9 Mayıs 2020 Cumartesi

XWEDA-3

XÊR JÎ, ŞERR JÎ, WÎ XULUQANİDÎ YE.

Eger Xweda, zîyanekî bide te, ji xêynî wî ê ku wê ji ser te rabike tune. Eger ji bo te xêrekî bixwaze, ê ku fezl (û rehma) wî ji ser te rabike tune. Ew ji kî ra bixwaze xêra xwe dide wî. Ew Xefur û Rehîm e. (Yunis-107)
Heta bi destura Xweda nebe, tu musîbetek naqewume. Kî bi Xweda bawer bike, (Ew) dilê wî ber bi rêya rasd da dike. Xweda bi her tiştî dizane. (Texabûn-11)
Her nefis wê mirinê tam bike.  Em we bi başî û nebaşîyê îmtîhan dikin. Hûnê bal bi me da bêne vegerandin. (Enbîya-35)

Jİ HER TİŞTÎ RE ŞAHİD E.

(Ey Muhammed) tu di çi karî da dibî bibe û ji Qur’anê çi bixwînî û hûn çi karî bikin û hûn di nava wî karî da mijul bibin, bi rastî em li ser wî ra şahid in. Biqasî misqalê zerre jî, ne li erdê û ne jî, li asîman tiştek ji Rebbê te ra veşartî namîne. Dixwazî bira ji vîya piçuktir be û dixwazî bira ji vîya mezintir be hemu di Kitêba mubîn (Levhî mahfuz) da ye. (Yûnis-61)
Bibêje: “ Di nava min û we da ji şahidîyê ra Xweda bes e. Ew ji karê evdê xwe xeberdar e û dîdar e. (Îsra- 96)
Ên bune kafir jî wuha dibêjin: “Tu (bi pêxemberî) nehatî şandin.” Ji wan ra bibêje: “Di nava min û we da, ji şahidiyê ra Xweda bes e.” (Rad-43) 
Emê ji nêz ve ayetên xwe hem di afaqê /asmîn de û hem di nefsa wan de nîşanê wan din ku bira rastîya Qur’anê ji wan re kifş bibe. Ma qey ji her tiştî re şahidîya Rebbê te nebese? (Fûsîlet- 53)

HER TİŞTÎ DİBİHÎSE Û DİBÎNE.

Di rêya Xweda de şer bikin û bizanibin ku Xweda, bihîstkar û zana ye.  (Beqere-244)
Xweda, emrê we dike ku hûn  emanetan bidin ehlê wan û gava we di nava mirovan da hukim kir bi edaletê hukim bikin. Xweda, bi vêya şîretên rind dide we. Bêşik Xweda, bihîstkar û dîdar e (dibîne). (Nîsa- 58)
(Ji wan ra ) bibêje: “Ma hûn ji Xweda pêve ji tiştê ku kar û zirara wan nagîhîje we ra îbadet dikin? Lê Xweda, bihîstkar û zana ye. (Maîde-76)
Bibêje Xweda bi dema mayîna wan çêtir dizane. Xeyba erd û esmanan di bin îdara wî da ye. Ew çi rind dibîne û ew çi rind dibihîse! Ji mirovan ra ji wî pêve welîyê wan tune. (Kehf- 26)
Han ew Xwedayê ku Rebbê we ye Ev e. Ji wî pêvtir îlah tune. Ew xaliqê hemu tiştîye. Ji wî ra evdîtîyê bikin, ew ji hertiştî ra wekîl e.
Çav nikarin wî îdraq bikin. Lê ew hemu çavan îdraq dike. Ew letîfe û ji hemu tiştî xeberdar e.
(En’am- 102-103)

Lİ SER HERTİŞTÎ ÇAVNÊR Û PARİZVAN (MUHAFİZ) E.

Kî di karekî rind (û bi xêr de) navçuyîtîyê (şefaetê) bike, wê jê ra parek jê hebe. Kî jî, ji karekî pîs ra şefaetê bike, wê ji wî ra jî, parek jê hebe. Xweda, li ser her tiştî parizvan/muhafiz û qadirê hemu tiştî ye.  (Nîsa-85)
Bavê wan ji wan ra gotibu: “Wekî ku berê min birayê we emanetî we kiribu, ma ez wî jî emanetî we bikim? Lê  muhafizê herî bi xêr Xweda ye û Ew Rehîmê Rehîman e. (Yûsif-64)
(Kurê wî) got: “ Ezê xwe bavêjim çîyakî, wê ew min ji avê biparêze.” Nuh got: “Ji xêynî ewên ku Xweda rehma xwe lê kiriye îro parizvan/ muhafiz tune.” Û pêlek kete nava herduyan û kûrê wî jî, bu ji ên xeniqandî. (Hud-43)
Lê tu hêzeka Îblîs li ser wan tunebu. Ji bo ku em ewên bi axretê bawer kirine û ên jê dudile ji hev bikin (me ev keys dabu wî). Bi rastî Rebbê te li ser her tiştî parêzvan /muhafiz e.       (Sebe’-21)

 Jİ HER TİŞTΠ XEBERDAR (HAYDAR) E.


Nîmetê ku Xweda dabu we û sozê ku we dabu wî bînin bîra xwe. We gotibu: “Me bihîst û îtaet kir.” Ji Xweda bitirsin, lewra Xweda bi tiştê di sîngan (dilan) de veşartî ye dizane. Maîde- 7)
Ew bi tiştê erd û esmanan dizane. Ew bi tiştê hûn vedişêrin jî, eşkera dikin jî dizane. Xweda bi nava dilan dizane. (Texabûn- 4)
(Ey Muhammed) tu di çi karî da dibî bibe û ji Qur’anê çi bixwînî û hûn çi karî bikin û hûn di nava wî karî da mijul bibin, bi rastî em li ser wî ra şahid in. Biqasî misqalê zerre jî, ne li erdê û ne jî, li asîman tiştek ji Rebbê te ra veşartî namîne. Dixwazî bira ji vîya piçuktir be û dixwazî bira ji vîya mezintir be hemu di Kitêba mubîn (Levhî mahfuz) da ye. (Yûnis-61)
Ji teblîx kirinê pêvtir li ser pêxember tiştek tune. Xweda bi tiştê we eşkera kiriye jî, veşartîye jî dizane. (Maîde- 99)
Rebbê me! Tiştê em veşêrin jî, eşkera bikin jî tu pê dizanî. Lewra li erd û esmanan tu tişt ji Xweda ra veşartî namîne. (Îbrahîm-38)
Bi rastî ew, bi gotinên eşkera jî dizane bi ên hûn vedişêrin jî dizane. (Enbîya-110)
Elîf. Lâm. Râ. Ev kitêbek ji alîyê wî Xwedayê ku xwedî hukum û hîkmet e û ji hertiştî xeberdare ve hatiye mûhkem kirin û paşê yek bi yek hatiye îzahkirin.(Hud-1)
Baş bizanibin ku, ew ji bo ku xwe ji wî veşêrin, sîngê xwe ditewînin. Dîsa baş bizanibin ku, gava ew xwe li kincên xwe dipiçikînin jî, Ew bi tiştên vedişêrin jî, eşkere dikin jî dizane. Lewra Ew bi nava sîngan dizane. (Hud-5)
Tu gotinê eşkere jî biki (veşêrî jî yeke). Ew bi veşartîyên veşartîyan dizane. (Taha-7)
Ma tu nabînî Xweda, bi hemu tiştê erd û esmana dizane? Sê kes bi dizî di nava xwe da bipeyîvin, yê çaran miheqeq Ew e. Pênc kes bi dizî bipeyîve yê şeşan Ew e. Ji vêya kemtir bin jî,  pirrtir bin jî miheqeq ew bi wan ra ye. Paşê roja qiyametê wan ji kar û kirinên wan haydar dike. Lewra Xweda bi hemu tiştî dizane. (Mucadele-7)

HER TİŞT BÊ MÎNAK (MÎSAL) XULUQANDİ YE.

Ewê erd û esman ji tunebunê (bê mînak) xuluqandîye Ew e. Ma wê çawa zarokê wî çêbibe? Ji wî ra heval (jin) ek jî tune. Hemu tişt wî xuluqandîye û ew bi hemu tiştî dizane.(En’am-101)


Bİ XEYBÊ DİZANE.

Kilîtên xeybê li bal wî ne. Ji wî pêvtir kes bi wan nizane. Ew bi hemu tiştê di behrê û bejîyê da dizane û her pela dikeve ew pê dizane. Liba (heba) di nava tarîtîyên erdê da û qe tiştekî terr û hişk tuneye ku di kitêba mubîn da tunebe. (En’am-59)
Bibêje: “Li erd û esmanan ji Xweda pêve tu kes bi xeybê nizane.” Haya wan, bi dema zîndebuna wan jî tuneye. (Nemil-65)
Ew ji te dipirrsin ka saeta qiyametê kîngê ye? Bibêje: “Îlmê wê li bal Rebbê min e. Ji wî pêvtir kes nikare dema wê îzah bike. (dema wê) ji erd û esmanan ra giran hatiye. Ew ji we ra nişkave tê.” Dibê qey tu bi hatina wê zanî tên ji te dipirrsin. Bibêje: “Îlmê wê li bal Rebbê min bitenê ye. Lê pirrên mirovan bi vêya nizanin.” (Araf-187)
Bêşik îlmê saeta qiyametê li bal Xweda ye. Baranê dibarîne û bi tiştê di Rehîman de ye dizane. Kes nizane ku wê sibê çi bi dest xwe bixe. Tu kes jî nizane ku wê li kuderê bimre. Bêşik Xweda, zana ye û xeberdar e.  (Loqman-34)
Û dîsa Xweda gotibu: “Ey Îsayê kurê Meryemê! Ma, te ji mirovan ra gotibu: ”Dev ji Xweda  berdin û min û dîya min ji xwe ra bi îlahî bigrin?” Gotibu: “Heşa, te tenzîh dikim. Heddê min neketîye ku ez tiştekî neheqq bibêjim. Eger min gotibuya te bi vêya dizanibu. Bêşik yê ku bi xeybê dizane tuyî tu. (Maîde- 116)

HER TİŞT Jİ TUNEBÛNÊ ÇÊKİRİYE.

Ew xaliqê erd û esmanane. Gava ew bixwaze tiştekî bixuliqîne jê ra dibêje: “Bibe,” ew jî hema çêdibe. (Beqere-117)
Gava em tiştekî bixwazin, Bitenê em jêra dibêjin : “Bibe” ew jî hema dibe. (Nehl-40)
(Xweda ji wî ra wuha kerem kir:) “Ey zekerya! Bi rastî em mizgîna zarûkekî ku navê wî Yehya ye didin te. Me heta aniha ev nav nedaye kesî.”
 (Zekerya) Gotibu: “Rebbê min! Zarokê jina min çênabe û ez jî gîhîştîme paşîya kalîtîya xwe ma wê zarokê min çawa çê bibe?”
Awa ye. Rebbê te kerem kir ku: “Ev ji min ra pirr hêsan e. Berê jî tu qe ne tiştek buy lê me tu xuluqandî. (Meryem-7-9)
Ewê erd û esman bi heq û hikmet xuluqandîye Ew e. Roja ku bibêje: “Bibe” hema (hemu tişt) çêdibe. Peyva wî heqq e. Roja ku li surê tê pifkirin jî, mulk ê wî ye. Ew bi tiştê veşartî û eşkere dizane. Ew xwedî hukum û hîkmet e û (ji her tiştî) xeberdar e. ( En’am- 73)

HEWCEYÊ TU TİŞTEKÎ NÎNE.

Kî cîhadê bike, bi tenê ew ji bo xwe cîhadê dike. Bêşik Xweda ji aleman mustexnî ye (ne hewcîyê tu kesî ye). (‘Enkebut-6)
Ew kesê ku ji kitêbê îlmek li bal wî hebu jî, wuha got: “Ezê wî textî ji te ra bînim, berî ku tu çavê xwe bigrî û vekî (bikutî). Gava Silêman ew li cem xwe dît; got: “Ev ji fezleka Rebbê mine. Min îmtîhan dike ku, ka ez şukir dikim yan nankor im. Heçî kesê şukir bike; ew ji bo xwe şukir dike û kesê ku nankorîyê bike jî, bêşik Rebbê min Xenî (zengîn/ hewceyê tu kesî nîne) û Kerîm e. (Nemil-40)
Gelî mirovan! Hûn hemu hewceyê Xweda nin. Lê Xweda, xenîye (zengîne û ne hewceyî tu tiştî ye) û Hemîd e (hemd û sena ji bo wî ye).  (Fatır-15)
Musa gotibu: “Eger hûn û ewên li ser erdê hemu înkar bikin jî, bêşik Xweda ne hewcîyê tu tiştekî ye û layiqê hemdkirinê ye. (Îbrahîm-8)
Gotinek xweş û mexfîret (efu kirin), ji sedeqa ku di pêy da ezîyet û cefa tê çêtire. Xweda, Xenî (zengîn/hewceyê tu tiştekî nîne) û Helîm (mulayîm) e.(Beqere-263)
Hûn awa nin. Hûn hatine gazîkirinê ku di rêya Xweda de înfaq bikin lê di nava we da hinek temayî /çikosî yê dikin. Kî temayî yê bike êdî ew ji xwe ra dike. Xweda jî zengîn e, hûn xizan in. Eger hûn rû bizivirînin, wê we bi qewmekî din biguherîne û ew ne wek we ne jî. (Muammed-38)

HER HEBÛN/HEYÎNÎ HEWCEYÊ WÎ YE.

Xweda bi kêmasî semed e (her tişt hewciyê wî ye lê ew ne hewcîyê tu tiştekî ye). (Îxlas-2)
Gelî mirovan! Hûn hemu hewceyê Xweda nin. Lê Xweda, xenîye (zengîne û ne hewceyî tu tiştî ye) û Hemîd e (hemd û sena ji bo wî ye). (Fatir15)

Jİ HEMU KÊMASÎYAN BERÎ YE.  

Ma qey ew li ser rûyê erdê qe nagerin ku, aqubeta ên berê wan çawa buye bidîtana. Ew ji wan bi quwwetir (hêztir) bun jî. Tiştê ku li erd û esmanan ji Xweda re bibe manî tune. Ew zana ye û qadirê hemu tiştîye. (Fatir-44)
Bibêje: “Hemd ji Xweda ra ku ji xwe ra zarûk negirtîye û di mulk da şirîkê wî tune û ji ber acizîyê, jê ra alîkar tune û ne hewcîyê tiştekîye û wî bi tekbîran mezin bike. (Îsra-111)
Ewê ku hûn xuluqandine, paşê riziq daye we, paşê hûn mirandine û paşê wê ji nuhve da heyatê bide we Xweda ye. Gelo di nava şirîkên we da yekê ku dikare evanan bike heye?  Ew ji tiştê ku ew pê şirîkatîyê dikin berî ye, bilind e. (Rom-40)
Ma qey nabînin ku; ew Xwedayê, di xuluqandina erd û esmanan de naweste, dikare mirîyan jî vejîne? Belê, ew qadirê hemu tiştî ye. (Ehqaf-33)
Bi sond me erd û esman û tiştê di nabeyna herduyan de di şeş rojan de xuluqand û tu betilandin jî negîha me. (Qaf-38)

FİKRİ AMEDÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder