanata Zûlqarneyn awa bu. Me hemu tiştê li bal wî bi zanîna xwe zeft kiribu. (Sûretê Kehf, 91)
Di bîra xwe bîne, me ji te ra gotibu:”Rebbê te erd û esman hewîrdor zeft kiriye.” Ew xewna, me nîşanî te daye û dara di Qur’anê da hatiye lanetkirin me ji mirovan ra kiribu îmtîhan. Em bi vêya wan ditirsînin. Lê ev ji tuxyaneka mezin pêvtir tiştekî li wan zêde nake. (Sûretê Îsra, 60)
Xweda heft qat asîman û bi qasî wî erd xuluqandiye. Emrê Xweda di nav wan de dadikeve û diçe. Ji bo hûn bizanibin ku Xweda qadirê hemu tiştîye û bi îlmê xwe her tişt hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê  Telaq, 12)

QEDERÊ  DÎYAR DİKE.

Musîbetê li ser rûyê erdê diqewume û musîbetê tê serê we bi xwe jî, berî ku ew nehatiye xuluqandin di kitêbê da nivisandî ye. Bêşik ev ji Xweda re pirr hêsan e. (Sûretê Hedîd, 22)

Bi rastî me hemu tişt li gorî qeys û pîvanekî (qederê) çêkiriye. (Sûretê Qemer, 49)

HEMU KAR BAL Bİ XWEDA VE DİZİVİRE

Gelo qey ewên ji rêya heq zivirîne li bendene ku (ezabê) Xweda û melaîketan ji nav sîyê ewran da ji wan were û kar temam bike? Lê wê hemu kar bal bi Xweda ve bizivire. (Sûretê Beqere, 110)

Paşê ew (can) ana wê ber bi Mewlayê ku Xwedayê we yê rastîne ve bê fetilandin. Hukum yê Xweda ye. Ew hesab pirr zû dibîne. (Sûretê En’am, 62)

Li erd û esmanan çi hebe ê Xweda ye. Hemu kar bal bi Xweda ve tê vegerandin (Sûretê Âlî Îmran, 109)
Kî bi qencî berê xwe balî Xweda ve bike; bêşik wî bi qulpê herî saxlem girtî ye. Aqubeta hemu kara digîhîje Xweda. (Sûretê Loqman, 22)
Wê rojê cîyê vegera paşîn, huzûra Rebbê te ye. Sûretê Qiyamet, 12)
Xeyba erd û esmanan ê Xweda ye. Hemu kar ber bi wî da tê vegerandin. Ji wî tenê ra evdîtîyê bikin û xwe bispêrin wî tenê. Xweda, ji kar û kirinên we ne xafil e.  (Sûretê Hud, 123)



DAXWAZA XWE TÎNE CÎ

Ji xêynî xwestina Rebbê te, heta erd û esman hebin wê di wir da dewamî bimînin. Bi  rastî Rebbê te daxwaza  xwe dike. (Hud- 107)
Ma tu van kesê ku peznê xwe didin û xwe pak nîşan didin nabînî? Na, Xweda, kî buxwaze wî pak dike û bi qasî mûyekî  zirav jî, neheqî li wan nayê kirin. (Nîsa- 49)
Bêşik Xweda; ewên bawerî anîne û karên qenc kirine jî, dixe cinnetên di binî de çem diherike. Bêşik Xweda, tiştê bixwaze dike.  (Hecc-14)
Rebbê we çêtir bi we dizane. Eger bixwaze, rehmê li we dike û bixwaze, ezab li we dike. Me tu di ser wan re nekirî wekîl. (Îsra-54)
Ma qey tu nizanî mulkê erd û esmanan ê Xweda ye? Ew kî buxwaze ezab dike û kî jî buxwaze efu dike. Xweda, qadirê hemu tiştîye. (Maîde-40)
Ma qey tu nizanî mulkê erd û esmanan ê Xweda ye? Ew kî buxwaze ezab dike û kî jî buxwaze efu dike. Xweda, qadirê hemu tiştîye. (En’am-39)
Eger Xweda xwestibe we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî, şîretê min bi kêrî we nayê. Ew Rebbê we ye û hûnê vegerin bal wî.(Hud-34)
Êdî kî bixwaze wê şîreta jê bigre.
Lê heya Xweda nexwaze, ew nikarin şîretan bigrin. Xwedîyê teqwayê Ew e û xwedîyê mexfîretê Ew e.(Muddessîr -55-56)

XWEDÊ  TEALA QADİRÊ HEMU TİŞTÎ YE

Gava (li Uhudê) musîbetek hate serê we, we digot: “Ma (em li ser rêya heqqin jî) ev çawa dibe?” Lê we du qatê vê musîbetê (di Bedrê da) anîbu serê wan. (Ey Muhemmed tu ji wan ra) bibêje: “Ew musîbet ji destê we bu.” Xweda qadirê hemu tiştî ye. (Alî- Îmran-165)
Xeyba erd û esmanan ê Xweda ye. Saeta qiyametê jî wekî çav vekirin û girtinê ye. Yajî hê nêzîktir e. Bêşik Xweda qadirê hemu tiştî ye. (Nehl- 77)
Birûsk dike ku çavê wan kor bike, gava dora wan rohnî dike tê da dimeşin. Lê gava tarîtî dikeve ser wan zoq dimînin disekinin. Eger Xweda bixwesta wê guhê wan kerr, çavê wan  jî kor bikira. Bêşik Xweda, qadirê hemu tiştî ye. (Beqere- 20)
Li erd û esman çi hebe ê Xweda ye. Hûn tiştê di nava Xwe da îzah jî bikin veşêrin jî wê Xweda we pê mesul bigre. (Xweda) kî buxwaze efu dike û kî buxwaze ezab dike. Xweda qadirê hemu tiştî ye. (Beqere- 284)
Xuluqandina erd û esmanan û belav kirina her canî (jîndarî) ji ayetê wî ne. Gava ew bixwaze, dikare wan bicivîne bal hev. (Şûra-29)

Jİ BO CERİBANDİNÊ  HEYATA DİNYAYÊ XULUQANDİ YE.

Bi rastî di ser mirov da wusa demeka dirêj derbas bu ku; ew ji bîranînê ra qe ne havilê tiştekî bu.
şik me mirov, ji aveka tevlihev xuluqand. Em wî diceribînin. Ji ber vê yekê me ew kir dîdar û bihîstkar. (Însan-2-3)
Ji bo ku em wan bicerinin ka ji mirovan kî karê qenc dike; me tiştê li ser erdê ji we ra kir xemil, (Kehf-7)
Qey mirov guman dike ku bibêjin: “Me bawer kiriye,wê hema bêne berdan û neyên ceribandinê.”
Bi sond me ên berê wan jî ceribandin. Xweda, bi rastan (sadiqan)  dizane û bi derewînan jî dizane. (‘Enkebut-2-3)
Bi sond heta ku em ji we, bi ên mucahît û sebirker dizanin û xeberên we îzah dikin, emê we biceribînin (Muhammed-31)

FİKRİ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder