NE WELİDÎYE Û NEHATİYE WELİDANDİN.
Ne welidîye û nehatîye welidandin. (Îxlas-3)
Wuha gotin: “Xweda ji xwe ra zarok peyda kiriye.”Heşa! Ew ji tiştê awa dûr û berî ye. hemu tiştê li erd û esmanan ê Xweda ye. Di vê xususê da di destê wan da jî, qe delîlek tune. Ma hûn di heqê Xweda de, tiştê ku pê nizanin dibêjin? (Yûnus-68)
Qet nabe ku Xweda ji xwe ra zarû bigre. Ew ji tiştên awa dûr berî ye. Gava ew bixwaze tiştek bibe, bi tenê dibêje: “Bibe” ew ji hema çêdibe. (Meryem- 35)
XWEDÎYÊ MULK E.
Ma qey tu nizanî, bi rastî hukumranîya erd û esmanan ê Xweda ye? Ji bo we ji Xweda pêve dost u alîkar tune ye. (Beqere-107)
Mulkê erd û esmanan û ên di nabeyna herduyan da yê Xweda ye. Ew qadirê hemu tiştîye. (Maîde-120)
Ew Xweda ku hemu tiştê li erd û esmanan ê wî ye. Ji ber ezabê zor û asê wey li halê kafiran. (Îbrahîm- 2)
Hemu tiştê li erd û esmanan û tiştê di nabeyna evanan de û tiştê di binê axê da ê wî ne. (Taha-6)
Tu tişt tuneye ku xizneyên wî ne li bal me be. Lê em wî li gorî pîvanekî dadixin. (Hîcr-21)
Kilîtên erd û esmanan ê wî ye. Ew ji kî ra bixwaze, rizqê wî zêde dike û kêm dike. Ew bi hemu tiştî dizane. (Şura-12)
WARİSÊ HER TİŞTÎYE.
Bêşik em vedijînin û em dikujin. Warisê hemuyan jî emin em. (Hîcr-23)
Bêşik emê bibin warisê hemu tiştê erdê û ser erdê. Wê hemu mirov ber bi me da bêne vegerandin.(Meryem-40)
Me gelek bajarên di nava refahê de fahş-har bune helaq kir. Han cîyê wan; di piştî wan de pirr hindik li wir hate rûniştandin. Em ji wan ra bun waris. (Qeses-58)
EW XWEDÎYÊ ERD Û ESMANAN Û NABEYNA HERDUYAN E.
Baş bizanibin ku, li erd û esmanan kî hebe ê Xweda ye. Ewên ji xêynî Xweda ji yekê din ra îbadet dikin hene, bi rastî ew jî, ji wan şirîkan ra îbadetê nakin. Ji gumana xwe tenê ra îbadetê dikin. Ew bi texmîn û gumanê derewan dikin. (Yûnis-66)
Ew Rebbê erd û esmanan û (Rebbê) hemu tiştê di nabeyna wan da ye. Ji wî ra îbadet bike û di îbadeta xwe da sebir bike. Ma qe tu bi yekê wek wî dizanî? (Meryem-65)
Ew Rebbê erd û esmanan û tiştê nabeyna herduyan e. Rebbê rojhilatane jî. (Saffat-5)
HER TİŞT Lİ GORÎ PÎVANEKÊ XULUQANDİYE.
Xweda bi hemu tiştê ku mê pê avis dibin û di rehîman da çi kêm dikin û çi zêde dikin dizane. Li bal wî hemu tişt li gorî pîvanekîye. (Raad-8)
Wî ew hemu zeft kiriye û yek bi yek jimartî ye. (Meryem-94)
Lê me her tişt nivisandîye û jimartiye. (Nebe’-29)
Ewê kitêb û mîzan bi heqî daxistiye Xweda ye. Tu çi dizanî, dibeku saeta qiyametê pirr nêz be? (Şûra-17)
Ji bo ew baş bizanibin ku wan rîsaleta Rebbê xwe rast teblîx kirine. Xweda hemu tiştê li cem wan hewîrdor zeft kiriye û her tişt yek bi yek jimartî ye. (Cinn-28)
Wî esman bilind kiriye û mîzan danî ye. (Rehman-7)
Wê ji cîyekî ku qe guman nedikir rizqekî bidê. Kî xwe bispêre Xweda, ew ji wî ra bes e. Bêşik Xweda emrê xwe tîne cî. Xweda ji bo her tiştî pîvanek danîye. (Telaq-3)
Eger Xweda, rizqê evdê xwe zêde bikira, wê li ser rûyê erdê har bibuna. Lê ew li gorî xwestina xwe dadixîne. Lewra ew ji rewşa evdê xwe haydare û dîdar e (dibîne).(Şûra-27)
BİLİND Û MEZİN E.
Di hizûra wî de, ji xêynî şefaeta kesê ku Xweda destur dayê, şefaeta tu kesî bi kêr nayê. Gava tirs ji dilê wan tê derxistin; ji hev ra dibêjin: “Rebbê we çi got?” Dibêjin: “Tiştê heq got.” Ew, pirr bilind û pirr mezin e. (Sebe’-23)
Tiştê li esmanan û li erdê ê wî ne. Ew,bilind û mezin e. (Şûra-4)
TİM ZÎNDE YE.
Tu xwe bispêre wî Xwedayê ku qe namire û zînde ye. Wî bi hemd û sena tesbîh bike. Bi haydarbuna gunehên evdê xwe ra ew bes e. (Furqan- 58)
Allah; ji Wî pêve îlah tune. Zînde ye, bi zatê xwe qayîm e. Ne dihênije û nejî xew pê digre. Li erd û esmanan çi hebe ê Wî ye. Ma heta destûra Wî tunebe, kî kare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştê pêş û paşê wan dizane. Ew ji xêynî tiştê Wî xwestîye, ji îlmê Wî tiştekî fahm nakin. Kursîya Wî erd û esman zeft kiriye. Parastin (û telandin) a wan, ji wî ra giran nayê. Ew pirr bilind û pirr mezine. (Beqere-155)
Ew Heyy (zînde) ye. Ji wî pêve îlah tune. Dîn ji wî tenê ra xalis bikin û jê ra duâ bikin. Hemd ji Rebbê alemê ra ye. (mu’mîn- 65)
XWE ŞAŞ NAKE Û Jİ BÎR NAKE.
Cebraîl gotibu: “Ey Muhammed!”) Em bi bi emrê Rebbê te tenê dadikevin. Tiştê li pêşîya me û li paşîya me û tiştê di nabeyna wan da hemu ê Wî ne. Rebbê te tu tiştekî ji bîr nake. (Meryem-64)
Musa got: “Îlmê wan li cem Rebbê min, di kitêbekî da nivisandî ye. Rebbê min şaş nake û ji bîr nake.” (Tâhâ 52)
SECDE JÊ RE TÊKİRİN
Ma qey li tiştê ku Xweda Xuliqandiye mêze nakin. Sîyê wan ji qudreta Xweda ra situ ditewînin û di çep û rastê wan da secde dikin.
Li erd û esmanan hemu candar û melaîket ji Xweda ra secde dikin û qe mezinayî û quretîyê jî nakin. (Nehl-48-49)
Di qismekî şevê de jê ra secde bike û şev wî dirêj dirêj tesbîh bike. (Însan- 26)
Ma qey tu nabînî ku; hemu tiştê li erd û esmanan- roj û hîv û sitêrik û dar û heywan û pirrên mirovan ji Xweda re secde dikin û li ser gelekan jî ezab heq buye? Xweda kî rezîl bike êdî kesê ku rûmetê bide wî tune. Bêşik Xweda tiştê bixwaze dike. (Hecc-18)
TESBÎH JÊ RE TÊKİRİN.
Ewr bi gurîna xwe ji wî ra hemd dikin û melaîket jî, ji tirsa wî, jê ra tesbîh dikin. Birûskan dişîne û bi evanan ji kîjanê ra bixwaze li wî dixe. Lê ew dîsa ji di heqê Xweda de munaqeşê dikin. Lê hêz (û cezayê) wî pirr zor û asê ye. (Raad-13)
Heft esman û dinya û tiştê di nava wan de wî tesbîh dikin. Tiştê ku wî bi hemd tesbîh neke tune. Lê hûn ji tesbîhata wan fahm nakin. Ew Xefur û Rehîm e. (Îsra- 44)
Hemu tiştê li erd û esmanan Xweda tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Hedîd- 1)
Li erd û esmanan çi hebe ê wî ye. Ewên di hizûra wî da jî, ji bo îbadetê ne quretîyê dikin û ne jî dibetilin,
Şev û roj wî tesbîh dikin. Qe aciz nabin. (Enbîya-19-20)
Ma qey tu nabînî ku; hemu kesên li erd û esmanan û hemu teyrê ref bi ref, Xweda tesbîh dikin. Bêşik her yekê bi duâyên xwe û tesbîhê zani bu. Xweda bi kar û kirinên wan dizane. (Nûr- 41)
Me çîya dabu bin emrê wî. Sibeh û êvarê bi wî ra ew tesbîh dikirin.
Û me hemu teyr û çuçikên ji her alî ve dihatin û diciviyan jî da bin emrê wî. Her yekê bi wî ra zikir û tesbîh dikirin. (Sad-18-19)
HEMD JÊ RE TÊKİRİN.
Hemd, ji bo Wî Xwedayê Rebbê alemê ye.(Fatîhe-2)
Hemd ji Xweda re ku hemu tiştê li esman û erdê ê wî ne. Li axretê jî, hemd ji bo wî ye. Ew, xwedî hukum û hîkmet e û ji her tiştî xeberdar e. (Sebe’-1)
Ew ji wuha dibêjin: “Hemd ji Xweda re ku wî wada xwe rast deranî û em ji vê derê ra kirin waris. Em ji cinnetê ku derê bixwazin, li wê derê bi cî dibin. Xelata xebatkaran çiqas rind e!”
Tu dibînî ku, melaîketan hewîrdorê Erşê zeft kirine û bi hemd û sena Rebbê xwe tesbîh dikin. Di nava wan de bi heqqî hukum hatiye dayîn û hatiye gotin; hemd ji bo wî Xwedayê Rebbê alemê ye. (Zûmer-74-75)
Hemd ji wî Xwedayê ku erd û esman xuluqandîye û ronahî û tarîtî çêkirîye ra ye. Ewên înkar kirine dîsa jî, jê ra (hinek tiştên din) yek digrin. (En’am-1)
LAYİQÊ PEZNÊ YE (HEMÎD E) .
Hemu tiştê li erd û esmanan ê wî ye. Bêşik Xweda ne hewceyê tu tiştekî ye (mustexnîye) û hemid e (layiqê pezin û sipasîyê ye). (Hecc-64)
Ewên ji wan ra îlîm hatiye dayîn jî, dizanin ku; ewa ji te ra hatiye daxistin, heqîyek ji Rebbê te ye û dibînin ku ew ber bi rêya wî Xwedayê Ezîz û Hemîd (layiqê peznê) de dike.(Sebe’-6)
XWEDÎ ÎZZET Û RÛMET E.
Kî îzzet û rûmetê dixwaze, (bira bizanibe ku) hemu îzzet û rûmet ê Xweda ye. Gotina rind ber bi wî ve bilind dibe. Karên qenc jî wî bilind dike. Ewên xerabîyê dihûnin û li hev tînin jî, ji wan ra ezabekî zor û asê heye. Tiştê ku li hev anîne jî, betal buye. (Fatir-10)
Ew dev ji mu’mînan berdidin û kafiran ji xwe ra dikin dost (welî). Ma ew li cem wan îzzet û rûmetê digerin? Bêşik hemu îzzet û rûmet ê Xweda ye. (Nîsa-139)
Dibêjin: “Eger em vegerin Medînê , wê ê bi rûmet û serketî, ewên zeîf û rezîl ji wir derîne.” Lê rûmet û serketin ê Xweda û pêxemberê wî û mu’mînan e. Lê munafiq bi vêya nizanin. (Munafiqûn-8)
XWEDA BAQÎ YE
Li ser rûyê erdê her tişt fanî ye
Lê rûyê (zatê) wî Rebbê te yê xwedî celal û îkram baqî ye. (Rehman-26-27)
XWEDA Bİ QUWWET E Û EZÎZ E.
Xweda ew kesên kafir bi hêrs û xezeba wan ve vegerand û qe negîhîştin xêrekî. Di şer de alîkarîya Xweda besî mu’minan e. Xweda bi hêz û quwwete û Ezîz e. (Ehzab-25)
Xweda nivîsîye ku: “Bi sond ez û pêxemberê xwe emê bi ser kevin.” Bi rastî Xweda bi quwwete û Ezîz e. (Mucadele-21)
XWEDÎYÊ NAVÊ HERÎ RİND E (ESMAUL HUSNA)
Navê herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. Dev ji ewên di heqê navê wî da ketine çewtîyê berdin. Ji ber tiştê ku kirine wê di nêzîk da bêne cezakirin. (A’raf-180)
(Ey Muhammed ji wan ra) bibêje: “Dixwazin ji Allah ra dua bikin û dixwazin ji Rehman ra dua bikin, hemu navên rind ê wî ne. Di nîmêjê da dengê xwe pirr bilind neke û pirr jî nizim neke (yajî bi dizî nexwîne). Di nava wan herduyan de bi rêyekî bigre. (Îsra-110)
Allah; ji xêynî wî îlah tune. Hemu navê rind ê wî ne. (Tâhâ-8)
Xweda ewe ku, Xaliq û Barî ( bê qisur çêdike) û Mussavîr e (sûretan dide meriv) û navê herî xweş (Esma-ül Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24)
FİKRİ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder