ÇÊTİR DİZANE KU KÎ Dİ HÎDAYETÊ DA YE Û KÎ Jİ RÊYA HEQ ZİVİRÎ YE
Heddê zanîna wan ev e. Bi rastî Rebbê te, kî ji rêya wî ziviriye û kî jî li ser rêya raste çêtir dizane. (Necm-30)
Bibêje: “Her kes li gorî meşreb û mîzaca xwe tevdigere. Rebbê we çêtir dizane kî li ser rêya rast e.” (Îsra- 84)
Jİ KAFİRAN RE XEFİKAN ÇÊDİKE.
Ji piştî tengîya ku tê serê mirovan, gava em rehmetekî bi wan didin tamkirin, tu dinêrî dîsa di heqqê ayetên me da xefika dihûnin. Bibêje: “Xweda leztir xefian dihûne û qasidên me jî xefikên ku hûn çêdikin dinivisîne. (Yûnis-21)
Wan hîle û pîlan çêkirin. Haya wan jê tunebu me jî hîle û pîlanê wan xerab kir. (Neml-50)
Bi rastî wan dafikê xwe danîn. Lê dafikên wan çîya jî, ji cîyê wan bileqine dîsa li cem Xweda ji wan ra dafik heye. (Îbrahîm-46)
(Cihudan ji bo kuştina Îsa) pîlan çêkirine; Xweda jî (Ji wan ra) pîlan çêkirîye. Xweda çêtirê pîlan çêkirane. (Alî- Îmran-54)
Tê bîra te, ewên înkar dikirin, ji bo ku te bigrin, yan bikujin, yajî te (ji welatê te) derxînin hîle û pîlan çêdikirin. Xweda jî pîlan çêdikir. Xweda çêtir xax û dafika çêdike. (Enfal-30)
TENGÎ Û ZEHMETÊ DİDE KAFİRAN.
Xweda bixwaze kî bigîhîjîne hîdayetê sîngê (dilê) wî li İslamê vedike. Bixwaze kî jî bixerifîne- wekî ku bilindî asiman dibe- sîngê wî teng dike û dijdîne. Xweda, li ser kesê bawer nekiriye da awa gemarê direşîne. (En’am-125)
Tu guman neke ku, Xweda ji kar û kirinên zûlimkaran bêhay e. Bitenê wan heta roja ku çavê wan difire derve şunda dide. (Îbrahîm-42)
Eger Xweda ji ber neheqîyan mirovan, ew bidana cezakirin, li ser erdê tu candarek nedihişt. Lê ew wan heta demekî şunda dide. Gava ecelê wan were, ne saetekî paş da dimînin û ne saetekî pêş da diçin. (Nehl-61)
Gelek bajar hene ku zûlim kirine jî, min wext daye ber wan. Paşê min bi wan girt. Veger bal bi min ve ye. (Hecc-48)
Ewên bune kafir, bira guman nekin ku me dema daye ber wan ji wan ra bi xêre. Em muhletê didin wan ku bira gunehên wan zêde bibe. Ji wan ra ezabekî rezîl dike heye. (Alî-Îmran-178)
Lê esil Xweda tinazê xwe bi wan dike, vê gavê muhletê dide wan û ew di nava şaşîtîyê da digerin e. (Beqere-15)
Ji wan ra bibêje: “Kî di delaletê da be; Rehman rojê wî dirêj bike jî, gava ezabê ji wan ra hatiye wadkirin yajî qiyametê bibînin; wegavê wê bibînin cîyê kî xerabe û alîkarê kî zeîf e. (Meryem-75)
Ez muhletekî didim ber wan. Lewra xefikên min pirr zexme. (A’raf-183)
KAFİRAN DİXERİFÎNE.
Ma ewê ku karê wî yê neqenc jê re hatibe xemilandin û ew jî karê xwe rind bibîne, (qe wek ewê ku xerabîyê naxwaze) dibe. Xweda kîjanê bixwaze dixerifîne û kîjanê jî bixwaze digîhîjîne hîdayetê. Êdî tu xwe ji ber wan ve aciz neke. Bi rastî Xweda bi kar û kirinên wan dizane. (Fatir-8)
Ji Xweda pêve, dostê ku alîkarîya wan bike tune. Xweda kî di nava xerifîyê da bihêle, êdî ji wan ra rêya xelasîyê jî tune. (Şûra-46)
KAFİRAN QEHR DİKE.
Êdî tu di rêya Xweda de şer bike. Tu ji xwe tenê mesulî û mu’mînan jî, ji şer ra teşwîq bike. Dibe ku .Xweda hêz û qeweta kafiran belav bike. Lewra Xweda bi qeweta xwe û bi cezayê xwe pirr zor e. (Nîsa-84)
Jİ KAFİRAN HEYFÊ DİGRE.
Û me heyfa wî, ji wî qewmê ku ayetên me tekzîb dikirin girt. Bi rastî ew qewmekî xirab bun. Me jî ew di avê da xeniqandin. (Enbîya-77)
Ji wî kesê ku gava ji wî ra ayetê Rebbê wî tête Xwendin û ew jî, jê rû dizivirîne zalimtir kî heye. Bi rastî em ji gunehkaran heyfê /tolê distînin. (Secde-22)
Me jî, heyf /tol ji wan sitend. Êdî tu binêre ka aqubeta ên derew hesab dikirin çawa buye? (Zuxruf-25)
Lİ KAFİRAN EZAB DİKE.
Bi rastî ji me ra hate wehî kirin ku; ezab li ser ewên derew hesab dikin û rû difetilîne ye. (Tâhâ-48)
Ji piştî bawerî yê kî Xweda înkar bike û sîngê xwe ji kufrê ra vebike -ji xêynî ewê ku dilê wî bi bawerîyê mutmeîn e lê bi zorê tê fetilandin ne tê da- li ser wan xezeba Xweda heye û ezabê mezin jî, ji bo wan e. (Nehl-106)
Ewên bawerî bi ayetên Xweda naynin, Xweda wan nagîhîjîne hîdayetê û ji wan ra ezabekî bi êş û jan heye. (Nehl-104)
Jİ BO KAFİRAN CEHENNEM XULUQANDİYE.
Kî jî piştî ku rêya rast jê ra eşkere bibe û ew ji pêxember ra muhalefet bike û ji xêynî rêya mu’mînan li rêyek din bigere, em wî li ser wê rêyê dihêlin û wî dixin cehennemê. Ew der çi cîyekî nerind e. (Nîsa-115)
NEXWEŞÎYA DİLÊ MUNAFİQAN DERDİXÎNE MEYDANÊ.
Roja ku herdu civat rastî hev hatibun, musîbeta hatibu serê we, bi destura Xweda bu. Ev ji bo ku mu’mînan biceribîne û derxîne meydanê loma ye.
Û ji bo ku bi munafiqan bizanibe (û derxîne holê loma). Gava ji wan ra hate gotin: “Werin di rêya Xweda de şer bikin yajî li ber (dijmin) bisekinin.” Gotibun: “Eger me zanibuya şer heye emê bi we ra bihatana.” Wê rojê ew ji bawerîyê pirrtir nêzîkê kufrê bun. Tiştê di dilê wan de tunebu bi devê xwe digotin. Xweda, bi tiştê ku veşartine çêtir dizane. (Alî-Îmran-166-167)
MUNAFİQAN REZİL Û RİSWA DİKE.
Bi wan ra şer bikin ku bira Xweda bi destê we ezab li wan bike, wan rezîl û riswa bike û bira we, ser wan ra payîdar bike û dilê civata mu’mînan fireh bike. (Tewbe-14)
Lİ MUNAFİQAN EZAB DİKE.
Xweda ji mêr û jinên munafiqan ra û ji hemu kafiran ra agirê cehennemê ku wê di wir da dewamî bimînin wad kiriye. Ew besî wan e. Xweda lanet li wan kir û ji bo wan ezabekî dewamî heye. (Tewbe-68)
MU’MÎNAN DİGÎHÎJÎNE SER RÊYA RAST
Nîşandina rêya rast jî li ser Xweda ye. Hinek rê jî xwarin. Eger wî bixwesta hûn hemu digîhandin ser rêya rast. (Nehl-9)
Xweda bi wê (kitêbê) ên didin pêy razayîya wî derdixîne selametê. Wan bi îzna xwe ji tarîtîyê derdixîne ronahîyê û digîhîjîne rêya rast. (Maîde-16)
Ev hîdayeta Xweda ye. Ji evdên xwe kîjanê bixwaze bi vêya hîdayet dike. Eger ji Xweda ra şirîk peyda bikirana wê hemu karê ku kiribun betal bibuya. (En’am-88)
Heta ku destura Xweda tunebe, tu kes nikare bawer bike. Ew pîsîtîyê di ser ewên ku aqilê xwe naşixulînin da dibarîne. (Yûnis-100)
Musa got: “Rebbê me, xulqeta hemu tiştî didê û paşê digîhîjîne hîdayetê. (Tâha-50)
Eger Qur’aneka pê çîya dihate meşandin yajî erd dihate perçekirin yajî pê mirî dihate peyîvandin hebuya, (dîsa jî bawer nedikirin) Naxêr, hemu kar ê Xweda ye. Ma qey mu’mînan hê fahm nekirine ku, eger Xweda bixwesta wê hemu mirov bigîhanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve, heya wada Xweda tê wê tim bela û musîbet bê serê kafiran yajî wê bê nêzî malê wan. Paşê peyva Xweda tê cî. Bêşik Xweda ji peyva /weada xwe venagere. (Raad-31)
(Me jî, ji wan ra wuha ) gotibu: “Hûn tev ji wir dakevin (piştî vêya ) ji min ji we ra rêberek were û kî bide pêy rêberê min, êdî ji wan ra qe tirs tune û ew xemgîn (mahzûn) jî nabin.” (Beqere-38)
Ewên ketine kufrê dibêjin: “Ma ji wî ra ji Rebbê wî ayetek bihata daxistin çi dibu?” Bibêje: “Xweda kî bixwaze dixerifîne û ewê bifetile heqqîyê jî digîhîhîjîne ser rêya rast. (Raad- 27)
Û gava te bi rê nizanibu, ma tu ber bi rêya rast de nekirî? (Dûha-7)
Ewên hîdayet dîtine jî; Xweda hîdayeta wan zêde kiriye û teqwa daye wan. (Muhammed-17)
Bi vî awayî, me ji emrê xwe ji te ra rûhek (Qur’an) wehîy kir. Kitêb çiye, îman çiyê te berê pê nizanibu. Lê me ew kir nûrek. Bi wê em kîjanê bixwazin, digîhîjînin hîdayetê. Bêşik tu rêya rast nîşan didî. (Şûra-52)
DİLÊ MU’MÎNAN LİHEV TÎNE.
Wî dilê wan lihev anî. Hemu tiştê li ser rûyê erdê xerc bikira jî, te nikaribu dilê wan lihev bianîya. Lê Xweda nava wan çêkir û ew lihev anî. Lewra ew Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Enfal-63)
Hûn tev bi hev ra, bi benê Xweda ve bigrin. Ji hev neqetin û nîmetên ku Xweda daye we bînin bîra xwe. Gava hûn dijminê hev bun, (Xweda) dilê we li hev anî, Êdî hûn bi nîmetê wî bubun birayê hev û hûn li kêleka çala agir bun Wî hûn ji wê derê xelas kirin. Xweda ayetên xwe awa îzah dike ku hûn rêya rast bibînin. (Alî-Îmran-103)
Eger bixwazin ku te bixapînin, Xweda ji te ra bes e. Wî bi alîkarîya xwe û bi mu’mînan piştvanîya te kir.
Wî dilê wan lihev anî. Hemu tiştê li ser rûyê erdê xerc bikira jî, te nikaribu dilê wan lihev bianîya. Lê Xweda nava wan çêkir û ew lihev anî. Lewra ew Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e.
Ey pêxember! Xweda besî te û besî mu’mînên dane pêy te ye.(Enfal-62-64)
FİKRİ AMEDÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder